Cahiliya MED TV,Cahiliya,MED,TV

Cahiliya MED TV

A+ A-

Di rojên destpêkê de, di bernameyeke şahiyê de ji ber ku pêşkêşker ji bîstekê carekê ji hunermendekî re dibêje "Fermo", temaşevanek li mala xwe êdî aciz dibe û bi hêrs dibêje:

-- Ev çi cahilî ye, ev çi quretî ye, ev çi nezanî ye, ev çi bêhurmetî ye. Car bi car li ber çavên gel ji camêr re dibêje "Fermo!" Ma ne şerm e?! Çima xweşik jê re nabêje "Ferman!" ? Heta gerek bigota "Apê Ferman". Çima navê wî xera dike û jê re dibêje "Fermo!". Gerek rêveberî derhal vî kesî ji kar bigire.

Jan Çiya


Gotinên miftehî :