1. Tekst

  2. Nirxandin

  3. Can Seker
  4. Cejna Noelê Pîroz be!
Cejna Noelê Pîroz be!,Cejna,Noelê,Pîroz,be!

Cejna Noelê Pîroz be!

A+ A-

Cejna noel, cristmas, ango jul ji aliyên îsewiyan ve her sal di 25ê kanûnê de tê pîrozkiririn. Ev cejn di ola îsewîtiyê de cejna herî mezin e. Di vê cejnê de diyarî û xelat tên dayin. Qewm û nas, heval û hogir tên ziyaretkirin. Di dêran de ayin û di malan de muzîk tên guhdarkirin. Leystik tên leystandin. Libasên herî xwe? tên lixwekirin. Xwarinên herî xwe? tên amadekirin. Meyên herî xwe? tên vexwarin. Her der bi lempeyên rengîn tên xemilandin. Herkes devliken e. Bi kurtayî sersala Îsa Pêxember bi awayekî herî xwe? tê pîrozkirin.Mizgîniya Melekan: Meyrema di xamatiya xwe de dibe destgirtiya Ûsiv. Meyrema hê bakîre ye. Rojek melekek (Gabrîel ango Cebraîl) jê ve xweya dibe û jê re dibêje; "Meyrem! Tu dê di nêzîk de bi zarok bimînî û dê ji te re kurek çêbibe. Ew mesîh e. Ji navan navê Îsa ango Jesus lê bike". Meyrema ditirse û bersiv dide; "Destê min hê bi destê tu zilamî neketiye û ez hê bakîre me. Ez dê çawan bi zarok bimînim"? Cebraîl bersiv dide; "Meyrema netirse. Ma ?ika te ji mezinahiya Xweda heye? Xweda çawan bixwaze, herti?t wek xwestina wî dibe"! Û Cebraîl ji ber çav wenda dibe.Pi?tî demekê Meyrema bi zaro dimîne. Meyrema bûyerê ji destgirtiyê xwe Ûsiv re vedike. Ûsiv dikeve nav hizran û nizane dê ka çi bike. Heger ku Ûsiv ji Meyrema bawer neke dê Meyremayê bi zinakarî were tawanbarkirin û were kevirkirin û ku?tin. Ûsiv xerat e û bawermendek mûsewî ye. Ûsiv, di derbarê mesîhtiyê de dest bi lêkolînan dikê û di tewratê de rastî ayetên mijara mesîhtiyê tê. Bi wî awayî baweriyê bi gotara Meyrema tîne. Ûsiv, Meyrema diparêze û ji kûrê wê Îsa re bavîtî dike. Di îsewîtiyê de Ûsiv wek ezîz, welî û parêzkarê karkeran tê dîtin.Ji vir û du hezar sal berê li Rojhilata Navîn deshilatdarî di destê Romayê de bû û serdar Herodes bû. Ji bo ku Roma karibe bacê ji gel berhev bike, diviya bi nifûsa heremê bizaniya. Fermandarên romayî, bi fermanek ji gel re didin xuyakirin ku kî li kîjan bajarî çêbûbe divê here wir û di defterê de xwe qeyd bike. Ûsiv û Meyrema destgirtiyên hev in û li bajarê Nasaretê dijîn lê belê ew ji bajarê Betlehemê ne û divê ew herin Betlehemê ji bo ku xwe di deftera romayiyan de qeyd bikin. Meyrema bi zarok e lê Ûsiv neçar e ku wê jî bi xwe re bibe Betlehem ê. Ûsiv kerek amade dike û Meyrema lê siwar dike û diçin Betlehemê. Betlehemî ji her alî ve hatine Betlehemê û hemû li wir kom bûne. Ji bo razanê di xanan de cîh nemane. Xwediyê xanek rew?a Meyrema dibîne û razî nabe ku Meyrema ?evê li derve di bin sermayê de derbas bike. Xwediyê xanê wan dibe malê û wan di kadînê ango axûrê de bicîh dike. Ew ?ev Meyrema diwelide û jê re kurek çêdibe û wek ku berê melekan jê re gotibûn, navê Îsa ango Jesus lêdikin. Roja 25ê kanûnê, mîna rojbûna Îsa tê qebûlkirin. Ew ?ev stêrkek li esmanan diçirise û ?ev dibe weke nava rojê.Çar ?ivan li ?evînê ne. Pê?î roniya stêrkê dibînin û pa?ê jî beytan ji melekan dibihîsin. Di naveroka beytan de melek weha dibêjin; "Mizgîn li hemû mirovatiyê! Î?ev ?evek pîroz e. Îsa mesîh di kadînek de hat cîhanê (welidî). Ew xelasiya hemû mirovan e." Dema ku ?ivan roniya stêrkê û beytan dibisin ji hev re dibên em herin li kadînên xwe binêrin, belkî ew kadîn, kadîna yekî ji me be. Sê ji wan berê xwe didin malên xwe û li kadînên xwe dinêrin. Pa?ê rastî kadîna ku Îsa tê de ji dayîk bûye, tên. Li gor agahiyên ?ivanan çavên Îsa wek stêrkan diçirisîn. Ji bo ku ?ivan ji ayetên Tewratê yên li ser mesîhtiyê haydar bûn, wan Îsa di cîh de hebandin. Ayetek di Tewratê de li ser mesîhtiyê weha ye: Tewrat 24:17-19; "Ez wî dipêm, li hêviya wî me, lê ne di vê demê de. Ez wî dibînin, lê ne di vê demê de. Ez lê dinêrim, lê ne di vê demê de. Dê stêrkek ji Akub berz bibe û Îsraîl ronî bike. Dê serê Moab bipelçiqîne û nif?ên Set tar û mar bike".Heman stêrk li Medyayê, ji aliyê sê ferzendên ango ke?î?ên mecûsî ve jî tê dîtin. Ev her sê mecusî bêyî ku hay ji hev hebin vê stêrka çirisandî dibînin û li dû ?opa wê diçin heta ku tên Betlehemê. Di Încîlê de, di ayeta matteus 2:3 de, (yek ji ?agirdên Îsa) Matteus behsa van her sê qiralan ango ferzendên Magoî (mecusî) dike û wan bi Kaspar, Melker û Baltazar bi nav dike. Em îroj dizanin ku di wê demê de tenê kurd xwediyê ola mecusîtiyê ne û em dizanin ku têgiha mesîhtî, têgihek mecûsîtî û zerde?tiyê ye û di demê de ketiye nav ola mûsewîtiyê, lê dîsa jî divê li ser lêkolîn bê kirin. Ev her sê mecusî xelatan ango diyariyan didin Îsa. Xelatên ku neha îsewî di vê cejnê de didin hev ji ber xelatdayina van her sê kesên pîroz hatîne girtin û bûye weke edetek.Di êvara cejna cristmasê de Tomte ango Noel (Kalik) hemû salê amedekariyên xwe kiriye û xelatan ji zarokên ba? re amade kiriye. Êvara cejnê, Tomte li derê hemû malên ku zarokên ba? têde ne de dixe û xelatan dide wan û wan pîroz dike. Tomte di nav zarokan de gelek populer e.Bi munasebeta cejna cristmas, lê beriya cejna cristmas Lucia jî tê pîrozkirin. Di dema romayê de, Lucia keçikek Îtalî ye. Destgirtiya yekî romî bûye. Destgirtiyê Lucia wê bi îsewîtiyê tewanbar dike û lê gilî dike. Ew dem îsewîtî li romayê qedexe ye. Lucia digrin û her du çavên wê yên belek derdixin û ji dergistîyê wê re diyarî dikin. Romî dixwazin Lucia bi?ewitînin, lê pa?ê xencerek li ser dilê wê dixin û wê dikujin. Pi?tî ku îsewîtî dibe ola fermî ya Romayê, Dêr Lucia bi ezîzetiyê xelat dike û Lucia iroj di ola îsewîtiyê de wek ezîzeyek tê dîtin û her sal beriya cejna cristmasê cejna Lucia tê pîrozkirin. Bi vê munasebetê ez cejna hemû îsewiyan pîroz dikim û dibêjim; Merry cristmas, God jul!

Can Şeker 27 kanûn 2006 çarşem


Gotinên miftehî :