Destên berfê,destên,berfê

Destên berfê

A+ A-

Min tu di hişê berfê de, wekî ku tu dastanek bî, divejand. Min nameya xwe ya dawîn li ser keviya spîndarekê nivîsand û min welatê xwe, têra berfê, bi rondikan avda.

Min berfa koçberan ji ser keviyên dilê xwe dadiweşand. Min xwêya bêrîkirinê bi ser kûçe û kolanên qeşagirtî yên giyanê xwe  de direşand. Min hêlînên te şanî çûkên sergerdan dikirin û min goristanên peyvê, kavil û wêranên ferhenga te li ber destê seqemê dihiştin. Min gavên xwe dikuştin û ber bi pencereya bîranînên te ve dihatim û wek berfê di tîrêjên çavên te de diheliyam!

Pinpinîk ji ronahiyê, bîranîn ji sîberên xwe, goristan ji navên xwe, şûr ji kalanên xwe, peyv ji ferhengên xwe û xewnên min jî ji parçebûnên xwe direviyan.

Min li ber çavên berfê mûmên kenê te dixeniqandin û min li ber çavên şevê jî şevçirayên xwe bi xwîna xwe vêdixistin.
Kevirên bîra te bi ser min de digindirîn, nameyên te ji hêlîna laşê min difiriyan, esmanê bendemana te bi ser min de diket, min dûmana te dixwend û min di sibehên tenhatiyê de, şîrê te li rêwiyan belav dikir.

Destên berfê hemî reşgirêdanên te ji ber dikirin û destên dastanan di govenda rengan de dinimandin. Di tevna matmayîna te de destên berfê veşartî diman û di sîmayên seqema şevbuhêrkên te de, di qermîçekên eniya rojê de, di derzên bilûra westana te de, di gurmîna dengê te de, di gerdena çîrok û efsaneyên te de, destên berfê ji desthilanîn diketin û hawara te ya ku di gewriya te de asê mabû talan dikirin.

Min destên berfê bi ser bîra te veweşandin, min asoyên lorînê di himbêza te de nîgar kirin, min şînîgiriya te bi girîna xwe vehûnand, min sal û qederên te bi xwe re birin xewê, min dergehên te ji pêlên bendemanê re vekirin û min nimêja azadiyê bi navê te dest pê kir û min destên berfê bi hineya xwîna te xemilandin.

Min bi destên berfê birînên axa te derman dikirin û min sînorên te mîna îkoneyan li ser çermê berfê çurisandî dihiştin.
Min şopa xwe wenda kir,
Min şopa destên berfê wenda kir,
Lê dilop bi dilop,
Bêrîkirin bi bêrîkirin,
Labîrênt bi labîrênt,
şopên çurisîna te ji ber çavên min wenda nedibûn.
Destên min ên ji bîna darbestan ji destên berfê nedibûn!


Gotinên miftehî :