1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mahabad Felat
  4. ”Bila PKK dev ji çekan berde!”
”Bila PKK dev ji çekan berde!”,bila,pkk,dev,ji,çekan,berde

”Bila PKK dev ji çekan berde!”

A+ A-

Kî ji mala xwe radibe, kî ji PKKê aciz dibe, hesabên kî bi yên sîstemê û dijminan re dibin yek, kî ji PKKê bi sedemên hesabên şexsî bi dûr dikeve, an kî ji xwe ji berê ve dijminayetiya PKKê kiriye û bi tenê ji bo dijminayetiya PKKê, propogandaya kiryar û polîtîkayên dijmin û sîstemê kirine, vê gotina li jor bi îsrar dibêjin!.. Lê titşek aşkere heye ku eger ne PKK bûna dê ev derdor hemî ji birçîna bimirana. Dijayetiya PKKê bûye sedema hebûna wan û debara wan.

Gelo ev gotina li jor hatî nivîsîn ku mijara vê nivîsê ye jî, ev demek dirêj e herî zêde ji aliyê kê ve tê bilêvkirin û bûye bingeha siyaseta kê? Bê guman ku ev bingeha siyaseta sîstemê û pê ve girêdayî dewleta faşîst a tirk bi xwe ye ku li ser vê bingehê, tunekirina PKKê kirine armanc ji xwe re. Hêz, derdor, partî, rêxistin, sazî, dezgeh û kesên ku bi awayekî berjewendiyên wan û vê sîstemê li hev dikin jî, xwe bi vê polîtîkayê ve girê didin û li ser navê ”kurdayetî”yê û ”berjewendiya gelê kurd”, vê bangê li Tevgera Azadiyê dikin. Bê guman ku armanca wan a herî mezin berjewendiyên wan ên ferdî ne ku vê di bin navê ”welatperweriya mezin” de vedişêrin. Kurdayetî û berjewendiyên gelê kurd ji bo wan ji rûpoşê pêştir tiştek nîne. Çima? Ez ê li jêr hewl bidim ku ka çima wisan e:

Carekê eger bi mirovan re hinek mêjî û wijdan hebe dê mirov bizane ku ev sîstema îdîaya çareseriya demokratîk dike û dibêje serdema şerên çekdarî bi dawî bûye bi xwe jî, hebûna xwe li ser çekên pir giran û heta erjeng, didomîne. Gelo ne ew çekên giran, balefir û helîkopterên herî modern û bi çekên herî giran dagirtî bin, ne ew fuze û çekên kîmyewî bin, dê sîstem çewa bikaribe xwe li ser piyan bigire? Ev sîstem gelo di kîjan serdema xwe de û li ku derê ji bilî zilm û zordestiya di bin siya çekan de rêyek din ji bo çareseriyê bi kar aniye? Li Gîneyê? Li Vîetnamê? Li Angolayê? Li Ruwandayê? Li Şîliyê? Li Kubayê? Em dûr neçin; li Lîbyayê? Lê li Kurdistanê? Li kîjan parçeyê Kurdistanê gelo? Kesek dikare bêje?!..

Dewleta herî ”Sosyaldemokrat” û ”Pêşketî” welatên Îskandînavyayê û ji wan jî Swêd tê zanîn. Lê gelo hûn dizanin ku Swêd welatê 8’emîn ê cîhanê ye ku çek û çekên giran û herî modern difroşe bi taybet jî welatên bi gotina wan cîhana sêyemîn? Ew jî li aliyekê, li gel ku di Peymana Cenevreyê de firotana çekan ji welatek ku hîn lê şer didome re hatiye qedexekirin û Swêd yek ji wan welatan e ku vê peymanê îmze kiriye, lê herî zêde jî çekan difroşe van welatan. Ya herî ku bû mijara nîqaşan jî, dema DYA yê Îraqê dager kir, çekên swêdiyan bûn di destê amerîkiyan de. Kîjan demokrasî? Hinek çîrok dibêjin û em jî li ber dikevin xewa şîrîn, ne tiştek din e. Ev mijara li jor jî ji aliyê hevjîna min Bîrgul Ozbariş Arda ve di sala 2007’an de bi belgeyên wê hatibû îsbatkirin û di ANF, Gundem û Ozgur Polîtîkayê de hatin weşandin. Yê bixwaze dikare lê bikole.

Niha gotina her kes û derdorekî li aliyekê, ya grîng ku niha birêz Mesûd Barzanî jî heman tiştî dibêje. Belê ne ji niha ve ye dibêje, gelek caran heman tiştî gotiye, lê vê carê rewş, dem, ton û zemîna gotinê pir cuda û grîng e! Di tona gotina wî bi xwe de jî tundiyek û mîna tehdîtek heye. Belê ne tiştek veşarî ye ku birêz Barzanî dixwaze bandorê li ser her çar parçeyên Kurdistanê û bi taybet jî Bakurê Kurdistanê bike ku ev daxwaza sîstemê ye jî ku loma hin sazî, dezgeh, partî, rêxistin, malper, çapemeniya din, derdor û kes jî têne fînansekirin û birêvebirin, bi rêya Hukûmeta Başûr; ev ne tiştên veşarî ne lê dema veşarî bûn jî herî pêşî me ev rastî anî ziman û em bûne armanca êrîşên pir qirêj. Niha rastî çi ye û ne çiye, ber bi zelalbûnekê ve diçe.

Niha gelo şaş e ku birêz Mesûd Barzanî bixwaze bibe serokê tevayê Kurdistanê. Bê guman ku na. Daxwaz û xiyal her tim dikarin bibin, ev heya deverekê normal in, mirov dikare bixwaze, xiyal bike û heta ji bo wê hewl jî bide, şaşiyek di vir de nîne. Lê ji bo biserketina xiyaleke wiha divê mirov serî li hin rê û polîtîkayên şaş nexe û rastiya berçav a her parçeyekê, hêzên wê parçeyê, têkoşîna wê parçeyê jî li ber çav bigire û li gor wê tevbigere. Û bi taybet jî, ji bo serkeftina parçeyê xwe, divê mirov serî li rêbazên ku dikare derbe li tevgera parçeyê din bixe, nede ku ev jî têkiliya bi dijminan re, pesindana polîtîkayên wan û ferzkirina van polîtîkayan li ser tevger û gelê parçeyê din e. Dil dixwest ku birêz Barzanî di hevdîtina xwe û hukûmetê û dewleta tirk de rewşa 6 hezar girtiyên ji doza KCKê, parlamenterên girtî û polîtîkaya înkar û îmhakirina gelê kurd û tevgera kurd jî bîne ziman. Em bêjin ew nebû, qet nebe bahsa Roboskiyê bikira. Lê çi dibêje? AKP hukûmetek baş e, tiştê baş dike, divê her kurdek dilsoz hêz bide van polîtîkayan! Baş e çima haya kurdên bakur ji van başiyan nîne? Ev çi govend e ku her roj li kuçe û kolanên bakur li dar e?

Em bên ser pirsa xwe ya pêşîn: Birêz Mesûd Barzanî , ku doza danîna çekan ji PKKê dike û dibêje ’Serdema şerê çekdarî bi dawî bûye’, başûrê welêt bi rêyên demokratîk azad kir û ji hêzên dijminan paqij kir? An hîn jî bi wêneyên dema xwe ya pêşmergayetiyê serbilind in? Ne ew wêne ne ku bûne sedema hezkirina hemû pêşmergeyan û Mesûd Barzanî bi xwe jî, li nav dilê kurdên her çar parçeyan? Baş niha hêza başûr a leşkerî nîne gelo? Eger ne ew hêz be ew dê bikaribin bi heman rengî biçin Tirkiyeyê û bi heman rengî bêne pêşwazîkirin? Ne ew çekên li destê wan bin dê bikaribin bibin mutefîk ji hêzek mîna Amerîkayê re? Dê rûmeta wan çiqasî be li ba wan? Ne ew çekên li destê wan bin ew dê bikaribin rojek bi tenê jî li nav livînên xwe bê tirs û hêsan razên? Hêzên çekdar hema tenê ji bo yên ku bûne xwedî dewlet û di bin navê dewletbûnê de zilmê dikin re rewa ye? Çima ji herkesî re adet e û ji Tevgera Azadiyê re dibe qebehet? Ma birêz Barzanî nizane ku roja PKK çek deyne dê rojek jî nikaribe li ser lingan bisekine û dê bi girtin û kuştinan ew tune bikin? An dizane lê ji xwe daxwaz û armanca wî jî ew e gelo? Wê demê dê tu hêzek li hember Serokatiya wî ya Kurdistanê nemîne ne? Ev e rastî? Ez bi xwe naxwazim ji vê bawer bikim, lê daxuyaniya birêz Barzanî ya vê dawiyê, vê gumanê xurttir dike, mixabin.

Ji roja ku mirovahiyê çekên ku afiradine ji bilî nêçîrê û jiyana xwe, li dijî hev û du bikar anîne û heya niha jî, hezar mixabin ku rola çekan bi qasî serê derziyê jî kêm nebûye, dijberî wê, pir pir zêdetir jî bûye û yên bi çek her tim bi ser ketine û bûne xwedî gotin. Îroj jî ev rastî bi hemû germahî û hêza xwe li holê ye, dîsa hezar mixabin. Piştî ku rastiya rastîn ev e, wê demê mirov li ser navê çi û ji ber çi sedemî ji hêzek netewî ku li ser qedera hebûn û nebûna gelekî bandorek mezin dike vê daxwazê bike? Ev, bi gotina herî sivik, bêwîjdanî ye û ne di xizmeta berjewendiyên neteweyî de ye. Bi tenê dijminên me dikarin ji vê yekê sûdê wergirin.

Bi hêviya ku tu kurdek dilsoz, serokek kurd, sazî, dezgeh, partî, rêxistin û kesayetiyek kurd neyê vê lîstikê û kurd careke din berê xwe nedine hev, ew ’çeka ku li dij in’, bi ser birayê xwe ve neteqînin.

Mahabad Felat Arda 2012-04-22 / Stockholm [email protected]


Gotinên miftehî :