1. Tekst

  2. Gotar

  3. Samî Tan
  4. Civak û statû
Civak û statû,civak,û,statû

Civak û statû

A+ A-

Samî TAN

Di civakê de rewş û cih û payeya mirov statûyê pêk tîne. Her mirov li gorî mercên ku tê de dijî, li gorî karîn û zanîna xwe, li gorî taybetiyên civaka ku tê de dijî xwediyê payegehekê ye. Ez niha peyva “paye” bi kar tînim, lê ez ditirsim ku hevalê/a edîtor dîsa peyvê fehm neke û rabe peyva “paye” bike “pay”. Ji ber ku min di gotareke xwe de gotibû “payeya herî bilind a şehîdan e” hevalê/a me kiribû “paya herî mezin a şehîdan e”, heke min bixwesta peyveke di wateya “behre û par” bi kar bînim, min ê li şûna forma bi tirkî, peyva bi kurdî tercîh bikira. Mixabin di nivîsên min de ev yek pir hatiye û tê serê min. Hevalê/a edîtor pirî caran li şûna ku şaşiyan sererast bike, rastiya şaş dike. Bi kurtasî li şûna ku kil bike kor dike.

Xwezî hema bila kor bima, ma çi dibû. Belkî jî hevalê/a edîtor jî wekî kesê di vê çîrokê de difikire. Go, rojekê yek di zinêr wer dibe, dikeve û dimire, xizmên wî têne serê û yek ji wan dibêje: “De çê mir, lê çav derketana me yê çi xwelî li serê xwe bikira.”

Ez bawer dikim dê edîtorê/a me wekî gelek xwelîseran tiliyên xwe dayne ser tîprêzeya xêvjimêrê anku keyboarda kompîtûrê lêkera “tê werbûn”ê bike “tê de werbûn” ez tika dikim karekî wiha meke, hinek lêkerên biwêjî hene, her çiqas di serî pêşdaçek “di” hebe jî di dawiyê de paşdaçeka “de” nîn e. Her wekî “tê dan” “tê werbûn”, “tê werkirin” “tê werdan” ûhwd. Ez dizanim, ez hinekî ne, gelekî ji mijara xwe avarê bûm, lê belê carinan Şêx Zubêrê Kurdî dil û mêjiyê min dagir dike û nahêle ku ez nivîseke ciddî binivîsim.

Welhasil, piştî ku min şûrê xwe çend caran daweşande edîtorên rojnameyê, êdî ez dikarim vegerim ser mijara xwe. Belê me statûyê dikir. Her wekî mirov çawa li ser rûyê cîhanê di nav civakekê de dijîn û di nav wê civakê de jî xwediyê cih û pozîsyonekê ne. Civak bi xwe jî di nav civakên heyî de xwediyê cih û payegehekê ne. Hinek ji wan di kavilxaneyan de dijîn, hinek jî di qesr û qonaxan de. Hin caran qesr û qonaxên heyî têra wan nakin ( bi kurmanciya Semsûrê bi wan nakin), radibin ji xwe qesr û qonaxên nû lêdikin.

Çawa ku di nav civakê de hinek li hêla jorîn rûdinin, hinek jî li nav şekalan rûdinin û şekalên xelkê rast dikin, wisa jî li ser rûyê cîhanê jî hinek xwedan dewlet in, kar û barên gerandina çerxa cîhanê di destên wan de ne, hinek jî her tim divê dûvikê dûv hebanê bin. Ew nikarin li ser navê xwe tiştekî bikin. Bo nimûne, berî şoreşa Rojava, li vî parçeyê Kurdistanê kurdan nedikarî li ser navê xwe parçeyek erd bikiriya, heke diravên wan hebûna jî wan nedikarî ji xwe re dukanekê vekin, mecbûr bûn ku li ser navê yekî ereb vî karî bikin.

Li Tirkiyeyê bi gotina hinek nîjadperestan, kurd dikarin bibin her tişt, lê dîsa bi gotina Sirri Sureya Onder, kurd bi tenê nikarin bibin kurd. Ev yek jî girêdayî statûya wan e. Li ser rûyê cîhanê ji kurdan re tu statû nehatiye diyarkirin. Ew li ser navê xwe nikarin bibin tiştek. Kurd ji ber zilma dewletên dagirker direvin, heta welatên Ewropayê diçin, lê li wir jî dîsa wekî kurd nayên dîtin, welatiyên kîjan dewletê bin, ji neteweya serdest a wê dewletê têne hesibandin.

Îro ev rewş êdî bi têkoşîna kurdan diguhere, pêşî li Başûr pir- hindik statûyeke kurdan pêk hat. Niha li Rojava rewş diguhere û kurd dibin xwediyê gotina xwe. Li pey wê jî Bakur û Rojhilat tên. Heçî Bakur e, her çiqas ji aliyê fermî ve hê kurdan statûyek bi dest nexistibe jî di kirdariyê de kurdan bi têkoşîna xwe rewşa xwe gelekî guhartiye. Ev rewş dê hê baştir bibe. Tirsa AKP’ê ji ber vê yekê ye. AKP dixwaze kurd bibin dûvikê dûv hebanê, wekî berê ne li ser hesabê xwe, li ser hesabê wan kar bikin. Rayedarên AKP’ê dixwazin kurd bibin kurdên wan, xizmeta wan bikin, di nav şekalan de rûnin û pêlavên wan rast bikin. Lê ew dem û dewran derbas bû, êdî kurd ne kurdên berê ne, rewş û mercên berê napejirînin. Gelş û gelemşe, şer û pevçûn ji vir derdikeve.


Gotinên miftehî :