1. Tekst

  2. Gotar

  3. Ezîzê Cewo
  4. Daxwîyanîya Mesûd Barzanî
Daxwîyanîya Mesûd Barzanî,daxwîyanîya,mesûd,barzanî

Daxwîyanîya Mesûd Barzanî

A+ A-

BI XWE BI’NHÊRIN: MIROVÊ BIKARIBE ÇI NAVÎ LI VÊ BIKE?!

Mesûd Barzanî: “...Ya pêşmergeyan hêz û derfetên wan bi sînor in, ji bo ku ew bikaribin xwe bigihînin bajarê Kobanê yê K’urdistana Sûrîyayê, ji ber ku p’ir’anîya erd û aqarên di navbera Kobanê û Herêma K’urdistanê da di bin destê ç’ekdarên “Dewleta îslamî” da ne. Ji ber vê sedemê jî çûyîna hêzên pêşmergeyan a Kobanê hatye paşxistin...”

Wek ku malp’er’a Kurdistan.ru r’adigihîne ( http://kurdistan.ru/2014/09/27/news-

22465_Prezident_Barzani_Peshmerga_ne_mogut_popast_v_Kobani.html ), r’oja pêşemê (25. 09. 2014), piştî hevdîtinên bi Wezîra P’arastinê ya Almanîyayê, Ûrsûla fon dêr Layênê r’a, Serokê Herêma K’urdistanê bir’êz Mesûd Barzanî di civîna çapemanîyê da r’agîhandye, ku “...Ya pêşmergeyan hêz û derfetên wan bi sînor in, ji bo ku ew bikaribin xwe bigihînin bajarê Kobanê yê K’urdistana Sûrîyayê, ji ber ku p’ir’anîya erd û aqarên di navbera Kobanê û Herêma K’urdistanê da di bin destê ç’ekdarên “Dewleta îslamî” da ne. Ji ber vê sedemê jî çûyîna hêzên pêşmergeyan a Kobanê hatye paşxistin...”

Li vir mirov çi dikaribû bigota:

– Ya yekem; dibe ku kek Mesûd biborîne, ku gêrîllayên YPG r’ê li pêşîya pêşmergeyên wî ji çeteyê DAÎŞ-ê paqij nekirine, ku ew bi hêsane bi mêvanî bên Kobanê?…

–Ya duyem, dema gêrîlayên HPG-ê û YPG-ê xwe gîhandin Şengalê, Maxmûran û deverên din ên K’urdistanê, k’ê r’ê li pêşîya wan vekir, an kê ew vexwendin?

– Ya sêyem; eger em ji vê daxwîyanîyê bawer bikin, gelo xelkê ji me r’a çi bibêje?...

Û…

– Ya dawîyê; dibe ku Kek Mesûd bendê ye, ku gêrîlla di Kobanê da bişkên, û her paşê…?

Ma k’urdeyetî weha dibe?

Dadgerê herî mezin dîrok e, her kesê li ber dada wê bisekine, ewqasî heyfa mirov li vî gelê fedekar, leheng û dilsoz tê!..

Ezîz ê Cewo 27. 09. 2014


Gotinên miftehî :