1. Tekst

  2. Pêkenî

  3. Amîda Kurd
  4. Derew û Şahê Merdan
Derew û Şahê Merdan,Derew,û,Şahê,Merdan

Derew û Şahê Merdan

A+ A-

Şahê Merdan gotiye "Kî bikaribe derewekê li min bike ez ê şerbikek zêr bidimê." Li ser vê yekê heçî kesê bi xwe bawer dane ser rê, çûne hizûra Şahê Merdan. Derewçînekî gotiye:

- Çûkekî şêrek girtiye û biriye kuna xwe. Şah gotiye:

- Ku der vê yekê derew e? Qertel û balinde jî çûk in, şêr jî tiştekî wekî berx û karan e. Balinde bigire dikare bibe.

Derewçînekî jî gotiye:

- Li welatê cîran kerek bûye padîşah. Şah gotiye:

- Ku der vê derew e? Padîşahê wî welatî di pacê re li jêr nihêriye, tac ji serî ketiye. Tac ketiye serê kerê ku li jêr tewilandî ye. Tac li serê kê be ew dibe padîşah.

Yekî jî derewek wiha kiriye:

- Şahê min, min tîrek berda asîman, piştî 6 mehan vegeriya. Şah gotiye:

- Ku der vê derew e? Tîra te li vegerê ketiye ser darekê. Payizê ku pel weşiyane jî tîr li tiştekî nealiqiye û ketiye.

Bi vî rengî şah ji her singekî re werîsek diye. Lê ji wê ve yekî Zaxoyî hatiye. Yê Zaxoyî ku karê wî timî bazirganî ye, gotiye:

- Şahê min, bavê min şerbikek zêr bi deyn dabû te. Ez hatim wî şerbikê zêr bibim. Heke tu bêjî derew e, nexwe xelata derewa min bide, heke tu bêjî rast e, nexwe ka deynê bavê min bide ez bibim. 

Ji berhevka Rêzan Tovjîn


Gotinên miftehî :