1. Tekst

  2. Gotar

  3. Zana Farqînî
  4. Dengbêjî: Xweseriyeke muzîka kurdî
Dengbêjî: Xweseriyeke muzîka kurdî,dengbêjî,xweseriyeke,muzîka,kurdî

Dengbêjî: Xweseriyeke muzîka kurdî

A+ A-

Dengbêj ne tenê kesên stranbêj in, her wiha ew hilgirên çand û zargotina me ne ku ew xwedî reh û rî?alên dirêj in ku xwe berdane kûrahiya raboriya gelê kurd. Ji lew re em dikarin bibêjin ku ew rêwiyên dîrokê ne ku xwedî dengekî xurt, bîreke mezin in û loma jî ew hi?ên civakî ne. Ew hozanên gel in û em dikarin bibêjin ku ew Homerosên me ne.Me got ku ew ne tenê stranbêj in, her wiha ew destanbêj, çîrokbêj, waqenivîs, helbestkar, bestekar û hilberînerên berhemên muzîkê ne jî. Her ti?tên ku bi mirov re eleqedar in, her ti?tên ku di jiyanê de diqewimin, mijara berhemên wan in ku bi awayekî xweserî xwe wan bûyeran dihonin û pê?kê?î girseya gel dikin.

Ji bûyernameyan heta bi helbestên lîrîk, ji destanan heta bi berhemên edebî, bi kurtasî wan her ti?t wek stran gotiye û hewce ye em bidin xuyakirin ku, bi piranî dengbêj ne kesên xwendewar in û bi awayekî gi?tî jî mêr in.Taybetiyeke wan a din jî heye ku, ew kesên ge?tyar in û her li ?ar û ?aristanan digerin, berhevkariyê dikin, tûrikên xwe tije dikin û pa?ê jî tînin li warên xwe, li deverên din distrên. Bi vê kira xwe, dikin ku berhem li her derê welêt belav bibin. Ji lew re, ji ber vî aliyê wan, em dikarin bi hêsanî û sanahî raboriya xwe di berhemên wan de bibînin û bibêjin ku dîroka me ya devkî hinek jî deyndarê vê damezraka dengbêjiyê ye.Çendî der barê dameziraka dengbêjiyê de em îro ne xwedî lêkolînên berfireh ên zanistî yên kûr û dûr bin jî, ji ber ku dengbêjiyê heta roja îro berdewam kiriye hatiye, em der heqê wan de ew qas jî ne xwedî agahî û zanyariyên kêm in. Em dizanin ku ciwanên dengxwe? wek ?agirt li ber destê dengbêjên hosta hînî vê hunerê bûne û perwerdehiya van namzetên dengbêjiyê jî bi salan dom kiriye. ?agirt li ba hostayên xwe mane, xizmeta wan a navmalê kirine, li ser dest û piyên wan çûne û hatine. Heta ku repertuara xwe zengîn nekiribin, stran û kilaman, destan û çîrokan ji ber nekiribin, hînî stîla hostayê xwe yan jî hînî stîleke cuda nebûbin, îcazet ji hostayên xwe nestendine. Van ?agirtan çendî îcazet wergirtibin jî, di dîwanan de, di civat û caxiyan de, di ?evbihêrkan de, wan tu carî bêyî destûra hostayên xwe qîr nekirine, stran û kilam negotine. Ev dîwan û civat jî bi piranî yên mîr, beg, axa û giregiran bûne û her wiha em dizanin ku gelek mîr û begên kurdan xwedî dengbêjên navdar bûne û di rojên bi nav û nî?an de dengbêj bi bendan avêtine ber hev, heta ku yekî ji yekî re mil daniye, vê yekê berdewam kiriye.

Çendî bi piranî dengbêj mêr bin jî, dengbêjên jin ên jêhatî jî rabûne û heta zora dengbêjên mêr birine. Ji bo vê yekê nimûneya herî berbiçav ku em pê dizanin, leca di navbera ?ahê dengbêjan Evdalê Zeynikê û Gulê de ye. Evdal, ji Gulê re gava bi bendan çûne hev, mil daniye.Dengbêj hostayê deng in. Ji ber ku ew bêamûr û enstrûman hunera xwe îcra dikin xwedî deng û nefesên xurt in. Haya me gi?tan jê heye ku gotinên kilamên dîwankî, wekî lawikan, ne xwedî hejmarên kîteyên wekhev û rîtmeke tekûz in. Ji bo ku karibin misrayên dirêj zûzûka û li bêhnekê bibêjin, divê ku xwedî teknîkeke bikaranîna deng bin. Ji bo ku di dema kilamgotinê de bêhna wan neçike û karibin bêhna xwe têr ba? bi kar bînin, wan diyaframa xwe xebitandiye. Wan ji bo vê yekê jî, bi zilikan pif kiriye ava di derdanekê de, heta ku pelqik bi ser avê ketiye. A sedemeke xurtbûna bêhna wan, ji vê yekê ye jî. Em tev pê dizanin, gava dengbêj dest pê dikin distrên an destên xwe didin ber guhê xwe yan jî tiliya xwe ya nî?anê dikine kerika guhê xwe.

Ew vê yekê ne ku bêhemdî dikin, bi vê kira xwe, dengên xwe dibihîzin û dikarin dengê xwe kontrol bikin. Bi gotineke din em bibêjin, çawan îro hunermend li sehneyê bi monîtoran dixwazin dengê xwe bibihîzin da ku detone nebin, a dengbêj jî, ji bo vê rew?a hanê serî li vê azîn û rêbazê didin.Ji ber ku dengbêj ji dengê serî distrên, bêyî ku dengê wan bikeve, dikarin bi rojan hunerên xwe pê?kê? bikin. Gava destanên kurdî dibêjin, ku ew hem bi gotinkî tên gotin hem jî bi newa (melodî) tên strandin, pir bi hostayî û bi zanebûn dengên xwe bi kar tînin. Loma ew ?areza û hunermendên deng in û dengekî wan ê zîz, qube û zengilî heye. Qirika wan xurt e, paqij distrên û dengê wan jî rewan e. Bi gotina kin î kurt ku em ji vê rew?a wan behs bikin û bibêjin; ji ber ku giraniya karê wan li ser deng e, ew pispor û hostayê bikaranîna deng in, bi deng dileyîzin, dengên xwe bilind dikin, dadixin, belav dikin, kêm û zêde dikin.

Li gorî naveroka berhema xwe reng didin dengê xwe. Wekî pêlên avê dengê xwe dimilmilînin û û d qirika xwe de dixulxulînin. Di heman kilamê de, bi dengê pes û tîz jî distrin.Wekî me li jorê jî diyar kir, dengbêjan bêyî enstrûman hunera xwe îcra dikir, lê di destpêka sedsala bîstan de, nemaze bi we?ana be?ên kurdî yên radyoyên Erîwan, Bexda û Tehranê re rêbazeke nû dest pê kir û dengbêjan ligel amûrên muzîkê berhemên xwe gotin. Lê di nav dengbêjan de kevne?opiya bikarneanîna amûrên muzîkê bi temamî ji rastê ranebûye û yên ku hi?kehi?k pêgirê vê kevne?opiyê ne, hîn jî ne kêm in. Li dawiyê ez hez dikim bibêjim ku, pi?tî salên 70’yî di warê muzîka kurdî de pê?veçûnek çêbû û em dikarin bibêjin ku tevgera azadiyê stranbêjên xwe afirandin, lê belê her çi qas hin nimûne hebin jî, em nikarin bibêjin ku bi qasî stranbêjan, dengbêjên xwe jî afirandine.