1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mahabad Felat
  4. Bîranîneke xweş û kasetek
Bîranîneke xweş û kasetek,bîranîneke,xweş,û,kasetek

Bîranîneke xweş û kasetek

A+ A-

Min digot qeyî sala 1978an bû, lê salek beriya ku hozanê nemir Şiyar ji nav me veqete, li Stockholmê di sohbetekê de wî got ku “Mahabad tu şaş î, sal ne 1978 lê 1977 bû.”

Ez deh salî bûm wê demê. Bavê min jî 40 salî bû. Her tim ji bo karên nas û dostan û carnan jî ji bo karên xwe diçû Enqereyê. Dîsa çûbû Enqereyê û di vegerê de got ku em ê bi hev re û bi sazê kasetek dagirin. Ev dê cara yekem bûna ku bavê min kasetek bi sazê re dagirtana. Ji ber, wî timî qesîde û beyt digotin û kasetên xwe bêyî saz an enstrumaneke din, tenê bi dengê xwe dadigirtin.

Kaset dê taybet ji bo kesekî bihata dagirtin. Bavê min bi Şiyar re axivî bû û dê Şiyar bihata mala me, li gel saza xwe û teybeka baş; wisa li hev kiribûn. Kelekela havînê bû. Piştî şîva êvarê bû bawer im, deriyê me lê ket. Bavê min: “Lawo derî vekin, Şiyar e hatiye.” Me derî vekir, rast bû. Şiyar hatibû, di destekî wî de saza wî û di destê din de jî teybeka mezin hebû. Şiyar jî wê demê 24 salî bû. Di dawetan de saz lê dida û bi deng û stranên xwe, nav û deng dabû li herêmê. Studyoyeka wî ya muzîkê hebû li Farqînê. Bi şehadeta Ferîd Uzun re, navê studyoya xwe danîbû “Studyo Ferîd” û bi rengê kesk û sor û zer li ser cama Studyoyê nivîsîbû.

Piştî ku bavê min û me hemuyan bixêrhatina Şiyar kir, em rûniştin. Hîn di nav hatina wî re pir derbas nebûbû, Şiyar damançeya xwe ji ber xwe derxist. Astra desta mezin bû. Astrayeka bavê min jî hebû desta mezin. Li ser xwe nedigerand. Timî li mal bû û min pareyên ku ji bavê xwe disendin, didane hev, pê fişekan dikirîn, damançê ji malê bi dizî dibir li baxçeyê zireetê berî nîşanê dida û piştre dianî datanî ciyê wî. Caran ku bavê min dixwest damançê paqij bike, ferq dikir ku bêhn jê tê û ji kekê min Nîjad diket şikan. Lewra ez hîn zarok bûm û qet nedihat bîra wî ku ez ê tiştek wisa bikim.

Şiyar: “Xalê şêx ka ez vê damançê deynim ku derê, di ber min de xwêdan daye.” Bavê min damançe jê girt û lê nihêrî: “Lawo ev damança min e.” Şiyar bi ken: “Xalê şêx wele ya min e.” Axir bavê min dizanî ne ya wî lê ya Şiyar e, lê bela xwe li Şiyar dida.

Straneka Şiyar hebû “Kude diçî lawo tirsim te nebînim.” Straneka pir xweş bû û dayik û lawê xwe li hev digerandin. Min û bavê xwe di wê kasetê de, me dê ew stran bi hev re bigota, bi versiyona bav û kur ku bavê min bi destûra Şiyar hinekî guherandibû û çarînekê jî li dawî, li ser zêde kiribû.

Me kaset dagirt. Min di kasetê de wê stranê bi bavê xwe re got û stranek “Riya min ket gundekî bi şîn” jî bi serê xwe got. Xûça min Evîn û keça meta min Selma jî di kasetê de straneka ku wê demê Nîjadê kekê min nivîsîbû û jê re muzîk jî çêkiribû “Bitirs ey dijmin em hatin.” Bi hev re gotin. Wekî din jî hemî beyt û qesîde bûn û piranî jî yên Seydayê Cegerxwîn bûn ku bavê min di kasetê de gotin û Şiyar ji bo hemuyan li sazê da.

Piştre kaset li ser daxwaza Hozan Şiyar, hat zêdekirin û li çar aliyên Kurdistanê û Ewropayê belav bû. Kaset pir deng dabû wê demê. Lewra li gor demê tûj û him jî bi şewat bû.

Kaset di nav salan de wenda bû. Êdî li ba me jî tunebû, lê bîranîneka xweş bû û min dixwest kasetê car din bi dest bixim, ji bo di arşîvê de bimîne. Ez bi salan bi dû wê kasetê ketim. Li Kurdistanê û Ewropayê tu nasek, nasên nasan neman ku min pirs nekirin. Carek min kaset peyda kir ji nasek ku li Danîmarkayê dimîne,. Mala wî ava kaset şand lê kaset nedihate gohdarî kirin, ji ber pir xera bûbû.

Par, biraziyê min Siyamend rojek li ser msn’ê em diaxivîn, got: “Apo ka vê muzîkê qebûl bike ez dişînim.” Bêyî ku pirs bikim çi ye, min qebûl kir. Du dosya bûn û giran bûn. Tiştek nehat hişê min. Piştî ku dosye hatin, min a yekem vekir û dît ku kaseta ev bi salan bûn lê digeriyam, ew bû. Her du aliyên kasetê kiribû du dosya û şandibû ji min re. Piştre di serdana xwe ya Stockholmê de jî, mîna CD bi xwe re ji bo min anî. Di du ciyên kasetê de dema bavê min beyt dibêje, valahiyên kin hene, lê kaset bi giştî baş û saxlem e.

Ez spasiya Siyamend dikim ku vê kaseta him ji ber Şiyar û him ji ber min û bavê xwe bi hev re gotiye ji bo min xwedî wateyeke mezin e, gihand min. Ez niha dixwazim beşa yekem a wê kasetê bi we re parve bikim. Lînka wê li jêr e. Hûn bixwazin gohdar bikin, ser wê lînkê bitikînin.

Li gel rêz û silavên min.

KUDE DIÇÎ LAWO (MUZÎK)

Mahabad F. ARDA 2009-07-07


Gotinên miftehî :