1. Tekst

  2. Nirxandin

  3. Can Seker
  4. Di dîrokê de Kurdistana Azad û Nazîst
Di dîrokê de Kurdistana Azad û Nazîst,Di,dîrokê,de,Kurdistana,Azad,û,Nazîst

Di dîrokê de Kurdistana Azad û Nazîst

A+ A-

Bi alikariya pirtûka "Rêçên Sefera Nazî, li Kurdistanê" û Niviskarê wê Gottfried Muller ka em binêrin di wê demê de têkiliyên kurdan û almanan çewan bûne û helwest û armancên Almanên nazî çi bûne, naziyan, xwestine li Kurdistanê çi bikin. Li gor lêkolîn û îddîayên zanistî, alman û kurd di hêla ziman û nîjad de pismamên hev in û Indo Germanî ne ango Indo Ewropî ne û her du gel jî ji xwe re dibêjin em Arî ne. Di wê demê de li Almanyayê Nasyonal Sosyalist Partîya Hitler gelek bi hêz bû û dixwest hemû xelkên arî bikin desthilatdar di cihanê de û dest bi van hewldanên xwe jî kiribûn. Ewropa bûbû du bend: Li eniyekî alman û li yê din jî, fransiz, îngiliz. Fransa û Ingîltere zêde nikaribûn li ber xwe bidin li hember Almanan. Almanan hewl dan ku Sovyetê dagir bikin. Di wê demê de nivîskarê vê pirtukê û evîndarê Kurdistanê birêz Gottfried Muller di dibistana le?keri de rutba serbazî digre û sefera Kurdîstanê pêk tîne.Gottfried Muller di sala 1914an de li bajarê Karfreitag ji dayik dibe. Xwendina xwe ya ekonomî ya pênc salî, temam dike. Ew û çend hevalên xwe berê xwe didin Rojhilata Navin û diçin Kurdistanê . Demek li wir dimînin û têkili bi kralê kurdan ?êx Mehmudê Berzencî re datînin. Di 1938an de Gottfried Muller vedigere Almanyayê û tevlî Artê?a Nazî dibe û rutba serbazî distîne. Di wê demê de Alman dor li Stalingradê girtine lê belê nefta wan nîne û di karê cengê de ji ber tunebûna neftê, gelek zehmetiyan dik?înin. Gottfried Muller ji komîta serbaziya bilind û ji partiya Nasyonal Sosyalist re projeyekî pê?kê? dike. Li gor projeya wî : Ji bo ku nazî karibin biserkevin pêwîstî bi neftê heye. Kurdistan ji alî neftê ve gelek dewlemend e, lê ji aliyê Ereban, Farisan û Îngilizan ve hatiye dagirkirin. Ji bo ku nazî karibin xwe bighînin neftê, divê pê?î Kurdistanê azad bikin. Ji bo azad kirina Kurdistanê û têkiliyên bi Kurdan re jî, xwe û hevalên xwe pê?niyaz dike. Projeya wî ji aliyê serbaziya bilind ve tê qebûlkirin.Gottfried Muller amadekariya xwe ya lojîstîk dike. Hevalên xwe yên ku her yek xwedî hunerek e û dê bi wî re bikevine nav vê operasyonê, destnî?an dike. Hedefa wî Rojhilatê Kurdistanê, bajarê Ormiyê ye. Pa?ê jî azadkirina Musul û Kerkûkê ye. Balafirek tê amadekirin ku wan bighîne Rojhilatê Kurdistanê û bi pera?ûtan xwe berdin nav axa Kurdistanê. Têkilî bi kurdek xwendevan re berê danîne. Navê vi kurdî Remzî Naafî Re?îd e, ji bajarê Hewlêrê ye lê li zankoya Stenbolê dixwîne. Xewn û xeyalên Remzi tenê Kurdistana azad e. Gottfried Muller û Remzî li ser peymanek li hev dikin. Dê Remzî alîkarîya koma Muller bikira ku ji bo kontrola nefta Kerkuk û Musulê ji bin destê Ingilizan derxin û pa?ê jî Alman karibin neftê ji Kurdan bikirin .Dê Muller jî hewl bida ku Kurdistanê azad û modern bikin û desthilatdarî bikeve desten Kurdan.Her ti?t amade bû; tenê li benda destûra Hitler bûn. Ji bo ku balafir bikaribe bi ser Tirkiyê re derbas bibe, diviya Hitler bi xwe destû bidana. Di nav çend heftiyan de destûr hat girtin û bi ?evê bi rê ketin; rota ber bi Kurdistanê ve bu. Sal 1943 meha hezîranê bû. Gurub di ?una ku unîformayên le?kerî li xwe kin, lîbasên kurdî li xwe kiribûn. Por û ruyên xwe jî wek yên kurdan çêkiribûn, ji bo ku ji aliyê Ingiliz û ajanên wan ve neyêne naskirin. Balefir gihî?tibû Kurdistanê. Bi pere?ûtan xwe berdidine ser axê, lê pa?e tê digihîjin ku li ciyê ?a? hatine danîn. Li ?ûna Ormiyê, wan li Arasê datînin. Hewl didin ku xwe bighînin Hewlêrê cem e?îra Remzî. Di çîyayên asê û çemên ku rê nadin de dikevin rê. Artê?a Îngilizan pê hesiya ne ku nazî hatine Kurdistanê. Ingiliz ji bo girtina wan serê merivê 250 pund xelat datîne. Ji alî komek qaçaxçî ve tên gilîkirin û gurub tê girtin. Wan dibin Bexdayê û cezayê idamê didin wan. Ji wir jî, wan neqlê zindana Maddi dikin ku li Filistînê ye. Muller û hevalên wî rast li gelek êskenceyan tên. Pistî demekî ji zîndanê direvin û Muller diçe Qehîrê. Li wir ji bo ku debara xwe bike masörtiyê dike. Nazi li Almanyayê têk çûne. Dema ku Muller diçe Kurdistanê, jina wî bi hemle ye. Muller nizane ka jê re law an keç çêbûye. Li Almanyayê xelayî dest pê kiriye. Ji bo malbata xwe, di nav hizr û xeman de ye. Li Qehîrê car din Muller tê girtin û dîsa berê wî didine zîndana Maddi. Di zîndanê de Muller biryar dide ku eger mucîzeyekî bibe û ji zîndanê azad bibe, dê jîyana xwe ji bo mirovahiyê bi kar bîne. Car din ji zîndan ê direve. Di dema reva ji zîndanê de li ber çavên nobedar e, lê nobedar ew nabîne. Muller vê bûyerê weke mucîzeyekî dinirxîne û rast li çend bûyerên wisa jî tê.Muller di sala 1948an de xwe digihîne Almanyaya ku kevir li ser kevir nemaye. Xela dest pêkiriye. Di sala 1956an de bi navê "Bruderschaft Salem" weqfek ava dike. Ev weqf alîkariya mirovên ku perên wan û cihê razana wan nîne, dike. Di demek kurt de ev wexf li gelek deverên cîhanê belav dibe. Gottfried Muller du pirtuk li ser Kurdistanê nivîsîne û ji aliyê birêz Mesut Keskin ve jî hatine wergerandin.Gottfried Muller evîndarê Kurd û Kurdîstanê ye. Kurdan çeleng, leheng û esilzade dibîne. Kurdistanê jî, bi çîya dol û çemên wê jî wek bihi?t û efsane dinirxîne. Di rêzek de weha dinivîse. "Kurd her ciqas di bin desthiladarîyê de wek koleyan jî bijîn, ew herdem ji gelên Ewropî jî azadtir in, lewra jî ew tu car serî li ber tu gelî netewandine". Gottfried Muller dîsa di rêzek de weha dinivîse: "Kurdistana min, evîna min, ez ji te pir hez dikim".Ez jî wek lawek evîna Gottfried Muller, bi ramanên wî yên merovî û Kurdistanî bi birêz Gottfried Muller serbilind im û spasdarê wî yê ebedî me.Çavkanî: Nazilerin Kurdistan seferi, Gottfried Muller, Avesta yayinlari

Can Şeker 7 tîrmeh 2006