1. Tekst

  2. Nirxandin

  3. Can Seker
  4. Di Roj-TV de Bernameya ”Desmal”
Di Roj-TV de Bernameya ”Desmal”,Di,Roj-TV,de,Bernameya,”Desmal”

Di Roj-TV de Bernameya ”Desmal”

A+ A-

10ê vê mehê (çile) saet di 11.00 de min Roj-TV vekir. Bernameya "Desmal" destpêkiribû û diviya ez di wê saetê de biçûma kar. Ji ber ku bername gelek rengîn û xweş bû, min li ber TVyê sîng kuta û nema ku ez karibim herim karê xwe jî.

Bi pîranî şirove li ser pirtûkan hatine kirin, lê bi ya min divê mirov car caran li ser bernameyên hûnerî û fîlman jî şiroveyan bike. Niha ez ê jî hewl bidim şiroveya bernameya "Desmal"ê bikim:

Bername li Bakurê Kurdistanê, li navçeya bajarê Qersê Bazarcixê û ji aliye rêzdar Ayşe Goktepe ve hatiye amadekirin û di Roj-TV de hat weşandin. Bazarcix li binê girekî kesk, di dolekî şênayî de hatiye avakirin. Di bernameyê de ji bilî têlên elektrîkê pê ve li navçeyê tu eser ji sanayiyê xuya nedikir. 10-15 jinên kurd derd, gilî, kêf, yarî û gazincên xwe bi teşiyê dirêstin û bi rêzdar Ayşe re parve dikirin. Tiştê herî balkêş ew bû ku ji her malbatek an şehîdek an jî gerîlayek hebû. Wek ku Bazarcix bûbe kana şervanên azadiyê. Bername bi van jinên kedkar re li mêrgek şên bi amedekariya xwarina bi navê "Xengel" û bi sohbetên têr û tijî dihat weşandin. Jinên navsere yên kurd ên kedkar geh yariyan geh hêsirên çavan geh jî sitranên dilînî wek "Miho wî wî" û geh jî şîroveyên ku keçên akademîker nikarin bikin, dikirin. Yek ji wan dayîkan wiha digot: "Ger ku fabriqe li vê navçeyê hebûna dê jinan tê de kar bikirana, him di warê aborî de dê ji malbatên xwe re alîkar bûna û him jî dê jin bigihîştana rizgariya xwe ya aborî û mêran hew dikaribûn serdestî û zordarî li wan bikin. Dayîkek din jî behsa ciwaniya xwe û evindarê xwe dikir û digot; "jina ku bê destûr bireviya, porê wê kur dikirin". 

 Xuya ye ku çandek bi vî rengî di nav kurdan de hebûye an hîn jî heye. Yeka din zargotinan li ser kevaniyan bi awayekî helbestî digot. Ya din behsa cihêzan dikir. Ajalên wek qupik û çûçikên wê, hesp, karik, berxik û ajalên din, rengek xwezayî û lîbasên li ser zarokan û jinan wêneyek rengîn û otantîk didane bernameyê û bername dineqişandin û dixemilandin. Dayika ku stran dogotin li serê wê melesa sipî ya morîkirî, li ser melesê jî, şara rengîn bi awayekî xweş hatibû girêdan. Di ser fîstan de êlegek rîsandî li xwe kiribû û gelek pê diket. Tiþtek din ku bala min dikişand, kurmanciyeke zelal diaxivîn û peyvên biyanî zêde bikar nedianîn.

Rexne û pêşniyaz:

Ez ê pêşî bi navê bernameyê despêbikim: Min bi zanebûn despêkirin nivîsî û tîpa "t" xist. Di cîhe destpêkirinê de despêkirin nivîsî ku ev şaşiyek e. Her wiha diviya navê bernameyê jî ne Desmal, lê Destmal bûna. Mînak: Nabe ku ez ji yekî/ê re bêjim "desxweş", divê ez bêjim "destxweş". Minak gelek in wek Destvekirî ku ez nikarim bêjim filankes desvekirî ye. Dibe ku li hin herêman tîpa "t" ketibe, lê ev devoka herêmî ye û bi taybet nivîs û bernameyên weha ku xîtabê gel dikin û dibine malê gel, divê bi devoka herêmekê ve bi sînor nemînin. Di rewşên weha de, bêje, ango nav, divê li gor rê û rêbazên rêzimanî bêne bikaranîn.

Min dixwest ku ez zêdetir li xwezaya Bazarcixê temaşe bikim, lê ji bilî gir û mêrga şên, dîmenên xweza û zozanên Bazarcixê, di bernameyê de tûnebûn. Çewa meles, şar û girêdana metê ez têr kirim, min dixwest şal, şapik û girêdana xalo an jî apo jî bibînim. Ya din jî, min dixwest amadekar û pêşkêşvana bernameya "Desmal" rêzdar Ayşe Goktepe bi lîbasên otantîk ên heremê bernameyê pêşkêş bike. Daxwaziyek min ji gerîlayan jî heye: Ji kerema xwe re salê carek be jî, ji malbatên xwe re nameyek bişînin da ku dilê malbat û hezkiriyên we jî xweş bibe.

Belê, bi kêmasî û zêdeyî şiroveya min a li ser bernameya rêzdar Ayşe Goktepe "Desmal" bi vî rengî bû. Ji bo ku te me li ber Roj-TV bizmar kir û dilê me şad kir, ez jî ji keda te re spas dikim û bi hêviya bernameyên têr û tije ji te re serkeftinê dixwazim. Li ser 5 stêrkên Amîdakurd 3 stêrkên zêrîn bernama te DESTMAL xelat dikim.

Can Şeker