1. Tekst

  2. Gotar

  3. Necîbe Qeredaxî
  4. Dersa me wê şoreş û berxwedan be
Dersa me wê şoreş û berxwedan be,dersa,me,wê,şoreş,û,berxwedan,be

Dersa me wê şoreş û berxwedan be

A+ A-

Mamosteyên Başurê Kurdistanê, ev zêdetirî salêkê ye ku mûçeyên xwe negirtine û mehên dawî çariyekek mûçe girtine. Herçî hikûmeta herêmê ye, piştî derxistina wezîrên ji Tevgera Gorran ti kar û barê wê wekî hûkûmeteke asayî nema. Wê beriya bi çend mehan biryar dabû ku mûçeyên mamosteyan bike çaryekek û yên din weke deynekî tomar bike û di dema pêş de pereyên wan bide. Lê ev sozên ku hikûmet dide ti belgeyeke wan girê bide bi pêkanînê nîne û ji wê zêdetir jî li gorî belgeyên ku dema dawî hatin eşkerekirin, Başurê Kurdistanê ti pirsgirêkeke wê ya pere nîne ji ber ku li gorî van belgeyan hat zanîn ku mehê bi milyonan dolar pere ji hatinên petrolê tên. Dîsa jî li gorî belgeyan eşkere bû ku hikûmeta Iraqê û herdû partiyên desthilatdar li Kerkûkê petrola Kerkûkê di nava xwe de parve kirin û dest danîne ser hatinên wan bêyî ku ji bo xizmeta civakê bikarbînin û hatinên wan jî bi rengêkî sergirtî û veşartî tên parvekirin. Ev helwêsta partiyên desthilatdar eşkere şerek daye destpêkirin li hemberî civakê, şerê birçîkirin, hewildanên kirîna wijdanê civakê yan jî bêdengkirina wan. Civakê bê pêşeng e û ti rêya xelasbûnê nabîne. Hewildanê hin tevger û partî û bereyên nû çi qasî hebin jî di qonaxa niha de ne di asta bersivdayîna rewşê de ye.

Bêguman ew rewşa fesadî-nelirêtî û dizî û talaniya qûta civakê tenê bandor li mamostayan nekiriye lê li hemû civakê kiriye, siyaseta “birçî bike, bila civak berê xwe nede guhertinên bingehîn” siyaseta sereke û tenê ya hêzên desthilatadar bûye, lê bi çalakî û baykotên 2 mehên dawî yên mamostayan û peyamên ku didin, wer xuya dike ku ev nerazîbûn dikarin bibin hêmana tevgereke civakî ne tenê ji bo mafên nan lê wê balê bikşînin ser hemû aliyên jiyanê. Di çalakiyên dawî yên mamostayan de belavoka wan heya mirov bibêje bes, mirovî dide hizirandin. Mamoste dibêjin, eger hikûmetê bi gef û darê zorê me bişînê sinifan, em ê jî weke xwe bikin û di hemû dersan de mijara wan wê kirîza sistemê be:

Em ê di dersa Erebî de qala bê zemîriya we bikin (zemîr peyveke giramera Erebî ye û tê wateya wijdan jî), em ê di dersa Kurdî de qala bê edebiya we bikin, em ê di dersa Ingilîzî de qala workshop, debat û panelên we yên bê encam bikin, em ê di dersa dîn de qala bêdîniya we bikin, em ê di dersa Dîrokê de qala hukmê xanedantiya li ser civakê bikin, em ê di dersa cografya de qala ji nû ve parçekirina Başûr bi destê we bikin, em ê di dersa aborî de qala dizî û talana dewlemendiyên sererd û binerd bikin,  em ê di matematîkê de qala hisabên we yên bêhejmar bikin, em ê di dersa zanistê de qala xwendinên we yên bê sertîfîka bikin, em ê di dersa hunerê de qala rûniştin, xwarin û vexwarina wê ya bêsinor bikin, em ê di dersa sporê de qala qelewbûna we ya ser qûtê civakê bikin, em ê di dersa kompûterê de qala bê aqilî û bê pilaniya we bikin, em ê di dersa Mafê Mirovan de qala revandin, kuştin û zindanîkirinan bikin, di dersa wênekêşî em ê wêneyên qesr, koşk û vilayên we bikêşin, em ê di dersa zîndeweran de qala genîbûna we bikin, di kîmyayê de em ê qala hevkêşe û deneyên we bi pirsgirêk bikin, em ê di dersa Fîzîkê de qala kişandina hêza biyanî û dagirkeran bikin ji bo ser vê axê û em ê di dersa Sirûdê de ala sipî rakin ji bo niştimana me ya hatiye firotin”.

Dibe ku mamosteyan bi rengekî metaforîk qala naveroka dersên xwe û weke qebqebûxwestineke li desthilatdaran bikin lê tiştên dibêjin, pirr girîng e û rastiya vê desthilatdariyê û rewşa heyî îfade dike. Ji bo wê jî, ew ne tenê ti hêviya nabînin ku ev zihniyeta desthilatdar guhartinên demokratîk bike, lê êdî eşkere her kes qala pêwîstiya alternatîfan dike. Nexasim piştî şoreşa Rojava û bipêşketinên li wir, êdî ti tehemûla wan ji vê bê edaletiyê nemaye. Gel êdî dibîne desthilateke ne tenê Şengal neparast û bi hezaran zarok û jinên Êzîdî kirin destê hovên DAIŞ´ê, îro jî jinên heman herêmê ji bo azadiya xwe û rizgakirina van dîlên destê DAIŞ´ê bi xwe dikevin tevgerê û operasyonan li dar dixin. Îro van jinên Êzidî bi xwe li hemberî hem DAIŞ´ê û hem jî dagirkeriya Dewleta Tirk radiwestin ku niyeta wî qirêj ew e ku bi hêzên aniye Başûrê Kurdistanê bixwaze li Şengalê bibe xwedî hêz û gotin. Dema civak li Başûrê Kurdistanê van rastiyan dibînin ti tişt nikarê pêşiya wan bigire ji bo ku li hemberî vê zihniyetê dernekevin. Civak dibîne ku dijminê yekemîn yê gelê Kurd Dewleta Tirk û desthilatdariya Erdogan e. Ew dizane zihniyeta desthilatdar û hegemon li ser Başûrê Kurdistanê bi vê rejîmê re di nava hevkariyê de ye, bi taybetî jî di siyaseta wan a li dijî şoreşa Rojava û Şengalê de. Rayedarên dewleta dagirker ya Tirk dema dibêjin "Piştî operasyonên li hemberî HDP, DBP, KJA û şaredaran, ew ê berê xwe bidin Şengal û Qendîlê", gel li Başûr baş dizane, ev jî tepisandina wan û ya maf û azadiya wan e, pê dizanin ku ev elîta desthilatdaran di dirêjahiya dîroka 200 salên bihurî de ti carî berjwendiyên xwe ji bo gel feda nekirine, timî îrade û daxwazên civakê ji bo xwe kirine qurban. Lewma divê hêz û tevgerên ku guhertinên bingehîn dixwazin li Başûrê Kurdistanê ev çalakiyan rojaneyî û tenê ji bo mûçe nebînin, ev dikarê kozên binê agirê serhildan û şoreşa demokratîk be, tenê ya ji wan re pêwist pêşengiyeke şoreşger û fedakarane ye.