1. Tekst

  2. Gotar

  3. Bahoz Baran
  4. Cegerxwîn Tê Pişaftin
Cegerxwîn Tê Pişaftin,cegerxwîn,tê,pişaftin

Cegerxwîn Tê Pişaftin

A+ A-

Di sedsala 21’ê û di sala 2010’an de li ber çavên me hemûyan(çavên me birijin) pişaftin govenda xwe li dar dixe û em jî bûne temaşevan jê re. Li hemberî pişaftinê ne polîtîka, ne bername û ne jî xebatek…

Eger kurd bi tevde berê xwe bidin zimên, kurd li kurdî vegerin, polîtîkayên pergala desthilatdar dê di çar-pênc salan de têk herin. Em çi dikin li hemberî pişaftinê, em tiştekî nakin! Em li bendê ne ku dewlet  vê rewşê çareser bike. Wisa xuya dike ku me ev rewş qebûl û normalîze kiriye di nava xwe de; li hemberî pişaftinê polîtîkayeke me tune ye, tune ye polîtikayeke me ya zimên, me ji  girîngiya zimên fêm nekiriye, pêşengên me fêm nekirine ku ziman çiqas girîng e; hinek kesên ku fêm dikin jî pir tişt his nakin, naşewite hundirê wan; em bîst milyon in li Tirkiyeyê; lê mixabin û sed mixabin tune ye li hemberî pişaftinê polîtîkayeke me? Eger hebûya polîtîkayeke me; bajarên me di warên de zimên de nediketin rewşeke bixeter. Eger hebûya polîtîkayeke me dê hinekan bi zorê û me jî bi kêfxweşî zimanê serdestên xwe hînî zarokên xwe nekira; hebûya polîtikayeke me dê hinekan di temenê pîr de dayikên me hînî zimanê serdestan nekirina. Eger li hemberî pişaftinê polîtîkayeke me hebûya dê hinekan li Amedê “Cegerxwîn” hînî  zimanê serdestan nekira. Fermo, em bi hev re li rewşa saziyeke nuh ya ku li Amedê vebûye binihêrin û qêrîna Cegerxwîn bibihîzin.



Par li Amedê(li navenda pişaftinê) avahiyeke bi heybet hat damezrandin. Navê wê kirin “Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn”. Ji bo navê wê derê dewletê nerazîbûn nîşan da û navê Cegerxwîn nehat qebûlkirin; lê şaredariyê dîsa ew nav lê kir.  Wê demê kesên berpirsiyar gotin em ê her tiştên wê derê bikin kurdî, em ê wê derê bikin dibistana kurdî. Di serîlêdanê de jî bersiyaran got em ê kurdî bikin şertê yekem, kesên ku kurdî nizanibin dê nekevin wê derê. Me jî got, a rast ew e û em pir kêfxweş bûn. Par min di nivîseke xwe de qala wê derê kiribû û min gotibû, em ê binihêrin de ka ew berpirsiyar li ser gotina xwe disekinin an na. Niha di nûçeyan de tê gotin ku ew sazî van rojan dê vebe, belê di warê fermî de van rojan ew sazî dê vebe; lê tiştê ku em dizanin ew sazî  çend meh in ku dixebite û niha li wê derê gelek xwendevan dikevin dersan.

Çend roj berê min jî got ka ez herim binihêrim çi li wê derê diqewime? Li devê derî sewta zimanê serdestan hat guhên min. Dema ku ez derbasî hundir bûm, min dît ku dîwar jî bi zimanê serdestan dipeyivin, li her derî nivîsên zimanê serdestan  hatine daleqandin. Kurdî di hinek kuncik mincikan de dîsa bûye zaroka sêwî. Gelek rêveber û ewlekar bi hev re bi zimanê serdestan diaxivin, li jor, li jêr gelek ciwan jî li dora zimanê serdestan diçin û tên. Min ji xwe re got, ku destpêk weha be dê dawî çawa be? Ez ricifîm, Cegerxwîn hat ber çavên min, Ce-ger-xwîn! Min got ez bipirsim ji yekî/ê, bipirsim bibêjim, hûn Cegerxwîn nas dikin? Lê min nepirsî, girî ket qirika min û bi lez ji wê derê derketim. Min got, helal be ji we re, helal be ji we re ku Cegerxwîn bi destê we tê pişaftin! Li bajarê me, li ber çavên me(çavên me dîsa birijin), ev çi gosirmet e? Divê vê saziyê mirov hînî kurdî bikirina û xebatên xwe bi kurdî bikirina; lê em dibînin ku kesên ku hatine pişaftin, vê saziyê hînî zimanê serdestan dikin. Kanî ziman, kanî rûmet, kanî hebûn?

Belkî hinek kes bibêjin, bismîllah hê sazî nû vebûye ka em hinekî bisekinin. Lê rastî li holê li ber çavên me hemûyan e. Gelek saziyên me bi vî hawî xizmetê dikin ji serdestan re. Qey em nizanin. Pêşiyên me jî gotine: “Roja reş ji sibê kifş e.” Em pir baş dizanin ku ew sazî û bi hezaran sazî bi têkoşînê bi dest ketine û ew ên gel in. Divê kurd destûrê nedin vê yekê. Em dikarin pêşiya vê yekê û tiştên weha bigirin, eger bertek neyên nîşandan, eger weha bidome, dê ji destê me here ew der, weke hin derên me yên din. Niha Cegerxwîn li me dinihêre, niha Cegerxwîn di gora xwe de ne rehet e! Jixwe Cegerxwîn bi têra xwe giriyabû. Jixwe Cegerxwîn ceger kiribû xwîn. Divê ew rêveber û berpirsiyarên wê saziyê yan dest bi rastiyê, dest bi zimanê xwe bikin yan jî ku niyeta wan û zimanê serdestan heye, ji kerema xwe re bila navê Cegerxwîn jê bibin û neherimînin û bila Cegerxwîn ceger neke xwîn û bila negirî. Em bi destê xwe mala xwe xerab nekin. Hey hêja Cegerxwîn! Dengê te tê min, te got û tu dibêjî:

“Ey Kurd ji xew ranabî qey
Her wa di xew da ta bi key

Cegerxwîn ji destê we dinalî, bê xurd bê rêzan û xew
We li ser dilê min kişandin hezar şîş û hezar dax û key”

Bahoz BARAN


Gotinên miftehî :