1. Tekst

  2. Gotar

  3. Jîr Jan Amedî
  4. Di navbera tiralî û çalakiyê de: Hêvî
Di navbera tiralî û çalakiyê de: Hêvî,di,navbera,tiralî,û,çalakiyê,de,hêvî

Di navbera tiralî û çalakiyê de: Hêvî

A+ A-

Vê sibê min xewa şêrîn ji movika piştê şikandiye û şiyarim. Bi hêviyên ku ji xewna min sêwî ketine şa dibim. Ma jixwe sêwî tim ne ketîne? Roja xwe barî ser pişta karwanek çavnebar dikim û di demên bihurî de xwe diavêjim tîrêjên şewitî. Dil agir e. Bijangê xezala dikişine yek bi yek û di nava xwe de dikizirîne. Zivirîn tune. Paş mayîn ji zû ve derbas bûye. Pişta destê min kefiye û ji siya çavê min re kafî ye.  Lê çi bikim ziman qalik girtiye, pênûs şikestî û dizanim rêya karwan ne rastiye.

Tav çiqas tûj dibe, ez ewqas dicemidim. Karwan zêde dibe. Bi zêdebûna karwan re bêkesî kezeba min diniqurçîne. Dîtin û gotin nabe yek. Kî bawer nake bila denge xwe berde nav hewara sar. Hemû rawirên kovî ketine xwîna min û bi quncrîkên tûj dax dikin temerê min. Kişek din didim şah. Bê wezîr ketime lîztikê û zanim îro dawiya temenê min e…

Kişek din didim şah lê bêfeydeye; ji neçariya xwe fedî dikim. Çar aliyê min kemîn û dafik û qeydin. Di zarokatiya min de xelayî ji xizaniyê birûmettir bû. Xelayî li dû xwe potikên rengîn dixist bin erdê ji kirasê jinikê êzidî. Lê xizanî zêdeyî şermê tu tiştekî nehiştibû ji min re.

Kişek din bidimê, gelo ewê şah bi ku de here. Hêviyek heye ku girmoriyek hewrikek nan ji binê pêlava şivan xelas bike. Ne ji bo ku hewriya wê pê were, ewê jê re bibe taqet û pê bikeve rê.  Moristan li ber lehiya xwêdana mina sar ma ye û morî bêwelatin vê sibê.

Vê sibê perperok tenê bi basikek difirin. Nizanin ewê li kuderê bikevin. Lê hevî dikin û bilind dibin. Kî cêrê pandora vekiribe, çêr û nifira dikin kûpê wê vê sibê. Perperoka pêşiya min girtiye û min dikin penaberê welatan û bi baskê xwe kona vedane. Li kêleka aveke kelegermî pandora bi cêrê destê xwe mijûl e.

Li gor mitolojiya yewnanan birayê zeûs epîmete ji zeûs agir didize. Zeûs dixwaze birayê xwe ceza bike. Ji heriyê jinikek bi aqil û pir xweşik çêdike. Promete dike nake nikare birayê xwe epîmete ji rê vegerîne û epîmete bi pandora re dizewice. Zeûs cêrekî ji heriyê diyariya zewaca wan dike û dibeje gere tu car devê vî cêrî venebe. Piştî deman pandora dikeve binê bandora mereqeke dijwar û devê cêr vedike. Bi vekirina devê cêr re hemû xerabî, nebaşî, zilm û sitemkerî û qeleşî weka xweliyê belawelî ser rûyê erdê dibin. Lê di dibinî de perperokek maye û dibêje min jî berde. Ger ne ez bim tu tiştek nikare bi van xerabî û nebaşiya re bi serkeve. Navê vê perperokê “hevî”ye. Pandora devê qutîkê dîsa digire û hêvî tim dilê mirovahiyê de dijî. Ew xerabî û nebaşî ji cêr derketin û hevî bi tenê ma. Emê bingeha vê çîroka mitolojîk li dema wê bihêlin û pir nekolin.

Bajarê kenanê jî bê ûsib e vê sibê. Çavê yaqûn kor bûye û min nabîne. Ji îşlikê ûsibê xwînî ne bawere  û dibêje bi destê min bigire. Bawerî, ji hêviyê xurttir e. Bawerî dema di ramanê de ye hêvî bixwe ye. Lewma dîna hinek şert û merc ji bo îmanê danîne ber mirovan. Piştî van gotinan ji bo ku ev herdû peyv li hev neqelibin dibê em navberên wan ji hev biqetînin. Bawerî mutleq e. Hêvî li ser şuphê ye.  Bawerî hevî diafirîne. Dema yaqûb hevî dike ku kurê wî ûsib sax e û ewê were dîtin, dibê herin lê bigerin, hevî heye ku were dîtin. Di vir de behsa kedekî heye. Dawiya kedê hêvî ji xwedê tê xwestin. Ya herî mezin jî baweriya wî heye.

Karwan zû dike - dilezîne, lê serkarwan dawiyê nabîne. Di kulêkê de zîn birînê mem dikewîne. Heviyê wan neheband û beko dîsa wan xapand. Lê ger ji beko nîn bûna ewê firqa zînê ji sitî nemana.

Birîn mirov bi ser eyûb de dibin. Eyûbê ku digot “ev êş û ezabê kûr ji şeytan e”. Hêvî  gûzika nigê wî de bû, rabû libitî, av herikî û bi darê bi birînê xwe ketî. (Sad, 41-44)

Ne gompalê mûsa di destê me de ye û ne jî mûsa careke dinê tê.  Hêvî nanê patî nîn e, kusp e. Di qirikê de zuwa naçe xwarê. Li benda sekina guhertina demê; tiraliye hêvî. Li benda guhertina mirovan. Hêvî heye ku hemû kes û hemû bûyer li gora me herin gelo?

Hevî ji bo hatina başiyê, baweriya avêtina gavekî dinê ye. Li gor gelek dîna hevî û bawerî bi hevre tê nîqaşkirin. Ji ber ku bêhêvîtî weka bêîmanî tê famkirin. Lê bawerim di vir de tiştên gelekî girîng veşartî an jî ku nehatine vekirin mane. Hemû ayetên ku hene hêviyê bi xebatekî û lebitandinekê ve girêdane. Dema ku van girêdana tunebûna, ewê hêvî bi serê xwe bi îmanê ve bihatina girêdan. Bi wateya ku tebatî û tiralî dide ser mirov, girêdana hêvî û îmanê gelek caran dibe ku mirov bibe rewşên dinê jî.

Carekê bê zanîn ku hêvî û îman bi meala wan ji hev dûr in ewê bazirgan bê kar bimînin. Yezdan ye’sê wek înkara rihma xwe dibîne û bazirgan wê dikin hêvî û difiroşin muşteriyan. Ye’s ji taqet ketine û bêmecalî û tiraliye. Ye’s dijberê "emel"ê ye. Bes emel bixwe niyet û destpêka her tiştî ye.  Bi vê wateyê hêvî "emel" e. Emel gavavêtina xwestek û armanca ye. Lewma bêhêvî bûn, bi vê wateyê wek bêîmanî tê dîtin. 

Karwan rê şaş kiriye. Serkarwan kor e. Sitêrka nabîne û bawerî bi kesî ne aniye. Şivika destê wî marê kor e û ger derfet bibîne ewê pê vede. Bi aram e, hêdî hêdî dikuje hêvî. (Nietzsche) Ji wateya xwe dûr dikeve û dibe jehra devê zalim, derewkar û sitemkaran. Ji şivika serkarwan dikeve şirinqeya bazirganan. Bazirgan wê hedî hêdî diniqutînin temerên hemû rêwiyan.

Karekî siyasetmedar û bazirganan lîztika li ser peyva ye. Ji bo wî şêwirmend û wezîrên wan tim xwenda ne. Rêvebirên hemdemên me hemû zanistî û teknolojiyan ji bo metaforan bikin mêjiyê gelan dixebitînin. Lewma hêviyê, ji çistî û çalakiyê anîne ser tiralî û xizaniya li bend mayînê. Karwan dilezîne. Serkarwan devê tûrikê xwe dijdîne. Lê nizane ku xapandin kesî nahebîne. Dile min heye kişek dine jî bidim şah. Lê spartekê min nîne…

Jîr Jan Amedî 2013-07-21