Bêriya te dikim,bêriya,te,dikim

Bêriya te dikim

A+ A-

Di 135 xiyalan de 

li te digerim. 

Her carê 

135 carî bêhn li min diçike 

û 

dibe 135 rondik 

ji ser hinarokên min ve 

bi ser kesera salan ve diherike 

û 

bêriya te dikim.


135 giravî dikim gorî 

ji yek tîrêjeke te re 

û 

bêriya te dikim.


Dil 135 parçe 

û 

mîna zarokek nûbûyî 

li stargeha xwe bigere 

li te digerim 

û 

bêriya te dikim


Xwe li siya dilê xwe digirim 

sebra xwe tînim 

û 

bêriya te dikim


135 car in diricifim 

li benda Roja xwe 

135 car in 

serê xwe datînim 

ser dilê zarokekî 

û 

bêriya te dikim

2011-11-04


Gotinên miftehî :