1. Tekst

  2. Gotar

  3. M. Çiya Mazî
  4. Bûyerên hê giring dê biqewimin
Bûyerên hê giring dê biqewimin,bûyerên,hê,giring,dê,biqewimin

Bûyerên hê giring dê biqewimin

A+ A-

Banga alîkariyê ji bo başûrê Kurdistanê ya YPG û KCK’ê gellekî xweş e. Ev hêz mezin in û tiştên aniha tînin zimên yên ku esil di dilê wan î kûrde ye. Di hin xwestinan de ya giring pratîk e û ev îro baş xuya dibe. Xuya dibe ku fikrên wisa ji bo her rêxistinên kurdan hewce ye û hemû kurdên welathez jî di nava dilê xwe de wekî xwestek û armanceke di kûr de veşartî vê yekê dixwazin. Ji ber ku armanca herî mezin ya êrişên DAÎŞ’ê û serdestên kurdan, herkesê kurd û hemû destkeftiyên kurdan e. Armanca DAIŞ’ê yek jê û ya herî mezin jî axa kurdan e. Mirov dikare bibêje bi alîkariya Tirkiyê û hevkarên wê re ew çûne heta wê derê. Û mirov dikare bipirse ku çawa Tirki hiştiye têkeve konsolosxaneya wan? Çawa nikarîbûn çend roj berê mirovên konsolosxaneyê derxin? Gellek emare xuya dike ku ev listikek e. Lîstikek pir mezin e û ku biçe serî daxwaz ew e ku kurd jî xisarê bibînin. Ji ber ku kurd hatine radeyeke pir giring. PYD- KCK û hêzên Başûr (YNK, PDK) bûne xwedî artêjên mezin û dikarin bi awayên cur be cur gelê xwe û axa xwe û demokrasiya xwe biparêzin. Ev hêzên kurdan bi qasî ku hin dewlet bi nukleerê xwe dipesinînin û êrişên li ser xwe dahf didin û xwe diparêzin, kartêker û ji kurdan re jiyan û hebûn e. Rêxistinên kurdan li herêmê yên herî xurt, jidil, xwedî bîrdoz û raman in. Êdî dinyayê nas dikin û li gor wê jî diplomasî û tevgeran dikin. Hewce dike diçe Enqereyê jî, hewce dike diçin Bexdayê jî û hewce dike diçin Ewropayê jî, ev ne ecêb e û dikarin dîplomasiyê jî bikin û dîplomasiya xweş jî dikin. Ev yek bi xwe bawerbûn e jî. Serdestên kurdan vêya dihesibînin.

Ev yek careke din xuya dibe ku heke ne wisa bûya, ne ji bo rêxistinên xurt bûya, kurd îro dê belawela bûna. Cîran û serdestên kurdan jî vêya dibînin û dikevin nava planên mezin. Kurd û siyasetmedarên kudan jî vêya îro rasterast di pratîkê de dibînin û dîbînin ku armanca herî mezin a DAİŞ ê ew in û her rêxistina kurd dê xisarê ji vêya bibînin.

Êdî Daiş divê bi rastî ji alî herkesî û rêxistinê bê dîtin ku hêzek navnetewî û mezin e. Ji Erebistana Siûdî bigrin Heta Katar û Tirkî. Yê xuyayî wekî çeteyan in lê yên li paş wan ne çete û filan bêvan in. Lê hêzên kurdan jî mezin in, ev dîtin jî pir giring e. Ne bi awayekî sivik hatine holê û bi gefên Daîşê re şaşiyan bikin û destkeftinên xwe neparêzin.

Di vir de tenê ev bê sûde ye, bi mantiqa klasîk û ji 30 sal berê de maye, yên teng û tenê tevliheviyê dike, mirov bi ser nakeve. Bi rastî rewş pir giring û giran e. Dibe ku gellek tişt bê guherandin li herêma ku kurd lê dijîn û di demek nêz de dibe ku ev pêk bê. Ji, ber ku ev rewşa Sûrî heta hetayê nadome, sebra emperyalîstan û ya serdestan ne ewqas pir e, êdî encam ji bo wan divê.

Îjar kî hebe, kîjan gel xwedî hêz be û bi rêxistin be ew dê bi ser keve û di nexşe û peymanên herêmê de xwedî nav û şanenav bin. Van gotinana teqez di hişê gellek kesan re derbas dibe û derbas bûbe, dibe ku gellek kesan bi vî awayî gotar nivîsandibin û tiştên îro diqewimin berê jî texmîn kirine û tahlîl kirine. Aniha ew derbirîn û teoriyên di derbarê îro û yekîtiya kurdan de, di derbarê serxwebûna kurdan de dihat gotin, îro dikevin pratîkê û îro bi wate dibin. Rast in an ne rast in îro xuya dibin û berjewendiyên kurdan, pêşeroja kurdan îro wekî topeke agir li ber me ye. Hêzên mezin yekîneyên mezin û gelê bi rêxistin îro xuyaye ku ji bo kurdan pir elzem û wekî nan û avê hewce ye. Dinya hemî îro di berjewendiya xwe de li herêmê difikire. Wekî ku dibêjin Îran jî leşker şandine Aliyê Malîkî û Amerika jî dê leşkeran ji bo Bexdayê dê bişînin. Bûyerên pir girîng, bûyerên ku mohra xwe li vê sedsalê xin dibe ku biqwimin, ji ber ku rûdanên îro ji zûde wekî aveke li ser êgir dikeliya. Ev çend sal in ku xuya bû.

Ya kurdan jî ji hizirandina berjewendiya xwe û li dor rêxistinên xwe kombûnê pê ve tu çareya wan tune ye, tu luksa wan jî tune ye. Li her deverên dinyayê her ferdê kurd dikarin tiştinan ji bo xwe bikin, lê ya giring pratîk e. Ji dervedîtina hêzên perçeyên din û biçûk fikirandina hizbî jî tu sûdeyê nade kurdan îro. Kijan hêz an rêxistinên kurdan an partî li ku bi hêz be ew rastî ye û hêzên kurdan in û îro firsetek mezin jî dikarin ji kurdan re bi dest bixin. Li Rojavayê Kurdistanê destkeftinên mezin çêbûne, li başûrê Kurdistanê jî heman tiştên destkeftî henin û li Bakurê Kurdistanê jî rêxistinek mezin heye.

Ev hewldanên rêxistin û artêşên kurdan û pêşniyara alîkariyan ji bo perçeyên din jî, xuya dike ku herkes û rêxistinên welathez Kurdistaneke azad û serbixwe dixwazin. Ji ber ku pratîk û tevger giring e û çiqas neyê bilêvkirin jî esil armanc û ya di dilê kûr de ew e. Ev pêşniyara alikariyê tenê hemû kurdên welathez xistiye peroşiyeke mezin.

Bûyerên li bakurê Kurdistanê rû didin jî ne ji van bûyeran cûda û cîhê ne. Ji ber ku serdest ji Musilê heta bi Lîceyê tenê xwe û berjewendiyên xwe difikirin. Amadekariyên şer li bakurê Kurdistanê ne bê sedem û tenê ji bo bakur e, ew amadekariyên gellek tiştên ku bi herêmê ve girêdayî ne.