1. Tekst

  2. Gotar

  3. Rizoyê Xerzî
  4. Bila Qedafî vegere karê xwe yê berê
Bila Qedafî vegere karê xwe yê berê,bila,qedafî,vegere,karê,xwe,yê,berê

Bila Qedafî vegere karê xwe yê berê

A+ A-

Piştî êşa mirîşka, êşa bizina, şewba çûka, şewba berazan niha jî şewba desthilatdarên dîktator dest pê kiriye. Piştî serhildana Tunus û Misrê bi serkeftina gel û reva dîktatorên wan welatan bidawî bû, gelên din jî li dijî dîktatorên welatê xwe serî rakirin û li gelek welatên wekî Lîbya, Bahreyn, Urdun, Uman û hin welatên din li ser piyan e.

Bêguman xistina dîktatorên Tunus û Misrê bê bedel nehat bi sedan kuştî û birîndar li pey xwe hiştin. Lê xuyaye ku dîktatorê Lîbyayê ‘Muxerib’ El Qedafî dê çûna wî li ser gelê Lîbyayê bi gelek bedelên giran bibe mal. Kurê dîktator ku tu sifetekî wî yê fermî li wî welatî tune ye û tenê ew kurê Qedafî ye, li ser ekranê televîzyonê daxuyaniyek da û gef li gelê Lîbyayê xwar ku ew ê heta fîşeka xwe ya dawî li ber xwe bidin.

Ji vê xerabtir jî gelek çavkaniyan da xuyakirin ku li Paytext Trablusê firokên şer li dijî xwepêşandêran hatiye bikaranîn û bi sedan kes hatine kuştin.

Tiştê gelekî sosret û ecêb ew e ku çawa hîna hêviya vî dîktatorî heye ku bikaribe piştî kuştina ew qas lîbî bikaribe serokatiya vî welatî bike. Qedafî di her gotina xwe de digot yê me Cemahîrî ye yanî gel xwe bi xwe bi rê ve dibe. Lê vaye em dibînin gel bi sedhezaran dadikeve kolanan û bi dengekî bilind bang dike ku biçe, bicehime, biqeşite û welî bibe lê tu deng nabî xwe û destê te ji kursiyê desthilatdariyê nabe.

Lê tiştê ku her kes baş dizane ew e ku êdî nanê te li wî welatî nema, rêz û hirmeta te ne li wî welatî ne li dinyayê nema û çiqasî zû tu dengê gel bibî xwe û rahêjî wî dîktatorê kurê xwe jî bi xwe û konê xwe li Afrîkayê li cihekî ku haya wan ji dinyayê tuneye deyne.

Tu bi ya min dikî vegere karê xwe yê berê, berî tu bibî serok, dema te bi bavê xwe re şivantî dikir, ew roj ne roja xêrê bo ku tu bû leşker û din ava artêşê de bû xwedî meqam, dîsa çend bizinan bikire encax tu bikaribî êdî serokatiya wan bizinan bikî ew jî zêdeyî serê te ye.

Dawî ji bo wan dîktatorên ku hêj dora wan nehatiye, jî dibêjim reva ji mirinê bê feyde ye. Qet xwe ker nekin wê dora we jî bê, êdî bese gel ji derew û sozên we yê pûç êdî nema bawer dike.