1. Tekst

  2. Gotar

  3. Feratê Dengizî
  4. Bihara Azadiyê yan jî Bihara Gelan
Bihara Azadiyê yan jî Bihara Gelan,bihara,azadiyê,yan,jî,bihara,gelan

Bihara Azadiyê yan jî Bihara Gelan

A+ A-

Bila çil sal li zîndanan bimînim, Her roj sed mar û dûpişkan bibînim, Li hevraza barê aşan bikşînim, Li berwara pezkûvîyan biçerînim, Zivistanan li ser avan bimînim, Ne ku carek yekî ehmeq bibînim.” Şêx Evdirihmanê Axtepî

Ehmeqî berhema înkarê û xwestina qirqikirinê ye, ligel nezanî û cahiliyê. Rêzdar Şêx Evdirihmanê Axtepî ji mêj ve ev fêhmkiriye û serê xwe pê re êşandiye. Di bingeha ehmeqiyê de jî nezanî yan jî bi zaneyî fêhmnekirin û çewtîkirin heye. Ehmeq xwe nade ber rastiyê, li rêyên berovajîkirinê digere.

Mêtingerî û emperyalî jî wisa ye û xwe li ser bingeha tunekirin, qirkirin û înkarê xwedî dike lê xwe dixapîne. Zilm nadome û mazlum li qeder û jiyana xwe, li azadî û wekheviya jiyanê û demokrasiyê xwedî dertên.

Îro welatê me bûye qada têkoşîna aştî û azadiyê ku ev bi saya têkoîna Tevgera Azadiyê, cangorî û gelê me yê berxwedêr e. Divê em vêna bi kûrayî fêhmbikin û li destkeftî, jiyan û azadiya xwe xwedî derkevin. Têkoşînê derfeta siyasetê jî derxist holê. Di Newroza 2013’an de Rêberê gelê kurd Rêzdar Ocelan pêvajoyek da destpêkirin. Ev pêvajo ku rast û xweş bimeşe, ku aliyê kurd vî karî bi hesasî û aqilane tîne cî, ew ê azadiya gelan li ser vê xakê şîn bibe û ew ê jiyan şên û şad û geş bibe.

Wek ku tê zanîn di vê meha adarê de xebatên siyasî yên demokratîk bi boneya hilbijartinên Rêveberiyên Xwecîhî geş û xurt bûne ku 30’ê Adara 2014’ehan ew ê bibe destpêka demeke nû ango jiyaneke nû ku divê azadiya Rêber Apo di serî de bibe Bihara Azadiyê yan jî bi gotineke dinê bibe Bihara Gelan. Lewra di vê hilbijartinê de ew ê gelê kurd di serî de her gel bikaribe deng û rengê xwe derxe pêş û li ser qedera xwe bibe xwedî gotin. Banga “Bi Rêveberiya Xweser Ber bi Nasnamayea Azad ve” tê vê wateyê. Divê gel êdî bi hişmendiya azad tevbigerin ku demê wê hatiye û şert û mercên vêna jî hene.

Di xebatên Hilbijartinên Xwecîhî de li herêma Stewrê coşeke bêhempa heye. Tew ku pîrozkirinên Newrozê û xebatên hilbijartinê ketin ser hev, bi germahiya nûhatina biharê û hezxweşiya meha adarê rewşeke awarte û taybet serî da. Xebatê coş dida, lewra ev cara pêşîn bû ku her kesî bi rihetî derdê xwe vedigot û hêviyên xwe radixistin ber çavan; coşa ereb û suryaniyan ji ya kurdan ne kêm e. Îca ku bi pîroziya newrozê me dest bi rojê dikir, nedibû ku em bifirin. Êdî rewşa înkarê ji holê rabûbû û gel bi hestên xwe yên xweser û taybet diherikîn, tirsê mala xwe barkiribû.

Agirê newrozê pêşîn ku li Şûtê pêket hestên bêziman min pêça. Xwedêyo; em ji ku hatin ku… Bila afirînkarê vê rewşe her û her bextewar be û ew ê cangorî şad bin. Tew rewşa pîrozbahiya Dêrîş tiştekî dinê bû; ligel şînbûna zadan, coşa azadiyê di dilê xort û qîzên kurdan de diherikî xweşhejandina govendê. Dilê evîndar li qada fira periyên kevokan bû. Çûyina Girê Şêran bi serê xwe romaneke helbestî bû, gelo wê bê nivîsîn!

Ax… xaka pîroz; de serê xwe rake Salah, Sarî Hîsên û Kamuran; va serîhildanê azadî anî ber lingê we. Mizgîn li Menaf Osman li Erdal. Mizîlaq û gangilokên Girê Şêran mizgîna evîna dilê ciwanan û hêviyên azadiyê bûn. Dilê min ê bêtebat li ber seknê bû ji coşa evînê. Ku bi vê hestewariyê me berê xwe da pîrozbahiya Barman, agirê ku li serê sê giran, li serê sê sikuran pêket; sê derbikên Mazlum ên Kawayê Hemdem vejinî di jiyana me de.

Ewîna… Ax Ewîna, qada evînê… Dema ku helbest ji gewriyê herikî, evînê qada pîrozbahiyê pêça. A va azadî ev e. Coşa jin û ciwanên Ewîna ew ê hevîr û havênê azadiyê be. Bawer bikin êş û elema çil salên xedar firiya û çû bi govendê re. Hevok têrê nakin, bê hêzin li hember vê rewşê. Ê wele govend bi rastî jî li Ewîna xweş e, li wê qada azadiyê. Qewsan û Cilîn helbesta azadiyê ber bi fînalê ve dibir.

Û Newroza li navenda Stewrê ya dîrokî, bi hesreta salan, bi hesreta evînê xemilî wek xemla kulîlkên biharê û silaveke germ şand Newroza Amedê, warê Mazlum û Zekiya…

Herê… Ev bihar bihara azadiyê ye. Bihara gelan e….

Newroz ango Azadî li me pîroz be!

Feratê DENGIZÎ