DAÎŞRAÎL,daîşraîl

DAÎŞRAÎL

A+ A-

Rizoyê XERZÎ

Tevî ku berê ev gotina ku DAIŞ û Israîlê bi yek gotinê dike DAIŞRAÎL berê jî bûbû manşeta rojanameya Azadiya Welat min xwest dîsa wî srnavî ji bo nivîsa xwe jî bikar bînim. Ji ber bi rastî jî, dema mirov berê xwe dide kiryarên çeteyên DAIŞ’ê ku li Iraq, Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê dike û êrîşên artêşa Israîlê ên li ser gelê sivîl ê Filistînê di gelek aliyan de ew êrîş dişibin hev.

Gelo çi cudahî di navbera êrîşên ku artêşa Israîlê di vê meha dawî de li dijî filistinuyan dike û bê dudilî raste rast gelê sivîl di malên wan de dikuje û êrîşên çeteyên DAIŞ ên li ser sivîlan heye.

Kiryarên hovane ên van herdu aliyan jî ji alî raya giştî ya navnetewî û saziyên mafên mirovan bi bêdengiyeke mezin tê şopandin. Saziyên navnetewî tenê hin welatên serdestiya cîhanê dikin dixwazin, li gorî daxwaza wan tevdigerin.

Wekî mînak van saziyan dengên xwe bi daxuyaniyekê be jî li dijî kuştinên komî û wêrankirina bajaran ji alî çeteyên DAIŞ ve dernexistin. Lê di dema dawî de ji ber çeteyên DAIŞ jî dest bi firotina petrola xam a hin deverên Iraqê kir bi lez Amerîka û pêre saziyên navnetewî dest bi tevgerê kirin. Ev jî baş nîşan dide ku wezîfeyek li pêşiya van komên çete heye. Her wiha dide xuyakirin ku ew ji alî hin hêzên navnetewî ve tên bikaranîn û rêvebirin. Ji aliyekî din ve jî wiha tê xuyakirin ku ew nikarin ji xeta ku ji wan re hatiye plankirin derkevin. Ev yek jî aşkera dide xuyakirin ku hêzên mezin li paş van çeteyan heye.

Her wiha ji bo kiryarên artêşa Iarîlê û kuştina filistiyan bi çekên giran û wêrankirina malên sivîlan dengekî bi hêz yê nerazîbûnê dernakeve, tenê çend dengên şermoke yên di asta daxuyaniyên bê feyde derketin holê.

Ji bo Israîlê her kes dizane ku biryarên Amerîkayê bi her awayî di bin kontrola Israîlê de derdikevin, ji ber hebûna wan a bihêz a di gongresa Amerîkayê de. Lewre jî her çendî bi hin daxuyaniyan Israîlê hişyar bike ew tenê dimînin daxuyanî, ango di warê pratîkî de ew daxuyanî tiştekî ne didin pêş ne didin paş.

Ji bo çeteyên DAIŞ’ê jî ev bêdengî heye. Tevî ku van çeteyên bi sedên caran dîmenên komkujiyên ku kirine weşandine lê tu tevgerek an jî dengekî bi hêz ji van welatan û saziyên navnetewî derneket.

Bi gotineke din mirov dikare tiştekî wiha bêje çawa ku çeteyên DAIŞ bi navê islamê hemû hovîtiyên xwe dikin û navê ola islamê bi xwe re xera dikin. Rayedarên Israîlê ên ku vî şerê qirêj û hovane li hemberî gelê Filistînê dike bi wê yekê zirarê dide navê yahûdiyan û Israîlê. Çawa ku çeteyên DAIŞ’ê komkujiyan û hovîtiyê dike, Artêşa Israîlê jî wiha çavsor bûye ku dibistaneke zarokan a ayidî Neteweyên Yekbûyî jî bombebaran bike bê ku tu hesabê tu kesekî bike.


Gotinên miftehî :