1. Tekst

  2. Gotar

  3. Sîdar Jîr
  4. CIVAKNASIYA WÊJEYÊ
CIVAKNASIYA WÊJEYÊ,civaknasiya,wêjeyê

CIVAKNASIYA WÊJEYÊ

A+ A-

Civaknasî beşeke zanistê ye ku ji gelek aliyan ve dîsîplînên din ên zanistê digihîne hev û têkiliya di navbera wan de derdixe holê. Her wiha bi gelek awayan kom û civatan rûberî hev dike. Jixwe yek ji armancên sereke yên civaknasiyê jî ew e ku vê berawirdî û rûberiyê bi rê û rêbazên zanistî pêk bîne û cudahî û têkiliya xwezayî ya di navbera dabeş û koman de lêbikole û derxe holê.

Bi awayekî bi rêk û pêk civaknasiya wêjeyê di sedsala 19’an de ji aliyê Hippolyte Taine(1828 – 1893) ve hatiye sîstematîzekirin.

Lê paşê Estetîkparêzên Marksîst jî di vê biwarê de behrem afirandine û bêhtir sîstematîze kirine.

Wekî gelek dîsîplînên din ên ku rasterast bi hev re têkildar in, têkiliyeke xurt di navbêra civak û wêjeyê de jî heye. Faktorên ku di van beşan de jî di gelek waran de bi hev re têkildar in. Yanî faktorên sereke yên hunera wêjeyê hunermend, behrem, xwînêr û dem bi her awayî di nava civakê de ne.

Jixwe em nikarin nivîskar ji civakê bikin. Nivîskar di warê çandî, civakî û estetîkî xwedî nasnameyek e di nava civaka ku têde dijî. Wê demê em tên ser teza ku huner vebeyîna ji civakê ye.

Civaknasiya wêjeyê yan jî zanista wêjeya civaknasî hemû tiştên derbare wêjeyê de û ji her aliyî ve li ser mercên ekonomîk û civakî yên wêjeyî, bi awayekî giştî di dema afirandina wêjeyê de bi çi re rû bir û mabe yan jî di têkiliyê de be hildide dest.

Afirînerê berhema wêjeyî nivîskar, wekî endamekî ji civaka xwe hem di qada wêjeyê de hem jî di qada civaknasiyê de hêmayek e.

Civaknasiya wêjeyê rewşa nivîskar a serdema ku têde jiyaye, rewşa wî/ê ya aborî, payeya nivîskar a di nava civakê de, tiştên ku jê hez dike/berketî yan jî jê xwe dûr digire, feraset û helwesta nivîskar a li hember jiyanê, asta perwerdehî û xwendina nivîskar lêdikole û pêşkêşî civakê, xwînêr, nivîskar, nifşên nû û qada navneteweyî dike.

Civaknasiya wêjeyê, wekî dîsîplîneke zanista wêjeyê cara pêşîn di destpêka salên 1900’î de li welatên Eniya Rojava û DYA’yê derketiye holê. Piştî wê di salên 1970’yî de li Elmanyaya Federal bûye qada xebatên medodolojîk. Tê qebûlkirin ku xebatên civaknasiya wêjeyê li Rojava bi Madame de Stael dest pê dike.

Tevgera xwendekaran ku dikeve nava livbaziyê, bi Şerê Duyem ê Cîhanê re, li dijî sazûmaniya xweser a wêjeyî, rêgeza berpirsiyariyê siyasî û civakî ya wêjeyî derdxe pêş. Li gorî vê yekê rexneya wêjeyî ne tenê ji bo taybetiyên estetîk ên berhemê ne, di heman demê de divê têkilliyên civakî jî li ber çavan bigire.

Di vê serdemê de rola sereke ya Georg Lukács, Walter Benjamin û civaknasên ekola Frankfurtê ne ku derbarê civaknasiya ampîrîk a wêjeyê de xebat kirine. Bi van hewldanên xwe kirine ku ronesansa civaknasiya wêjeyê dest pê bike.

Dema ku mirov bixwaze di civaknasiya wêjeyê de baş têbigihîje, sembolîzm, wezna di risteyan de, mîtolojî, baweriya olî û pêvajoyên guherînê û veguherînê yên van têgihan bêhtir vê yekê şênber dike.

Kesên ku ji felsefeya civakî bawer in hewl didin ku têkiliya di navbera bandora ku civak li wêjeyê dike û ciyê wêjeyê yê di civakê de derxin holê.

Rexnegirên Marksîst ev yek bi riya xebatên xwe yên derbarê wêje û civakê pêk anîne ku armanca wan civakeke “bê çîn” bû.

Digel hemû faktorên ku hatine vegotin jî, ziman bingeha têkiliya civak û wêjeyê ye. Di rewşeke çandî-civakî de pêk tê û di heman demê de xîmê wêjeyê ye jî. Ziman berhemekî çandî-civakî ye. Wê demê nivîskar jî parçeyekî jênaveger ê civakê ye.

Ev gotar ji Azadiya Welat hatiye girtin


Gotinên miftehî :