1. Tekst

  2. Nirxandin

  3. Azad Zal
  4. Di Çîrokên Gelêrî De Raz û Nîşaneyên Berbiçav
Di Çîrokên Gelêrî De Raz û Nîşaneyên Berbiçav,Di,Çîrokên,Gelêrî,De,Raz,û,Nîşaneyên,Berbiçav

Di Çîrokên Gelêrî De Raz û Nîşaneyên Berbiçav

A+ A-

Di wêjeya devkî ya hemû cîhanê de nîşaneyên hevpar hene ku ev jî ji bingeheke tên. Hinek caran bûyereke mezin ku li ser hemû civakan bandor kiriye û di derûniya girseyî ya civakî de bandoreke hevpar hiştiye û bûye mijara destan, efsane û çîrokên gelêrî, dem bi dem guheriye û di hiş û mêjiyê civakê de cih girtiye, her civak li ser wê bûyerê li gorî nêrîn û dîtin û derûniya civakî bertek nîşan daye û di nava civakê de wekî destaneke civakî maye.

Wekî nimûne “Tofan” bûyereke giştî ye. “Newroz” parzemînî ye. “Ga” nîşaneyeke giştî ye, lê “hesp”, “çêlek”, “gur”, “rovî” ya jî “mar” parzemînî ye. “Roj” semboleke giştî ye lê “çem” ya jî “çiya” parzemînî ya jî gelêrî ye. Ji ber vê raz û nîşaneyên civakî û gelêrî ji her awayî ve girîng in û hêja ye ku bêne destnîşankirin û bêne nirxandin. Bi taybetî jî divê ku ji aliyê wêjeyî ve bêne nirxandin.
 
B- TASNÎFA RAZ Û NÎŞANEYAN:
1- Nîşaneyên xwezayî
a) Bûyerên xwezayî yên domdar û dorveger: Roj û heyv, şev û roj, erd û ezman, havîn û zivistan, payîz û bihar, berf û baran, teyrik û tofan, mij û dûman, deşt û çiya, çol û çolistan, ber û beristan, dar û daristan, çem û kanî, mêrg û çîmen, gul û kulîlk û hwd.
b) Bûyerên xwezayî yên yekcar û bandorker: Tofan, Newroz, erdhej, volkan, meteor û hwd.
c) Bûyerên xwezayî yên jiyana zîndewer: Gur û rovî, şêr û şepal, xezal, kosî û kîroşk, ker, kevok, kewa gozel, kêzxatûn (xalxalok),  mar, masî, dîk û mirîşk û hwd.

2- Nîşaneyên civakî
a) Bûyerên civakî yên şîn û şahiyê: Mihrîcan, dawet, şahî, bûyîn/zayîn, sersal, şîn, mirin û hwd.
b) Bûyerên civakî yên şergeriyê: Serhildana Kawayê Hesinkar û raperîna Newrozê, Raperîna Spartakus, berxwedana Wilhelm Wals û raperîna gelê skoçî, Ristemê Zal, Mîrza, Mîrze Miheme, berxwedana Kela Dimdimê, serhildana Şêx Seîd û hwd.
c) Bûyerên civakî yên oliyê: Îbrahîm Pêxember û Nemrûd, Mûsa Pêxember û Fîrewn, Hz. Suleyman û Sara, Yusûf û Zuleyxa, Hesen Sabah û Melikşah û hwd.
d) Bûyerên civakî yên hişmendiyê: Heft şev û heft roj, sê şev û sê roj, çil şev û çil roj, cin û perî,  Cin û perî, daweta gur û roviyan, perî, pîrebock, ziya/ejderha, teyrê sîmurg û hwd.

C- ÇEND ÇÎROKÊN NIMÛNE:
Di vir de em ê çend çîrok û metelokên nava gel bigirin dest û raz û nîşaneyên ku di nava wan de diborin binirxînin.
1- Çîroka yekemîn: Çîroka Mihemedê Sêrtî1

Ku çîrokbêj dibêje: “Hebû tune bû carek ji caran, rihme li dê û bavê hazir û guhdaran, xwelî li serê yê ber dîwaran…”
Civat tev bi hev re ya jî li ser navê civatê yek ji wan dibêje: “Tu bi xêr hatî…”

Çîrok bi gotina “kes dilopan neke haaa! Ku hûn dilop bikin ez nabêjim” 2 dest pê dike.

“Hebû tune bû carek ji caran, rihme li dê û bavê hazir û guhdaran, xwelî li serê yê ber dîwaran…
Go hebû paşayek hebû. Ew paşa rojekê nexweş dikeve. Ji bo nexweşîna wî li gelek bajaran hekîm û doxtoran tînin ser, lê ew baş nabe… Kes ji bo nexweşîna wî çare nabîne. Digerin, digerin li Tir Elo3  salixê dixtorek digirin. Paşa xulamê xwe dişîne wî gundî. Xulam diçe gund dibihîze ku dixtor miriye. Dipirse ku lawê wî dixtor e. Piştî hewariya bavê xwe diqedîne, ew û xulamê paşayê nexweş dikevin rê û ku herin memleketê paşayê ku nexweş ketiye.
Bi rê de dimeşin, tî dibin. Av tune ye. Her yek xwe dide aliyekî rê û dimeşîn, kî kaniyek, bîrek bibîne ew ê gazî hev bikin da ku avê vexwin. Demek şûn de xulam rastê bîrekî tê û gazî dixtor dike û têne cem hev. Divê xwe bera binê bîrê bidin ka av heye yan na? Ben bi xulam ve girê didin, xwe ber dide, diçe nîvî dibêje:
“Ax ez şewitîm, min bikişîne…”
Dixtor wî dikişîne jorê. Îcar dora dixtor e. Werîs bi dixtor ve girê didin (werîs li nava dixtor ba didin) û dixtor dikeve hundirê bîrê. Xulam hinek wî ber dide û di nîvî de ben diqetîne û diçe. Dixtor dikeve nava bîrê û dimîne…
Gelek dem bi ser de diçe, dixtor hêviya xwe naşkîne. Rojekî dixtor mêze dike way wekî ku ewr ser bigire ser devê bîrê tarî bû. Mêze dike ku way marekî wekî ziya hat kete hundirê bîrê. Tê ber bi binê bîrê ve çawa çav bi dixtor dixe şaş dibe û dibêje:
“Tu kî yî, tu ins î, tu cin î? Tu li vir çi dikî?”
Dixtor dibêje:
“Ez evdekî Xwedê me”

(Di vir de çîrokbêj dibêje: “Ne min dîtiye ne hûn bawer bikin”)

Dixtor jî şaş dibe, ew jî jê dipirse û dibê:
“Tu kî yî, tu li vir çi dikî?
Mar dibêje:
“Ez jî evdê Xwedê me.”
Paşê bi hev re xeber didin û dixtor meseleya xwe û xulam ji ziya re dibêje. Ziya dibêje:
“Ku ez derketim tu jî xwe bi dûva min bigire, ez ê te derînim.”
Ku ziya dertê, dûva xwe lê dilefîne û dixtor jî xwe bi dûva wî digire û dertê. Piştî ku dertê mêze dike ciyekî xweş û hemî dar û ber hene. Ziya ciyekî nîşanê wî dide û jê re dibêje:
“Haaa tu wî kevirê spî dibînî? Ew î kevirî ziyareta maran e. Çi qas mar li dinyayê hebin têne wê derê ziyaret dikin. Sibê roja tewafa maran e. Tu jî here li ser wî kevirî rûnê, ew ê mar tev werin wî kevirî ziyaret bikin. Tu ji maran netirsî, ew ê tu tiştek bi te nekin. Bi tenê karê wan ziyaret e, wekî din aleqeya xwe bi tiştek din nakin. Di dawiyê de marekî qertîlok û cirnexweş ew ê were. Nigê xwe bide ser kevirê ziyaretê û jê re bibêje tu heta ji min re “Xebroşka Mehemedê Sêrtî” nebêjî ez nahêlim tu ziyaret bikî… Piştî ku got û ziyaret kir tu wî marî bigire çar tilî ji serî de çar  tilî ji dûvê de jêke û bibe bikelîne. Carkî bikelîne bide civata dora paşayê nexweş, carkî bide xulamê paşa û merivên wî, cara dawîn jî bide paşa…

Piştî ku marê wekî ziya jê re wisa dibêje û diçe, dixtor radibe diçe ziyareta maran û li ser kevirî rûdinê.
Wexta ziyaretê tê, hêdî hêdî mar dikişên ber ziyaretê û heca xwe dikin. Çi mar li dinyayê hene tev têne hecê. Ji marê wekî ziya bigire heta tîremar, ji marê xurdobelek bigire heta marê sor ê qizil, heta mûmar tev yek bi yek têne ziyaretê. Ziyayê ku wî xilas kiriye ew jî tê ziyaretê. Di dawiyê de mêze dike ku waye mareke qertîlokê cirnexweş hat. Hêdî hêdî dawiya teveke maran dimeşe û tê. Ku tê ber ziyaretê dixtor nigê xwe datine ser ciyê maçkirinê û ranake. Mar serê xwe radike û dibêje:
“Ya benî adem ka nigê rake ez ziyareta xwe bikim û herim.”
“Ez nigê xwe ranakim, şertekî min heye, ku tu wî şertê min bînî cî ez ê nigê xwe rakim”
“Şertê te çi ye, çi şertê we însanan bi me maran hebe? Ka ji kerema xwe re bihêle ez ziyareta xwe bikim û herim.”
“Şertê min ew e ku tu ji min re ‘Xebroşka Mehemedê Sêrtî’ bibêjî yan jî ez nigê xwe ranakim.”
“Ez nizanim ka Mehemedê Sêrtî kî ye? Çi aleqeya me maran û we merivan heye?
Welhasil, eman yeman di ber hev didin û mar bê çare dimîne û dibêje:
“Ez ê ji bo xatirê te bibêjim.”
Mar xwe li hev ba dide û dike kuloreke mezin û serê xwe dide ser kulora xwe û dest bi xebroşak Mehemedê Sêrtî dike.
Hebû tunebû, Mehemedê Sêrtî hebû mezinê êlekî bû. Rojekî Mehemedê Sêrtî xulamên xwe li hev kom dike û dibêje:
“Em îro herin seyd û nêçîrê.”
Diçin seydê. Mihemedê Sêrtî li welaqa (hesp) xwe siwar e û her du tajiyên xwe daye pêşiya xwe li merga Kanîmasya4  halan e û seyran dike. Di wê navberê de çima xezalek ranakin.
Mehemedê Sêrtî ji xulamên xwe re dibê vê xezalê di ber we kî re derbas bibe û ku neyê girtin ez ê serê wî jê bikim.
Xezal vir de baz dide, wê de baz dide û diçe di ber Mihemedê Sêrtî de difilite û diçe. Ku xezal di ber re diçe, xulamên xwe li hev kom dike dibêje:
“Hûn herin malê, ez ê li vir bimînim. Heta ez vê xezalê negirim û neyêm hatina min a malê tune ye. Bila mal li min heram be….”
Mihemed li wê mêrgê hinek dimîne, bêhna xwe dide û radibe diçe. Hinek diçe, xezal dîsa ji ber radibe û direve. Mihemedê min û te bi dû dikeve, tajiyekî wî dibehece lê dîsa xezalê nagire û wê winda dike. Dibe roja din dîsa xezal radibe, ew bi dû dikeve, tajiyê wî yê din jî dibehece dîsa xezalê nagire. Dibe roja din dîsa xezal dertê pêşiya wî û ew bi dû dikeve, welaqa wî jî dibehece lê dîsa wê nagire. Bi vî awayî bi qonaxan ji memleketê xwe dûr dikeve. Dibe roja din ew û gompalê xwe bi tenê ne, dîsa xezala wî dertê pêşiya wî û ha li vî alî ha li wî alî bi gompalê xwe bi dû dikeve, gompal jî dişikê, hûr hûr dibe lê xezal ji ber hinda dibe û wê nagire.
Êdî taqet tê de nemaye, westiya ye, birçî û tî ye. Wan deran jî nas nake. Berê xwe dide bi aliyê nenasiyê de diçe û diçe. Rastî konreşan tê. Mêze dike ku way li ber konekî hinek meriv hene. Diçe nêzî wan dibe mêze dike ku nîvê wan ji navê berjor meriv in, ji navê berjêr kûçik in. Wexta diçe hinda wan, bêdeng in, silav li wan dide, silava wî ranagrin, ne hum e, ne jî gum e. Hebo hebo radibin diçin. Di dawiyê de sê kes dimînin. Ew ji xwe re dibêje; ‘du meriv bi ku de herin ez ê bi dû wan bikevim, belkî îşev min bihewînin’.
Bi dû du kesan dikeve û bêdeng wî dikin mêvanê xwe. Wî dibin dixin binê konekî û dev jê berdidin. Dibe nîvê şevê mêze dike der û dora konî dengê şeqeşeqa şûr û xinceran tê. Piçkî şûn de mêze dike deng hatin birîn. Dibe şev mêze dike derê konê wî vebû û keçeke weke horî kete hundir. Tepsiyeke di destê wê de xwarin û vexwarin li ser e û datîne berê. Jê re dibêje:
“Kerem bike nanê xwe bixwe.”
Berê ku ew tiştek bibêje keçik jê dipirse dibêje:
“Tu min nas dikî, tu zanî ez kî me?”
Mehemedê Sêrtî:
“De ka ez çi zanim tu kî yî? Tu dibê qey min tiliya xwe bîn kiriye?”
Keçik:
“Ez xezala te me, ya ku heft şev û heft roj in tu li dû yî. Ez ê ji te re tiştek bibêjim. Ji êvarê de tu dengê şeqîna şûr û xinceran dibihîzî. Ew birayê min in, şûran di hev didin, ji bo ku te bikujin. Gere tu ranekevî. Tu çawa rakevî ew ê te bikujin.
Êdî xew nakeve çavên Mehemedê Sêrtî. Dibe nîvê şevê her der bêdeng dibe, mêze dike way Xezal hat û got:
“Haydê em herin. Ji binê kon dertê mêze dike du hespên kihêl li ser konî ne. Siwar dibin û dibên “nigo tu bi heyranî” û diçin. Xezal dibêje:
“Heta sînorê mala bavê min ez ê bidim pêşiyê, ez dizanim li kê derê newal, mesîl û çiya û zixur hene. Ez te di wan deran re derbas bikim. Ji wê bi şûn de aydê te ye. Ku digihîjin ser sînore mala bavê xezalê êdî Mihemedê Sêrtî dide pêşiyê diçin.
Mihemedê Sêrtî Xezalê li xwe mar dike, çil şev û çil roj daweteke li dar dixe. Li wê derê Mehemedê min û te û Xezala wek horiyeke cenetê bi hev şa dibin.
Her du diçin li ser pişta kihêlên xwe ne. Rastî bajarekî tênê. Dibêjin em ê serê welaqên xwe ber bidin li kîjan deriyî bide em ê herin wirê. Welaqên wan diçin serê xwe li deriyekî biçûk didin. Pîrikeke extiyar der tê. Mihemedê Sêrtî dibêje:
“Em ji riya dûr de tênê, tu me nahewînî?”
Pîrika extiyar dibêje:
“De ka ciyê min tune ye lawo! Çaviyeke mala min tenê heye, ew jî têra min dike. Xezalê destê xwe li turikê zêra dixe û kulmek zêr dide pîrê, ku pîrê çav bi zêran dixe, dibêje:
“Werin hundir, ser ser û ser çavan re hûn hatine”.
Pirê diçe “xitikê li zapikê dixe, zapikê li elbikê dixe” û cî fire dike.
Li wê derê ji pîrikê re dibêjin:
“Tu wekî diya me yî. Ji niha bi şûn de tu dayika me yî.”
…..
Ji wê bi şûn de xebroşk dirêj dibe.
……
Mehemedê Sêrtî her carê li derekî tiştan dike, bi salan nayê malê. Diçe bi devecî re kar dike, bi serê çiyayê aqût û almasan dikeve û tîne, dek û dolabên ku têne serê wî ji wan xilas dibe û tê malê.
Diçe nava baxçeyekî ku hewzekî tê de û qesrekî tê de heye. Dibe lawê kaloyê xwediyê qesrê. Ew jê re dibe law, ew jî dibe bav. Pê dihese ku kalo “heft sal” in bi du “kevoka gerden binexş” ketiye. Du kevok her roj têne ser hewzê, yek kevoka şîn e, ya din jî kevoka gerden binexş e. Perî ne û dema ku postê xwe ji xwe derdixin dibin wekî qîzên çardesalî. “Textê kevoka gerden binexş textê zêrîn e, xwarina wê tev goşt û birinc e”. Mehemedê Sêrtî ji bona bavê xwe kevoka gerden binexş digire û tîne. Ji ber ku kevoka gerdenbinexş tê girtin, êdî ew vegere mala bavê xwe jî, ew ê “textê wê textê darîn be, xwarina wê tasek av û nanê garis be”. Kalo xwe layiqê kevokê nabîne û Kevokê dide lawê xwe Mihemedê Sêrtî. Mihemedê min û te Kevokê tîne û tê malê.
Rojek li beravê Kevok postê xwe di berîka Mihemedê Sêrtî de dibîne difire û diçe. Mihemedê Sêrtî bi dû dikeve. Lê nizane bi ku de çûye. Bi tenê Kevokê ji xezalê re gotiye:
“Bajarê mala bavê min gelek dûr e. Mihemedê Sêrtî soleke ji hesin têxe nigê xwe, gopaleke ji pola têxe destê xwe û bi rê bikeve; sola wî û gompalê wî bimehin û biqedin jî ew ê negihîje bajarê mala bavê min. Bajarê mala bavê min “Bajarê Şahê Bilûrvan” e.
Ji wê bi şûn de Mehemedê Sêrtî diçe digere û digere. Li binê darekê têjikên qertelek ji ziya xilas dike, qertel tê dibîne ku li binê darê yek heye, diçe ferê aşekî tîne û ku bi ser wî de ber bide, têjikên wê qertelê rastiyê dibêjin nahêlin.
Ji bo qenciya wî qertel daxwaza wî dipirse. Ew jî dibêje ku dixwaze here bajarê Şahê Bilûrvanê. Qertel dibêje:
“Ev heft sal in ku vî marî museletê têjikên min bûbû û te hat xilas kir, xwazika heft salên din jî wisa bixwarana ne ku te daxwazeke wisa ji min bikirana.”
Qertelê bajarê Şahê Bilûrvanê nebihîstiye û nizane. Diçe cem diya xwe ya ku emrê wê du sed sal in. Ew jî nizane, dibêje ka bila her du lawên min werin belkî ew bizanibin. Dibe êvar ku her du bira têne, ji wan dipirsin. Ew jî dibêjin:
“Em nizanin.” Lê birayê biçûk dibêje:
“Tiştek hêna kete bîra min. Em di ber bajarekî re dihatin. Dengekek hate guhê min. Digot; ‘Lo heyran jixwe ededê bajarê Şahê Bilûrvan ev e.’ Ez dibêjim qey ew bajar bajarê Şahê Bilûrvan e.”
Her du bira diçin bajarê Şahê Bilûrvanê. Heft sal in ku xwişka kevokê neçûye mala birayê xwe, ji bo kevokê diçe ba birayê xwe da ku destûrê bistîne. Bi wî awayî Mihemedê Sêrtî Kevokê û zarûkê xwe tîne û tê.
Bi vî awayî mar xebroşka xwe diqedîne.
Dixtor nigê xwe radike da ku mar ziyaret bike. Çawa ku mar kevir maç dike, dixtor nige xwe dide ser serê wî û çar tilî ji aliyê serê wî de çar tilî ji aliyê dûva wî de jî çar tilî jê dike, dibe dikelîne. Ava goştê mar cara ewil dide xulamê paşa, cara diduyan dide mêvanên dora paşa, cara dawîn dide paşa. Xulamê paşa pê dimire, civata dora paşa ji xwe de diçe, paşa jî pê baş dibe…
Xebroşka min li diyaran, rihme li dê û bavê guhdaran…

2- Çîroka duyemîn: Çîroka Pîrebockê5

Çîrokbêj ji devê bavê diya pîra Eyşê dibêje:

Rojekê kalê Miheme bi şev tê ku were malê. Bi rê de rastê dawetek tê. Ku tê nêzî dawetê, dawetvan gazî dikinê dibêjin “Xoce, a devê xwe nebêje were!”
Kalê Miheme diçe nava dawetê, doşekekê tînin jê re datînin. Doşeka ku datînin doşeka wan a hirî û bi taybetî ji bo mêvanên qedrbilind e. Kalê Miheme cilên ku li ser wan dibîne tev cil û bergên jin û mêr û zarokên wî ne.
Jê re dibêjin tu li îsraeta xwe binêre. Di xew re diçe, ji xew şiyar dibe, mêze dike li çolekê ye û hefsarê welaqa wî bi qevda destê wî ve hatiye girêdan û di nava destmala wî de jî çend kesme hene. Ne dawet û ne jî berbûrî û dawetvanî hene.  Wê çaxê fêm dike ku ew dawet daweta cin û periyan bûye. Hêna fam dike ku çima jê re gotine “Xoce a devê xwe nebêje!” Ku a devê xwe ku “bismîllah e” bigotana ew ê cin û perî wenda bibûna.
Kalê Miheme tê malê, di ser de dem derbas dibe. Mêze dike dem bi dem welaqa wî zeîf dibe. Gavanê wan hebûye, diçe cem gavên dibêje:
“Çima welaqa min roj bi roj zeîf dibe, qey tu baş lê xwedîtî nakî?”
Wê çaxê welaq û ker û dewarên reş bi hev re didan ber gavan û gavan wan diçêrand û li wan xwedîtî dikir. Gavan jê re dibêje:
“Wele ez nizanim, lê dema ku ez garanê dikim mexel, welaqa te qet nasekine, wekî ku yek lê siwar be heta êvarê li dora garanê diçe û tê. Qet nasekine.”
Kalê Miheme ji çend rûspî û mezinan dipirse,  dibêje ev çi mesele ye. Meseleya şeva xwe û daweta cin û periyan jî dibêje. Paşê tê gotin ku “pîrebock” e ku li hespê siwar dibe û wê digerîne.
Mala Kalê Miheme li hev digerin, dişêwirin ka ew ê çawa bikin. Paşê yek ji wan dibêje ku bila pişta welaqê bê qîrkirin, ku ew siwar bibe ew ê pê ve bimîne û ew ê wê bigirin.
Ku wisa dikin dotira rojê mêze dikin ku waye jineke ji periyan li ser welaqê siwar e û wê digirin. Şûjinek di pêsîra wê re dikin û dibe navmalya mala Kalê Miheme. Êdî kar û barê malê tev dike.
Taybetmendiyeke wê heye ew jî dema ku jê re dibêjin; “Zû here qirşika bîne û were tendûrê dade.” Ew diçe heta êvarê nayê û dema ku tê jî çend qirşik bi tenê di destê wê de ne. Lê dema ku bibêjin here bi madeyê fireh hinek qirşikan bîne û were. “Ew diçe di wextekî kin de piştî bi piştî qirş û qalan tîne û tê.
Rojekî pîrebock ji wan re dibêje:
“Min bêriya malbata xwe kiriye. Ê min jî dê û bavê min, xwişk û birayê min hene. Ez dixwazim herim ba wan.”
Mala Kalê Miheme dibêjin:
“Tu serbest î, tu bixwazî tu dikarî herî.”
Pîrebock dibêje:
“Ez ê herim, min bibin bavêjin gola Cina (Li her herêm goleka wisa heye û navekî wê golê heye.) Gava ku ez di nava avê de noq bûm, ku xwîn bi ser avê ket hûn bizanibin ku wan min qebûl nekiriye û min kuştine, gava ku xwîn bi ser avê neket wê çaxê min qebûl kirine.”
Piştî ku wê dibin davêjin avê demek şûn de xwîn bi ser avê dikeve. Wê çaxê fêm dikin ku wê kuştine.
Piştî vê çîrokê me pirsî û got:
“Çima wê dikujin?”
Ji aliyê ya ku dibêje de hat gotin ku “Dema ku diçe cem malbata xwe, malbata wê jê re dibêjin; ‘bêhna mirovan ji te tê’ û loma wê dikujin.
Dîsa me pirsî û got:
“Çima niha tune ne, berê hebûne û di vê dema hanê de çima tune ne?”
“Ew jî wekî giya şîn dibin. Ji ber ku mêşin wan dixwe namînin.”

3- Çîroka sêyemîn: Marê reş û Helmo6

Ev çîrok li herêma Farqînê li civatan tê gotin, wekî stranê li ser bûkanjî  tê gotin. Bi kurtasî bûyer û çîroka vê bûyerê wiha ye: Bi navê Helmo (Helîmê) keçek heye ku mar dibe evîndarê wê û her tim diçe binê dara tuyê ya ber derê mala xwe. Helmo keça mîr e, bê dilê wê wê didin lawê mîrekî din. Ew jî her tim li binê wê darê ji xwe re derd û kulên xwe distre. Marê reş pê dihese ku wê didin, xwe lê dilefîne û pê ve dide. Ev çîrok hê jî tê gotin û wekî stran jî tê strîn:

Helmo ji derî de derket gava mêze kir li pêşiya wê mar sekinandiye. Helmo lê xist û çû ser devê bîrê. Gava Helmo li pişt xwe zivirî marê reş kişiya ser devê bîrê. Helmo pir tirsiya û gote ez keça mîr im. Marê reş bi ser Helmo de ba ket û got:
“Keça mîr Helmo Helîmê cahilê ciwanê, Helmo tu metirse ez evîndarê te me”
Helmo lê xist hate malê. Tirsa Helmo ji marê reş şikiya. Gava Helmo çû malê marê reş kişiya kaşa, Helmo keça paşa… Helmo Helmo Helîmê, Helmo te kir te kir, marê reş te kir… Helmo qîza Bekir… Helmo Helmo Helîmê cahilê ciwanê
Helmo gava çû malê mêze kir xwazgîniyê wê rûniştine. Helmo wê çaxê li çokên xwe dixîne. Dayika wê dibêje:
“Tu çima li çokên xwe dixînî?”
Helmo dibê:
“Dayê tu nizanî çi bi min bûye!”
Wê çaxê tirsa marê reş ji min re bûye. Helmo ji derda ji malê reviya û çû binê darekî rûniştiye. Ji xwe re difikirî, di qelbê xwe de digot: ‘Ji tirsa marê reş ez newêrim ji diya xwe re bibêjim.’ Helmo Helmo Helîmê cahilê ciwanê. Helmo te kir te kir, marê reş te kir… Helmo li binê darê. Marê reş kişiya binê darê. Mar deng li Helmo kir:
“Helmo tu çima difikirî?”
Helmo bi ser mar da li ba ket. Helmo ji marê reş re gote:
“Wextê ji ser devê bîrê ji te qetiyam ez çûm malê min mêze kir xwazgîniyê min li hundir in. Wê çaxê min li çokê xwe xist û dayika min got; ‘Tu çima li çokê xwe dixînî?’  Min ji tirsa te ji diya xwe re negot; ‘Marê reş aşiqê min bûye’.
Bi ser marê reş de li ba ket, ji marê reş re gote:
“Tiştkî bide destê min, derdê te çi ye?”
Marê reş bi ser de li ba ket, gote:
“Helmo Helmo Helîmê, wextê ku tu ji derî de derketî çûyî ser devê bîrê, wê çaxê ez aşiqê te bûm. Tu însan ez heywan im. Helmo Helmo Helîmê, evya heskirina Rebbê jorîn e. Helmo Helmo Helîmê cahilê ciwanê.”
Mar bi ser Helmo de li ba ket û got:
“Ez zirarê nadim te, tim were binê darê. Ez ê mêze bikim li bejn û bala te. Wextê tu zirar bidî min ez ê jî bidim te.” û marê reş kişiya devê bîrê.
Helmo Helmo Helmo qîza mîr e. Helmo cahilê ciwanê. Helmo bi dilê kul rabû çû malê. Gava çû malê mêze kir ku dawetvaniyê wê di mal de ne. Helmo zivirî dîsa hate binê darê. Marê reş hilkişiya balê. Mar bi ser Helmo de li ba ket:
“Helmo Helmo cahilê ciwanê. Helmo tu çûyî malê, tu çima zivirî hatî binê darê?”
Helmo bi ser mar de li ba ket:
“Dev ji min ber de her, ez wextê çûm malê, min dawetvaniyê xwe dîtin. Dîsa ez hatim binê darê. Ez xeberê bidim te, way min dikin bûk dibin.”
Marê reş xwe li nigê wê dilefîne. Marê reş jê re dibêje:
“Wextê te heta virê. Min ji te re negot ez aşiqê te me.”
Helmo bi ser mar de li ba kete û gote:
“Ez ê herim ji malê re bibêjim.”
Mar wê ber neda û pêve da. Helmo Helmo Helîmê. Marê reş ê te kir cahilê ciwanê. Mar xwe jê neda alî.
Xeber diçe ji diya Helmo re. Gava diya Helmo tê binê darê. Dibê:
“Helmo dawetvaniyê te li ber derî li benda te ne.”
Gava destê xwe davêjê wê radike, marê reş dikişiya kaşa. Wê çaxê diya Helmo li çokê xwe dixînê û dibêje:
“Helmo Helmo Helîmê cahilê ciwanê”
Wê çaxê dawetvaniyê wê dizivirin diçin malê…

D- RAZ Û NÎŞANEYÊN ÇÎROKAN Û ŞÎROVEYA WAN:

Li her derên Kurdistanê ev çîrok û yên wekî vana têne gotin. Ji aliyê vegotin û hûnandinê ve hinek cudahiyên hûrik hebin jî di bingehê de wekî hev in. Di binavkirin û bilêvkirinê de cudahî hebin jî rayeka wan yek e û dêrûnî û hîmê civakê didin der. Çend nîşaneyên ku di van çîrokan de ev in:

1- Hebû tune bû:

 “Hebû tune bû…” peyveke kevnare ye û bingeha vê peyvê di binhişê civakê de jiyaye û wekî raz, wekî nîşane ji serdema avabûna civakê tê. Ji aliyê hişmendiya civakê ve bingeha vê peyvê ji felsefeya anîmîzmê tê der ku berya baweriya zervanîzm û zerdeştiyê ye tê. Di binhişiya gelên aryanî ya tevan de heye. Wekî têgeheke felsefî tê wateya “navbera hebûn û tunebûnê”. Îro di zimanê îngilîzî de “zero” heye. Zero wekî peyv ji aliyê etîmolojîk ve ji “zervan” tê. Navbera hebûn û tunebûnê ku sifir e dibe bingeh. Wekî têgeh û têgehîştin ji peyva “zervan” sifir/zero tê der.
Di baweriya Zervanîzmê de navê Xweda Zervan e. Têgehiştina li ser Xwedayê bi navê Zervan ew e ku gerdûnê û bi taybetî jî demê disêwirîne. Di bingeha xwe de jî ji tunebûnê ango ji zervan/zero/sifirê tê. Zervan bê zayend e. Her du zayendan jî di xwe de dihewîne û di binhişê civakê de wekî pro-cêwî tê zanîn. Ango bêzayendiyeke ku wekî cêwî her du zayend jî tê de hene. Ev bi xwe dubendî ya jî nakokiya xwezayî ye.
Li gorî baweriya Zervanîzmê berê her tiştî roj hebûye. Tîrêjên rojê aliyê baş û roniyê diderbirînin; aliyê made, reşayî jî (reşayî ew e ku erd e) nebaşiyê diderbirîne. Heman bawerî û binhişî ji zervanîzmê derbasî zerdeştiyê bûye îro di baweriya êzîdîtî, cihûtî, filetî, îslamiyetê de jî heye. Melaîket ji agir çêbûne û paqij in, bi tu awayî nebaşî ji wan çênabe. Li gorî vê baweriyê cin û perî jî ji agir in. Lê mirov/însan ji axê çêbûye. Loma ku di mirov de xirabî heye.
Du alem hene, yek jê îns in, a din jî cin (cin û perî) in. Dubendî, cêwîbûn, nakokiya xwezayî di vir de xwe derdixe der. Di zervanîzmê de ev dubendî wekî destpêk e. Zervan destpêka dem û gerdûnê ye. Bingeha hişmendiya civakî ji vir tê.
Di çîrok û destanên gelêrî de qalib û peyvên cuda cuda hene ji heman bingehê tênê. Wekî:

Ristemê Zal dema ku dixwaze hêz bigire û bi neyaran re şer bike dibêje:
“Ez bi Xwedanê şev û rojan bikim ku ez rabim…”

Di hinek çîrokan de lehengê/a çîrokê “berê xwe dide oxirê û pişta xwe dide felekê…” Her wiha carina jî di çîrokan de tê gotin:
“Çol û çolistan,
ber û beristan,
havîn çû ma zivistan
hê ji nû da serê Mîrze Mihemedê (navê leheng çi be ew tê gotin) me kete xaxê giran”


Destpêka çîrokan jî bi “hebû tune bû…” dest pê dike û bingeha xwe ji aliyê hişmendiyê ve ji vir digire. Di çîrokên gel yên din de jî wekî “Xwedanê şev û rojan”, “oxir û felek”, “dem û dewran” derbas dibin. Wekî binhiş ji vê têgehîştinê tê.

2- Mar/ziya/marê reş: Di gelek çîrokên gelêrî de mar derbas dibe. Carina pîroz e, baş e, alîkar e û her di xizmeta başiyê de ye. Carina jî nebaş e, ava kaniyan diçikîne, riyên bajaran digire, mirovan dixwe û ji bo ku ava kaniyê berde, riya bajaran veke û zirarê nede mirovan divê keçên xweşik û rind wekî qurban bêna dayin.

Wekî raz û nîşane têgihiştina mar ji du çavkaniyên dîroka hişmendiya civakê tê der. Yek jê serdema serweriya maderşahî ye; ya din jî ya serdema serweriya pederşahî ye. Çîrok û destanên ku ji serdema maderşahî werin wekî raz û nîşaneyeke pîroz û baş û hevalmirov têne sêwirandin. Çîrok û destanên ku ji serdema pederşahî bên mar wekî neyar tê dîtin û sembola nebaşî û nexweşiyê ne.

Di çîroka me de mar/ziya/marê reş wekî nîşane û razeke baş û pîroz tê dîtin. Ziya lehengê çîrokê xilas dike û dide nîşandan ku wekî civaka mirovan civaka maran jî heye, ew jî xwedî bawerî ne û tu nebaşî û nexweşiyekê nakin. Her wiha ji bo ku nexweş baş bibe marê herî emrdirêj û extiyar dibe derman. Niha sembola dermanfiroşî û bijîjkiyê du marên reş yên li hev lefandî ne. Ev jî ji heman bingehî tê.

Raza dermanbûna mar ew e ku ew bi xwe çîrokeke serdemên berê dibêje. Li gorî çîrokê ku mar çîroka Mihemedê Sêrtî nebêje ew ê nebe derman, ya jî ku bibe derman jî divê çîroka Mihemedê Sêrtî bi wî re neçe, bi çi awayî be divê pîr û kal bûyer û hebûnên berê ji nifşên şûn de re bibêjin. Marê “qertîlok û cirnexweş” mareke temendirêj e û hindiktirîn sê sed sal jiyaye.

Li her herêma Kurdistanê di her malbatê de marek reş heye. Ev mar wekî dewleta malê tê dîtin. Ku zarok mezin dibin û ji hev diqetin, marê reş li mala kîjan lawî bê dîtin dewleta malê li wê ye. Ew mal wek malmezin tê dîtin. Marê reş nîşaneya dewleta malê ye û wekî tiştek pîroz tê dîtin. Kes dengê xwe jê re nake. Ew jî eleqeya xwe bi kesê re nake.

Mar tiştek wisa ye ku mirov wî li ku bibîne ber didê ya ku wî biqefêle dikuje. Lê ev marê reş yê ku di malan de ye, ne neyar e, ne xeter e. Berevajî vê tiştek pîroz e.

Ev têgihîştin ji serdema maderşahî tê. Di dema neoltîkê û beriya wê de sembola serweriya maderşahî mar e. Marê reş dibe evîndarê jinan. Hê jî gelek buyerên wisa hene ku mar bi du jineke dikeve û jê naqete. Di çîroka Helmo de ev heye û li gorî çîrokbêja me û gelek kesên ku li herêma Farqînê dijîn ev bûyer bûyereke rast e. Ango bûyer di rastiyê de pêk hatiye.

Li serê çiyayên Kurdistanê gelek çîrokên rastîn hene ku di navbera şervanên jin û maran de bûyerên bi vî rengî pêk tênê.

Neyartiya li hember mar di baweriya yekxwedayî de dertê meydanê. Dema ku Xwedê Adem û Hewa dixe ceneta xwe ji wan re dibêje divê hûn ji dara sêvê/genim nexwin. Wê demê mar dergevanê cenetê bûye. Navê wî Ridwan e. Îblîs tê dixwaze bikeve cenetê. Mar wî dixe binê zimanê xwe û bi dizî dixe cenetê. Îblîs jî diçe Hewayê dixapîne û ew jî Adem dixapîne diçin ji dara sêvê/genim dixwin. Ji ber ku mar îblîs xistiye cenetê û ji ber ku Hewa xapiyaye û

Adem xapandiye Xwedê ji wan herduyan re dibêje:

“Ez ê nifşên we herduyan ji hev re bikim neyar heta li ser ruyê erdê bin ew ê neyarê hev bin. Li kê derê rastê hev werin ew ê hev bikujin.”

Ji wê bi şûn de mar û mirov bûne neyar.

Ev wekî têgehîştin di nava civakê de bi cî bûye. “Têjikên maran bê jarî nabin” ji vê têgihîştinê tê.

Ji ber ku pîroziya mar ji aliyê têgehiştin û binhişiya civakî ve kevntir e, di nava civakê de bi taybetî ya kurdan de hê jî heye û tê parastin. Marê reş wekî raz û nîşane di binhişê gelê kurd e pîroz e.

3- Pîrebock/Pîrebok/Pîrebcok/Pîrevcok/Pîrewcok/Pîrhelk/Pirhevîrk/Pîresêrk/Pîresêr:

Di sêwirîna gelên aryanî de wekî nîşane Pîrebock heye. Di nava kurdan de ji cin û periyan e. Gelek navê wê hene. Li nava kurdan wekî binavkirin û bilêvkirin curbecur e. Heta nozdeh navên wê yên cuda hene. Lê nav ya ji bilêvkirina navê wê her çi qas cuda bin jî di sêwirînê de heman tişt in.

Di zimanê îrlandî de wekî “Bean Sidhe”; di zimanê skoçî-keltî de “Ban Sith” (dayika periyan); di zimanê galî de “Gwrachy Rhibyn” (pîresêra Rhibynê); di îngilîzî de wekî “Banshee” tê binavkirin. Ji aliyê sêwirînê ve dişibin hev. Wekî nîşane carina li malbatekê berî ku yek bimire bi dengê xwe hay pê dixe (li Kurdistanê pepûk ya jî kund bêyomiya xwe ji vê sêwirînê digire); carina ji bo ku jinê ducan bitirsîne dikeve şeklê pîrejinekê û zarokan  direvîne; carina wekî xeyaletekê di malan de xwe nîşan dide; carina bi hêsîrgirtina mirovan dibe navmaliya malbatên malmezin. Ev sêwirîn ji Îzlandaya Ewropa heta Kurdistanê ji wê hat Hindistanê di nava hemû gelên aryanî de heye. Taybetmendiyeke hevpar heye ku di malbatên tovrind/malesîl/esilzade de tê dîtin. Taybetmendiyeke din ew e ku jin e.

Bingeha vê sêwirinê wekî têgihê ji Lîlîthê tê. Lîlîth jineke serhildêr e. Li gorî mîtolojiya serdemên berê û baweriya olî; Xwedê Adem diafirîne, demek şûn de bi navê Lîlîth jinek jî diafirîne. Adem û Lîlîth wekhev in. Adem dixwaze serdestiyê bike. Ji ber vê yekê Adem û Lîlîth li hev nakin. Adem bera Lîlîth dide, ya jî Lîlîth direve diçe ser hîvê. Adem jî giliyê wê li Xwedê dike û dibêje ku Lîlîth serbest digere û xirabiyê dike.

Ji bo ku Lîlîth heyfa xwe ji Adem bigire ji ser hîvê tê dinyayê zarok û jinan ditirsîne, wan direvîne. Hê jî di nava kurdan de baweriyek heye ku zarok “bi hîvê dikevin”. Gava ku bi şev zarok li hîva çardeşevî binêrin dê û bavê wan ji wan re dibêjin: “Lawo/keçê li hîvê mêze neke, tu ê bi hîvê bikevî!” Dema ku zarok bi hîvê dikevin eniya wan tenî dikin, ji guleyê hîvikê çêdikin û bi wan ve dikin da ku baş bibin. Bingeha baweriyên bi vî rengî tev ji vê sêwirînê tê der.

4- Şev û roj / sê şev û sê roj / heft şev û heft roj / çil şev û çil roj:

Di sêwirîna gel de ciyê hejmaran gelek girîng e. Hejmarên wekî yek, sisê, heft, çil cihêreng in.
Wekî nîşane di sêwirîna civakî de “yek” di cîhana mîkro û ya makro de nîşaneya yekheviyê ye. Kes û gerdûn, perçe û tevahî bi sêwirîna “yek”ê tê ber bîra mirov. Xwe û xwedî û Xweda; xwebûn û xwedîbûn û xwedabûn di bingehê de “yek” in. Di xwe de “yek”îtî, di gerdûnê de “yek”îtî; mikrobûna “yek”ê û makrobûna “yek”ê ye. Di binhiş û sêwirîna civakî de bi çi rengî dibe bila bibe ev heye. “Yek”îtiya nakokiyan; “yek”îtiya Xwedê; “yek”îtiya serokan; “yek”îtiya lehengên dîrokî, “yek”îtiya qehremanê/a çîrokan di bingehê de ji tenêtiya kes tê. Kes di derûniya xwe de yek e. Mirov dema ku bi xwe dihese pêşî tenêtiya xwe ango “yek”îtiya xwe dibîne. Ev ji bo dîroka mirovahiyê jî wisa ye, ji bo dîroka mirovek jî wisa. Zarok bi “yek”îtiya xwe dihesin hêna dibin “yek” mirovek ji civakê. Di binhişê mirov de ev “yek”bûn wekî sêwirîna bingehîn mora xwe li bir û baweriya mirov dixe.

Wekî nîşane di sêwirîna civakê de “sisê” jî ji “ez-tu-ew” tê der. Di xwezaya berbiçav de “erd û ezman û di navbera wan de mirov” e. Sêgoniya jiyanê “dê-bav-zarok” heman sêwirîn e. “Zayîn-jiyan-mirin” heman sêgoniyê tîne ber hişê mirov. “Destpêk-pêvojo-encam” heman têgehiştin e. Ji ber vî awayî di sêwirîna civakî de “sisê” di kombînezona hunandina ramanê de girîng e û bûyer bi sê awayan pêk tênê.

Wek nîşane hejmara “heft” jî dîsa di sêwirîna civakî de girîng e. Di “heft” rojan de dinya ava bûye, “heft” tebeq ezman, “heft” tebeq binê erdê, “heft” roj wekî razeke bingehîn ji serdema destpêka mirovahiyê tê der. Babîliyan hejmara “heft” ji kewkeban derxistine û “heft” rojên hefteyê jî ji wê tê der. Rahibên babîlî Jupiter, Venus, Saturn, Merîx, Merkur, Roj û Heyvê wekî bingeha hejmara “heft” diyar kirine. Navê rojên hefteyê pirê jê ji vê yekê tênê. Wekî nîşane hejmara “heft” jî ji vê yekê tên. Pîroziya hejmara “heft” di nava sumeriyan, babîliyan, hîtîtî, grekî û gelek gelên aryanî de heye. Em dibînin ku feylesofên grekî “heft” xarîqayên dinyayê diyar kirine, ev heman sêwirîn e. Ev jî têgehiştikene binhişî di olan û terîqetan de jî cî girtiye.

Sêwirîna çil jî demên demsalî yên xwezayî tê der. “Çil roj çileyê zivistanê”, “çilê payîzê”, “çilê germa havînê” li gorî serma û germê, li gorî zirêbûna erd û avhewayê pergala tevgerîna civakê hatiye diyarkirin. Biwêja “Çil roj çile, hespê qule û mêrê … pê nebe ewle” ji vê bingehê tê der.

Dema mirî dimire “sê” roj hewarî tê danîn; di “çil” roja wî/ê de helawa mirî tê dayîn.

5- Xezal, kevok:

Xezal sewaleke kûvî ye. Her çi qas ajal û sewalên din ji aliyê mirov ve hatibe kedîkirin jî tu caran xezal nehatiye kedîkirin. Ya mirov nikaribûye wê kedî bike, ya jî xwezaya vê sewalê dest nedaye ku bê kedîkirin. Her tim ji bo mirov bûye raz û nîşaneyeke pîroz. Çawa ku perî nayên dîtin, çawa ku evîn nayê girtin, çawa ku utopyayên binhişê mirovahiyê (wekî bihişt, azadî, jiyana li stêrkên dûr û hwd.) ne gengaz be ku bêne bidestxistin, xezal jî sewaleke wisa ye. Ji bo seydvan û nêçirvanan xezal sewaleke xwedî raz e. Tê dîtin û wenda dibe. Xezal sewala azad û serbest e li serê çiyayan.

Di sêwirînê de xezal jin e. Di binhişê civakê de zayenda mêza disêwirîne. Çawa “ga” nîşaneya hêz û desthilatdariyê be; xezal jî nîşaneya xweşikî, zerafet û azadiyê ye. Bê îstîsna di hemû çîrokên gelêrî de vê sêwirînê diderbirîne.

Di çîroka me ya nimûne de jî heman sêwirîn heye. Heta ku xezal e azad e; ya jî heta ku azad e ango qîz e dikeve şiklê xezalê û li nava zeviyan, li serê çiyayan serbest digere û tu nêçîrvan nikarin wê bigirin. Piştî ku dibe jin êdî wê raza wê betal dibe.

Kevok jî di sêwirîna civakê de wekî jin tê derbirandin. Ew jî bi per û baskên xwe li ezmanan azad e û li kê derê bax û baxçeyên xweş, gul û gulîstanên rengîn hebin li wan deran li ser avên zelal digerin. Perî bi rengê kevokê têne sêwirandin. Ku postê xwe ji xwe dikin dibin keçên xweşik û delal. Dema ku postên wan ji wan tê dizîn êdî dibin hêsîr û raza wan betal dibe. Di çîroka me de jî ev diyalektîk heye. Kevoka me ji aliyê lehengê çîrokê ve tê girtin êdî raza wê betal dibe. Heta ku “kevok” e xwediyê “textê zêrîn” e, lê ku carek tê girtin êdî para wê “textê darîn” e.

E- ENCAM

Di çîrokên gelêrî de bingeha sêwirînê xweza ye. Gelên ku bi xwezayê dijîn, jiyana wan li ser alav û amûrên xwezayî ne sêwirîna çêrokên wan yek in. Ango mirov dikare bibêje ku xwezaya sêwirîna civakê ji xwezaya rastîn, gerdûnê xwedî dibe.

Têbinî: Vê nivîsê di Kovara W hejmara 25’an de hatiye weşandin.

Azad ZAL

  1Ev çîrok ji devê Hesîba qîza Sofî Letîfê lawê Qasimê Mala Qolê hatiye girtin. Ew jî dibêje ku di biçûkiya xwe de ji devê xalê bavê xwe Hesenê rehmetî bihîstiye û hil kiriye.  Xalê Hesenê rehmetî wiha gotiye: “ez hê biçûk bûm mevanekî xerîb hate mala me, di cıvata bavê min de “Xebroşka Mehemedê Sêrtî” got û min jî ji devê wî hil kir.”
Çîroka Mihemedê Sêrtî gelek dirêj e, me bi kurtasî da. (A.Z)

  2Di vir de biwêja “dilopkirin”ê ew e ku dema ku çîrokbêj çîrokê bibêje divê ku kes xwe di ber re neke, ya jî gotinan di navê re nebêje û heta dawiyê bi bêdenî guhdar bikin.

  3Tir Elo: Gundekî nêzî bajarê Amedê ye, dibe ku navê vî gundî Til Elo be; ev çîrok li her herêmî ku bê gotin, her herêm li gorî xwe navê gund ya jî ciyan diguhere.

  4Kanîmasya: Ev nav jî li her herêmî li gorî xwe binav dikin. Herêma Kanîmasya navê herêmeke li deşta Amedê, nêzî Farqînê ye.

  5Ev mesele ji devê Mensûreya hevsera Zekiyê lawê Sîracê mala Qolê hatiye girtin. Wê jî ji pîra Eyşê bihîstiye. Pîra Eyşê jî diya xwe bihistiye û diya wê jî ji bavê xwe bihîstiye. Çîrok çar nifş derbas kiriye.
Navê wê li her herêmên Kurdistanê curbecur heye. Pîrebock, pîrebok, pîresêrk, pîra sêrê, pîrhevîrk, pîrhelk.

  6Remziya qîza Zekiyê lawê Sîracê mala Qolê hatiye girtin. Remziya ji bavê xwe Zekiyê rehmetî hil kiriye.