1. Tekst

  2. Nirxandin

  3. Azad Zal
  4. BINGEHA VEGUHERÎNÊN CIVAKÎ Û HÊZA WÊJEYÊ (*)
BINGEHA VEGUHERÎNÊN CIVAKÎ Û HÊZA WÊJEYÊ (*),BINGEHA,VEGUHERÎNÊN,CIVAKÎ,Û,HÊZA,WÊJEYÊ,(*)

BINGEHA VEGUHERÎNÊN CIVAKÎ Û HÊZA WÊJEYÊ (*)

A+ A-

• Di vir de mirov dikare vê bibêje wêje (edebiyat) di karbeşiya yekemîn de bi “hebû û tunebû…” yên dayikê pê kiriye.
• Bûyerên pêkhatî bi hêviyên dahatuyê re bi zimanê axaftinê hatine vegotin û jê wêjeya devkî derketiye meydanê. Çîrok, biwêj, gotinên pêşiyan, pêkenok, xeberoşk û hwd. wêjeya gelêrî derketiye meydanê û bi xwe re bûye bingeha pêşdeçûn û geşedana nifş bi nifş peresîna civakê.
• Her çîrokeke ku bi “hebû û tunebû…” dest pê kiriye hêviyeke nû di hiş û mêjiyê zarok de afirandiye; her biwêjek bûye xweparastina ji kêmasiyan û hêza karkirinê; her gotineke pêşiyan bûye şîreteke lixwexwedîderketinê.
• Em dibînin ku di nava her gelî de wêjeya devkî bi awayekî xurt heye û giyana wî gelî bi van berhem û afirînekên gelêrî û wêjeya devkî xwedî dibe.
• Gelê kurd jî yek ji wan gelan e ku wêjeya wê ya devkî bi her awayî xurttir e.

II- Wêjeya nivîskî

• Demek şûn de em dibînin ku nivîs derket û şekl û îşaret bûn amûr û alavên derbirandina hizr û ramanan.
• Kesên ramanxurt, pêşîvekiroxên pêşdeçûnê derdikevin û rastiya civakê û hêvî û armancan li hev dihûnin û berhem û afirînekên bandorker derdixin meydanê.
• Ev ji aliyekî ve armanca civakê vedibêjin û ji aliyê din ve hêviyan diçînin di dilê civakê de.
• Em dibînin ku Sîn Leke Unîyê Qasîtî serboriyên Gilgamêşê Ûrûkî bi hêviyên nemiriyê dinivisîne û ji nifşên nû re dibe armanc.
• Destan, çîrok, roman, helbest û berhemên bi vî rengî di vê çarçoveyê de ne.

III- Wêjeya Olî
• Paşê em dibînin ku ji aliyê bawerî û maneviyatê ve jî hêvî, armanc û daxwaz bi rengê utopyayê di astên bilindtir de dertên meydanê û ol û bawermendî weke bingeheke hêzdariyê çêdibe.
• Rasterast dinyayeke manewî (dinyaya din) ava dibe û taswîr û xeyalên xurt û zelal dibe perspektîfeke civakê.
• Hem pirtûkên pîroz û hem jî menqîbe û serboriyên muqedes wekî berhemên wêjeyî her di nava civakê de cî digirin û bi awayekî dibin bingeha pergala civakê ya siyasî û hiqûqî. Lê ev jî di bingeha xwe de wêjeyî ne.

IV- Wêjeya kurdî
• Niha jî ku em li wêjeya kurdî binêrin em ê bibînin ku ev pêvajo rasterast di civaka kurdan de pêk hatiye û “hebû û tunebû…”yên dayikên kurdan heta niha jî di hiş û ramanên kurdan de zîndeweriya jiyanî; bîreweriya dahatûyê; hêviya azadiyê hunandiye.
• Ji Sîn Leke Ûnî heta Baba Tahirê Hemedanî; ji Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Ehmedê Xanî heta Cegerxwîn; ji Mestûre Erdelanî heta çîroknûs, şairên jin yên kurd û heta niha bingeheke guherbariya civakî, evîneke pak û pîroz, hêviyeke xurt û zelal di wêje û wêjevaniya kurdî de heye.
• Mukemeliyeta evînê di van çarînan de nîşan e.
Delal,her du çavên min qesra te ne
Nav du çavên min cihê piyên te ne
Ditirsim tu xafil gav bavêjî û
Bi mijangê min biêşin piyên te (Baba Tahir)
• Welatê xweş û tasawura bihişta olî û oldariyê di van rêzan de diyar in.
….
Nuqteya daîreyê zîndan im
Lew şubê daîre sergerdan m
….
Tu mebîn bêser û bêsaman im
Şebçiraxê şebê Kurdistan im
….
Lew di iqlîmê suxen xaqan im
Sibehê îd e û ez pê nizanim
Gulê Baxê îremê buhtan im
Du bi dêra te seher qurban im
Wek birîndarekî bê derman  im
Carekê şefeq ke rihim, canim 
(Melayê Cizîrî)

• Lêgerîna razên kûrewer di vê malikê de diyar in.
Perde ku rabitin ji ber aridê dilîstanê xoş
Dil ji xeman ku bê te der bilbilê gulîstanê xoş
(Ehmedê Xanî)

• Kesandina xwezayî û bîreweriya lêgerînê di van çarînan de diyar in.
Ey av û av ey av û av
Ma tu bê eşq û muhbetê
Mewc û pêlan tavêy belav
Bê sekne û bê rahetê

Bê rahet û bê sekneyî
Yan aşiqê baxê xwe yî
Yan şubhetê qelbê me yî
Ji işqa kê natebitê
(Feqiyê Teyran)
V- Li ser vê rastiyê mirov dikare çi bike?

• PÊŞNIYAR:
1- Berê her tiştî divê ku di roja îroyîn de ku derfet bi her awayî guncaw in; KONGRE ya jî KONFERANS bê lidarxistin da ku hemû wêjevan û edîbên kurdan bi taybetî yên ku li ser xaka Kurdistanê dijîn bigihîjin hev û hevpariyek ava bibe.
2- Ji bo ku pirsgirêka alfabeyê çareser bibe divê ku rêze-civîn ji bo çareseriya pirsgirêka ALFABEyê bêne lidarxistin. Di destpêkê de li 4 navendên 4 parçeyên Kurdistanê (Amed, Hewlêr, Mihabad, Amûdê) şûn de jî ev berfirehtir bibe.
3- Ji her çar parçeyan muteşekîl xebateke ANSÎKLOPEDIYA WÊJEYA KURDÎ bê destpêkirin û berî vê sersalê bingeha wê bê amadekirin.
(27 Rezber 2009)

(*) Ev nivîs wekî teblîx di Foruma Civakî ya Mezopotamyayê de, di Asambleya LI ROJHILATA NAVÎN VEGUHERÎNÊN ÇANDÎ Û AFIRÎNERÊN WAN de hatiye pêşkêşkirin.

Azad ZAL
[email protected]