Dem û Dil,dem,û,dil

Dem û Dil

A+ A-


 

Por spî bû

Min got tişt nabe

Ya girîng por bixwe ye

Por weşiya

Min got tişt nabe

Ya girîng rû bixwe ye

Rû qermiçî

Min got tişt nabe

Ya girîng laş bixwe ye

Pişt xûz bû

Min got tişt nabe

Ya girîng dil bixwe ye

Aha wê demê û wê kêliyê

Dil bi ziman ket û got:

Ta tu gihîştî min

Te temenek temam kir

Lê hîn jî nizanî

Ev jiyan

Xwexapandin bixwe ye

 

Mahabad Felat Arda

2016-08-04

[email protected]


Gotinên miftehî :