Car,car

Car

A+ A-

Carinan jî wekî pêsîra dayikê ye, haya te jê tune bê çi ye, lê tu bi devan diherê, dimêjî.

Wekî têkiliya navbera girî û birçîbûnê ye, tu bi cih tînî. Kengî tu tiştekî bixwazî tu digirî, lê haya te piştî gelek salan jê çêdibe, bê te çi rast kiriye, di wî temenî de, di wan şert û mercan de.

Carên ku haya te jê heye, lê tu pêdiviya wê bi cih naynî, naynim zimên. Ew derdekî din e, gotina wê kezebreşiyek din e.



Jiyan, ew demên te, yên kirinên te, ku haya te jê tune lê te pêdivî bi cih aniye û haya te jê heye lê te pêdivî bi cih neaniye û wan demên te yên lêgerîna haydarbûnê ye.


Gotinên miftehî :