Derewa Erdogan,Derewa,Erdogan

Derewa Erdogan

A+ A-

Serokwezîrê tirk Recep Tayyip Erdogan çûye Washingtonê, digel serokê DYA'yê George W. Bush rûniştiye, giliyê PKK'ê kiriye. Bush nihêriye Erdogan pir digirî, hêsirên Erdogan paqij kiriye û ber dilê wî girtiye, gotiye:

- Qet meraq neke, teknolojiya me pir pêşve çûye, em niha miriyan jî zindî dikin. Em ê pirsgirêka we çareser bikin.

Li ser meseleya pêşketina gawir û fileyan Erdogan pir li ber ketiye û xwestiye di bin de nemîne, wî jî gotiye:

-  Em jî wekî AK Partî pir pêşve çûne, endamên me niha 100 metroyî di 3 saniyeyan de direvin.

Piştî ku Erdogan vegeriyaye Ankarayê, ji rêveberiya partiya xwe re gotiye: "Çendek rojên din dê Bush were Ankara. Min derewek wisa kiriye ku dê derkeve holê û em ê rezîl î ruswa bibin. Ka em çi bikin?"

Sergirdeyên wî gotine:

- Bush jî derewek mezin kiriye. Dema hat em ê wî bibin Anitkabirê, ser gora Ataturk. Madem wisa dibêje bila Ataturk ji gorê rake. Heke ranekir jixwe dê ew rezîl bibe. Heke Ataturk rabe ser xwe jixwe tê jixweber di saniyeyekê de 100 metro birevî."

Werger: Rêzan Tovjîn


Gotinên miftehî :