BÊRÎTAN,bêrîtan

BÊRÎTAN

A+ A-



Ez gula geş Berîtan im, 

Şervana hemî Kurdan im. 

Mebêjin çû nav şehîdan, 

Nûha jî dijîm, li çiyan im.


Ez qîza Kurd Berîtan im, 

Şev û roj li nav jiyan im. 

Ranazêm li lûtka çiyan, 

Welat diparêzim li cîhan.


Ez şervana gel Berîtan im, 

Bêriya we deşt û zozan im. 

Di riya welat de têkoşer im, 

Bi vîna şoreşgerî bawer im.


Tîroja ji rojê têt, Berîtan im, 

Ne cagorîme, ez li cîhan im. 

Hezar car bimirim zîndî can im, 

Ala sorû zer, keska Kurdistan im.


Di nav jinan de me, Bêrîtan im, 

Bi navê hezaran ez bangevan im. 

Şêr im li deşt û zozan li gundan, 

Bi we re dijîm û ligel dostan im.


Ez roniya çavan, gula baxan im, 

Her derê berpirsyarê birçiyan im. 

Ewen ku neçar, belengaz hezaran 

Ewen ku bi nanzikê diçin karan!..


Ez cangoriya we ya dilsoz Bêritan, 

Di nav refên şehîdan de bangvan! 

Di jiyana we de her zindî can im, 

Dibiriqim, stêrka sor li asûman im...


A. BALÎ



Gotinên miftehî :