Cilên Evînê,Cilên,Evînê

Cilên Evînê

A+ A-

Malekê qîza xwe daye mêr. Piştî 2-3 rojan deng ji mala zava nehatiye, diya keçikê çûye li derî xistiye.

Keçikê şûtî adem derî vekiriye, gotiye xêr e dayê.
Dayê gotiye "qîza min ka kincên te, ev çi hal e?"

Keçikê gotiye "dayê çi seriyekî paşvemayî bi te re ye, malneketê ev cilên evînê ne."

Dayikê nihêriye zava jî hat. Ew jî şûtî adem e, tiştek li ser tune.

Dayê gotiye "ev çi hal e belqitiyo, ma hûn dîn bûne ?"

Zava gotiye "dayê çi seriyekî hov bi te ve ye, malneketê ma te kincên evînê nediye."

Jinik şaş û metel çûye mal. Hinekî serê xwe xurandiye. Dûre gotiye "bi xwedê mêrik hîç cilên evînê nedît, tu bisekine ez li xwe bikim."

Rabûye xwe şûtî adem kiriye, li hêviya mêrik maye.

Mêrik hatiye nihêriye ku jina wî şilfî tazî ye, gotiye "ev çi ye xanim, qey te aqil berdaye?"

Jinikê gotiye "mêro weleh tu jî xwedî seriyekî hov î, ma tu cilên evînê nabînî"

Mêrik gotiye, "keçê ez dibînim, lê te çima ûtî nekir?"


Gotinên miftehî :