1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mem Mîrxan
  4. Ceribandinek li ser rewşenbîriya kurd
Ceribandinek li ser rewşenbîriya kurd,ceribandinek,li,ser,rewşenbîriya,kurd

Ceribandinek li ser rewşenbîriya kurd

A+ A-

Bersiva vê pirsê bersiva "rewşenbîriya kurd e" jî.

Ez Rewşenbîriya Kurdan di sê beşan de dadihûrînim:

a- Ên ku dewlet ji wan  re dibêje "rewşenbîr",
b- Ên ku ew bi xwe ji xwe re dibêjin "rewşenbîr",
c- Ên ku tu kes wan wekî "rewşenbîr" nabîne.

a) Ên ku dewlet ji wan re dibêje “rewşenbîr”:
Her kes wan nas dike. Her roj li televizyonekê ne. Der heqê Kurd û Kurdistanê de her tiştî dibêjin. Perdeya ber devê wan tune ye. Her tiştî bi hêsanî nîqaş dikin. Ji serxwebûnê bigire heta federasyonê, tu gotineke wan dewletê naêşîne. Lewre dewlet dizane “çend mû bi qûna wan ve ye” piraniyên wan xwedî meaş û statû ne.  Bi awayekî  hevbeş li heber hemû polîtikayên PKK’ê ne. “Dibe ku  Kurdistan bi şerê çekdarî rizgar bibe” lê ne bi çekdarên PKK’ê, dibe ku Kurdistan bi tekoşîna sivîl û civakî azad be, lê ne bi tekoşina sivîl a PKK’ê, dibe ku rojekê em jî xwedî maf bin, zimanê me, çanda me serbest be, lê dûrî PKK’ê.” Bi giştî fikra rewşenbîrên dewletê wisa ne.

b)  Ên ku ew bi xwe, ji xwe re dibêjin “rewşenbîr”:
 Ji welêt bigire heta bajarê lê dijî, ji bajêr bigire heta malbatê, heta haya jina wî jî jê tune ye ku rewşenbîr e. Hemû gotinên wî bi gotina “em nivîskar û rewşenbîrên kurd “ dest pê dikin. Hemû tiştan dizane, lê tu tiştî nake. Minak dibêje: “êdî bes e!, Ma heta kîngê mirov ê serê xwe dayne, her roj bi hezaran bombeyan bera ser serê me didin, divê mirov xwepêşandaneke ku 100 hezar mirov tev lê be amade bike.” Belê xwepêşandaneke 100 hezar mirov tev lê dibin li dar dikeve, lê tim yek jê kêm e. Nabe 100 hezar û yek. Piraniya van rewşenbîran ji dewletê meaşê distînin. An karmend in an karker. Tu carî riya wan bi getoyan nakevin. Li ser birçîbûnê dinivisînin, lê tu carî birçî namînin, li ser evînê dinivisînin lê tu evîndarên wan tune ne. Ji tu kokteylê jî namînin, lê tu kokteyl  ji bo wan û berhemên wan nayên çêkirin. Piraniya rewşenbîrên Kurd di vê beşê de cih digirin.

C)  Ên ku tu kes wan wekî  “rewşenbîr” nabîne:
Ez xwe jî di vê kategoriyê de dibînim. Hema tu kîjan kevirî rakî di binî de ne. Der heqê her bûyerê de nivîseke wan heye. Gotina wan bi “min di nivîsa xwe de gotibû” dest pê dike. Ne dewlet, ne milet ne jî hikûmet wan cidî nagire. Tevî hemû çalakiyên legal û ilegal dibin. Ku mikrofon bikeve destê wan dikarin bi saetan bipeyivin û peyvên herî mezin dibêjin. Nivîsên herî qerase dinivisînin. Di her karî de tevkarî û alîkariya wan heye.  Lê haya tu kesî ji wan tune ye. Zarokên wan piranî bi zimanekî din dipeyivin. Ne ji têrbûnê, ne jî ji birçûnê hez dikin. Þevê ji ber tarîbûna wê, rojê ji ber ronahiya wê rexne dikin. Kakilekî rewşenbîriyê herî zêde di vê beşê de heye, lê ne haya wan, ne jî haya gel jê heye.