1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mem Mîrxan
  4. Demokrasiya pûş
Demokrasiya pûş,demokrasiya,pûş

Demokrasiya pûş

A+ A-

Ez difikirim gelo li cîhanê dewletekweke dewleta tirk  eletewş heye?

Na, tune ye.

Ku heye kerem kin ji min re bêjin.

Ji roja ku Parlementerên kurd hatine bijatin û heta îro karê nemayê anîn serê wan.

Fezleke li ser fezlekeyê têne  amadekirin.

Ji bo hemû gotinên wan doz hatin vekirin.

Tevî ku mafên wanê destnedanê û nedarizandinê heye  jî  darizandinê didomînin.

Heta ewqas çavsor bûne ku dixwazin wan bi darê zorê bibin dadgehê.

Wekîlên kurd jî jî ji bo ku rê li ber van keşmeriyan bigirin her roj din av hewldanan de ne.

Ji çalakiye kê baz didin çalakiya din


Di dinyayê dewlet din tune ye ku wekîlên wan her roj di çalakiyekê de be.

Geh gireva birçîbûne, geh çalakiya rûniştinê…

Belê di dîroka Tirkiyê de yekem car parlmeneterên DTPyî li parlementoya Tirkiyê  çalakiya rûniştinê pêk anîn.

Ev jî baştirîn asta demokradiya qaşo dide nişandan.

Rewşa şaredaran ji ya wekîlan xirabtir e.

Karê wan xizmeta bajêr e.

Lê şaredarên kurd jî weke wekîlên kurd her roj di bin zextên dewletê de ne.

An ji kar têne dûrxistin an jî wan davêjin heps û zindanan.

Û hem Wekîlên kurd hem jî şaredarên kurd ji hîn çalakiyek neqediyaye derbasî çalakiyeke din dibin.

Weke dawiya vê heftê.

Roja şemiyê meşa mezin a Amedê.

Yekşem û duşem rûniştina li ber adliyê.

Ji bo asta vê demokrasiya nayloneke bê fêm kirin ez mînakekê bidim.

Do  tiştekî balkêş çêbû.

Berî ku çalakiya runiştinê pêk bê  li salona şanoyê ya şaredariya Mezin civînek çêbû.

Piştî civîn qediya hemûyan ji bo cengekê xwe kil kirin.

Lê ez çi bibînin parlementer û şaredaran jî xwe kil dikirin.

Palementera Batmanê  Ayla Akad û Parlementera şirnexê Sevahîr Bayýndir  tûrikê xwe  danîn muduriyeta çandê  û gotin: “Em
nizanin wê çi bê serê me, bila tûrik lime giraniyê neke.”

Belê parlementerên bi dengên sed hezaran kesan hatine bijartin, xwe ji bo pevçûnê amade dikin.

Di tecrubeyên du salên dawiyê de hate  ditin.

Dewletê Wekîl weke wekîlan,

şaredar jweke şaredar,

Gelê kurd jî weke mirov nedîtin.

Ez disa dipirsim:

Gelo  demokrasiyek wisa pûş  li tu welatî heye?


Gotinên miftehî :