1. Tekst

  2. Gotar

  3. Samî Tan
  4. Boykot û suîstimal
Boykot û suîstimal,boykot,û,suîstimal

Boykot û suîstimal

A+ A-

Samî TAN

Hikumeta AKP’ê dê di 19’ê rezberê de 40 hezar mamosteyên nû tayîn bike. Ji van bi tenê 18 heb mamosteyên “ziman û zaravayên ku dijîn” e. Belê “ziman û zaravayên ku dijîn” ji bo fehmkirina zîhniyet û helwesta dewleta tirk peyveke baş e. Ev pênasekirin nîşan dide ku ew ziman di gel hemû pest û pêkutiyan, tevî hemû polîtîkayên rûmetşikênî û bênirxkirinê hê jî nemirine. Lewre jî divê rayedarên dewletê li xwe mikur werin bibêjin, “zimanên ku hêz û şiyana me têrî kuştina wan nekiriye.”

Ew ziman bi polîtîkayên pişêver ên dagirkeran qels û lawaz bûne, di hin qadên jiyanê de êdî nayên bikaranîn, lewma jî hêza wan a derbirînê gelekî kêm bûye. Îcar jî radibin wê encama ku bi polîtîkayên wan derketiye holê, ji xwe re dikin hincet û dibêjin, “Ev ziman ne zimanên zanistê ne, bi kêrî perwerdehiyê nayên.” Gelekî zelal û aşkera ye ku di serî de zimanê kurdî, zimanên ku gelên Anatoliyê bi wan dipeyivin, di destpêka sedsala 20’an de ji zimanê tirkî pêşketîtir bûn. Bo nimûne zimanê kurdî li medreseyên Kurdistanê ne zimanê perwerdehiyê be jî, zimanê alîkar ê perwerdehiyê bû. Di medreseyan de li gel berhemên bi zimanê erebî û farisî gelek berhemên kurdî jî wekî materyalên perwerdehiyê dihatin bikaranîn. Lê bi polîtîkayên dewletê tirkî bi pêş ket, kurdî hate lipaşhiştin.

Helbet her ziman li gorî jiyan, rewş û pêdiviyên civaka ku bi wî zimanî dipeyive teşe digire. Bi guherîn û pêşketina civakê re zimanê wê civakê jî diguhere. Lewre jî her ziman xwediyê wê hêz û şiyanê ye ku li pey pêdiviyên civaka xwe biçe û reng û dirûvê xwe li gorî jiyan û pêwîstiyên civakê nû bike.

Diyar e ku sedema astengkirina mafê perwerdehiyê ne qelsiya wan zimanan e. Sedem di gotinên Erdogan ên bi rengê “yek al, yek netewe” de veşartî ye. Her çiqas ew nebêje jî, di nav vê polîtîkaya yekperest de yek ziman û yek ol jî hene. Jixwe hemû kirinên rayedarên dewletê vê yekê bi awayekî zelal nîşan didin. Dema ku mirov bala xwe dide polîtîkayên wan ên derve, mirov vê yekê bi awayekî zelal dibîne. Eleqeya ku ew nîşanî tatarên tirk didin bi tu awayî nîşanî kurdên li derveyî sînorên Tirkiyeyê nadin.

Ev zîhniyeta sedsala 19’an îro li ber aştî û demokrasiya Tirkiyeyê asteng e. Ev zîhniyet nahêle ku li Tirkiye û bakurê Kurdistanê aştî û aramî pêk were. Heke kemalîst peyrevên contirkan bin, rayedarên AKP’ê jî peyrevên Evdilhemîd in. Her wekî tê zanîn Seîdê Kurdî ji Evdilhemîd doza zanîngeheke pirzimanî (erebî, tirkî û kurdî) kiribû, li hemberî vê yekê Evdilhemîd ferman dabû ku wî bigirin û bavêjin timarxaneyê.

Di gel ev qas xebat û têkoşîn, di gel ev qas guherîn û pêşketina ku li ser rûyê cîhanê pêk tê, ev zîhniyeta kevneperest a rayedarên dewleta tirk naguhere. Hê jî peyva kurd û zimanê kurdî neketiye ferhenga wan. Erê, Saziya Zimanê Tirkî ferhenga kurdî çap dike, lê belê kurdî hê jî zimanê qedexe ye.

Ew hem mafê perwerdehiyê nadin gelê kurd, hem jî li ber xebatên wan ên sivîl û demokratîk jî dibin asteng. Binêrin, şêniyê gundê Kerwasê bi derfetên xwe dibistanek ji bo perwerdehiya bi kurdî ava kiriye, lê rayedarên dewletê bi hezaran leşker dişînin ser gund da ku wê dibistanê hilweşînin. Gelê kurd li sê navendan (Amed, Cizîr, Gever) biryara vekirina dibistanên kurdî da, rayedarên dewletê yekser ev dibistan wekî dibistanên neqanûnî pênase kirin û ji bo ku rê li ber vê xebatê bigirin ketin nav liv û tevgeran.

Ev yek jî nîşan dide ku gavên dewletê yên der barê kurdî de gavên fişe ne. Bi kurtasî AKP bi van gavên bêbingeh dixwaza kurdan a ji bo mafên perwerdehiyê suîstimal dike. Li hemberî vê yekê divê kurd jî ne tenê dibistanên ku bûne aşên hêrana mêjiyê mirovan boykot bikin, her wiha divê gavên ku wê avêtine jî suîstîmal bikin. Destûrê nedin ku AKP li gorî dilê xwe hespê xwe di wê qadê de bibezîne. Serê pêşîn divê siyasetmedarên kurd mamosteyên kurdî vexwînin saziyên kurdan, pê re jî bang li malbatên welatparêz bikin da ku ji bo waneya hilbijêrî serî li dibistanan bidin, heke ev wane nehat vekirin, qiyametê li ser serê dagirkeran rakin.


Gotinên miftehî :