1. Tekst

  2. Helbest

  3. Rêzan Tovjîn
  4. Bê te xewa bê xewn im
Bê te xewa bê xewn im,bê,te,xewa,bê,xewn,im

Bê te xewa bê xewn im

A+ A-

Çend roj im, çend şev.
Didim dû xwe, perwane me.
Min divê aso, lê ez girane me.

Niha ewr im, dû re sayî.
Ne tu me, çem û av im.
Westî me ji bê gewimî, girravî me.

Stranekê dibêjim, ne meqam e ne gotin.
Pê bi pê dihejim
Bê destpêk bi dawî me.

Dexsî me, dijminê bayî
Li te nafetilim her bi pê
Ew disoje dil, tirrafe me.

Her gotin im, tu ne ziman.
Lew nebûm ne pêşgir e ne paşgir.
Bêyî te ez ê pêşiyan im.

Tu gotinek pozbilind, li dû te bêhnok têm.
Çendî bêhn vedidî û disûrikî,
Dilperitî ez lew nebûm xalek.

Ne batêwerdan im, min ji te bawer.
Felsefeya xemla te me,
Belam tu guherbar, ez guhare me.


Gotinên miftehî :