1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mem Mîrxan
  4. Cejna “pîm û bombeyê”
Cejna “pîm û bombeyê”,Cejna,“pîm,û,bombeyê”

Cejna “pîm û bombeyê”

A+ A-

Şaredar  tevlî pîrozbahiyan bibin jî skandal e, weke me got  tekdîra îlahî  di heman rojê de  nexweş bikevin , an jî li Enqerê  karekî  lezgîn derkeve  û tevlî merasîmê  nebin jî  skandal e.

Bi kurtî di navbera dêr û mizgeftê de mane.

Cejn  rojên kêfxweşiya gelan in.

Lê ku hûn ji gelê kurd bipirsîn û bêjîn  îro cejna çi tê pîrozkirin? Kesek nizane.

Encex piştî li li nûçeyên telelevizyonan  temeşe kirin,  pê dihesin  ku cejnek din a derewîn hatiye pîrozkirin.

“Disa leşkeran bi destê şaredar  negirtiye(Amed), di pirotokolê navê şaredar  de nehatiye xwendin (Colemêrg), şaredar tevlî pîrozbahiyan nebûye (wan) ....”

Teşteka  din ku di van cajnan de bala mirov dikişîne ev e.

Weke nexweşiya şaredarên DTPyî,  leşker û  payebilinên dewletê jî di wê rojê de bi nexweşiya nîjadperestiyê dikevin.

Her sal di van pîrozbahiyên cejna dewletê de,   sloganek nû,  ecêbiyekê nû tê afirandin.

Îsal jî di meşa leşkeran a nav bajêrê Amedê de  sloganek zaf şahane berbat hat afirandin.

“Pîmê bikişîne bombeyê biavêje”

Kê ev slogan  li hev aniye   ez wî pîroz dikim.

 Gelek afirîner e.

Li guhê mirov jî xweş tê. “Pîmê bikişîne bombeyê biavêje”

Hemû leşker jî di meqamê  starana “ Edlê rabe sibe ye” ya kurdî de bi dîsgotina “yaylalar yaylalar” li hev vedigerînin.

“Pîîîmê  bikişîne boooombeyê biavêje”, yaylar yaylalar...

Belê seata we nexweş.

Lê ku ji mirov zorê bide xwe  gelek sogan û gotinên stranên ecêbtir dikare peyda bike.

Mînak:

“Kêrê bigre guh jê ke”  yar yeman yar yeman,

“Ji guhan tizbî çêke “ dilo dilo dilo can.

“Bîran bikole tijî kurd bike” ”  yar yeman yar yeman,

“Wala wan wêran bike” dilo dilo dilo can .

Ez cejna we ya rastîn  “Roja Aştiya cîhanê” ji dil li we hemîyan  pîroz  dikim.

Mem MÎRXAN

Gotinên miftehî :