1. Tekst

  2. Pêkenî

  3. Amîda Kurd
  4. Ceribandina Dînan
Ceribandina Dînan,Ceribandina,Dînan

Ceribandina Dînan

A+ A-

Nexweşxaneya dînan biryar daye ku 2 dînan berdin. Bijîşkan di nav xwe de gotine "em wekî cara dawî ceribandinekê bikin, em bibînin ka aqilê wan çiqasî hatiye serê wan."

Li ser vê yekê herdu dîn birine ber maseyekê dane rûniştandin. Firaxek tijî zeytûnên reş danîne ser maseyê, firaxek din jî tijî kêzikên reş kirine û danîne ser maseyê. Piştre gotine:

- Fermon! Bixwin.

Yek ji dînan destê xwe davêje zeytûnan û dest bi xwarinê dike. Yê din hema dibêje:

- Pêşî em nehêlin ev ên din birevin, em pêşî wan bixwin.

Werger: Rêzan Tovjîn


Gotinên miftehî :