Dibilînim -2-,dibilînim,2

Dibilînim -2-

A+ A-

Siltan Şêxmûs ne wekî berê ye, ha! Rojê bi hezaran kes diçinê. Erê, tu ji tiştên wiha bawer nakî, lê pir kes dibêjin ku wan şîfa jê dîtiye. Do ez û diya xwe jî çûbûn wir. Tu dizanî, diya min pir ji tiştên wiha hez dike. Piştî ku ji hecê hatiye jî, pir bala xwe daye ser şêx û muşayîxan. Dê çi bike, rebenê, pîr e êdî.

Min dî Hesenê sercerdevan jî li wir e. Tu bisekine, tu nizanî Heseno kî ye, dema ez qîz bûm, dilê wî di min de bû. Ez jî hema ez bûm, ha! Bejna zirav î dirêj, porên zer î dirêj dihat ha, aha ser vir min, pişta min seran ser digirt. Heseno li dora min dida çirefîtan.

Haya min jê hebû, lê bavê min kesekî navdar bû, ma min li xwe datanî ku berê xwe bidim Heseno? De ez qîz bûm, dîsa jî li xweşa min diçû, ku yek li dora min biba perwane. Min bizaniya ku Heseno li wan doran e, wekî ez ji bo wî derketibim, derdiketim ser şaneşînê. Min li aliyê wî nedinihêrî, lê min xwe li şaneşînê diştexiland, bi dilê wî.

De ma pismamên min hebûn, giş di devê riya min de bûn. Ez kengî ji Heseno re dimam. Bêaqilo, xwe ji bêaqilî di min derdixist.

Bavê min mala me ji wir rakir, em çûn bajêr. Ji Heseno re dîtina min bû hesret. Çend caran bi pîrekan ji min re xeber şand. Carekê qevdek indeko ji ber pez dabû hev û şandibû. Êdî dilê min pê dişewitî. Lê min dawiya dawî pismamê xwe kir.

Îcar do, min hew dît Heseno û li Siltan Şêxmûs e. Hatibû ser ziyaretê. Ez çawa çav lê ketim, min ew nas kir. Min bihîstibû ku bûye sercerdevan. De hema va ye 37 sal di ser re derbas bûye, ku min ew nedîtiye.

Ez çûm cem, min go "Hesen!" Veciniqî, go "Ha!" Min go "Hesen, ma te ez nas kirim?" Sekinî, ma! Go, "Na!" Min go "Ez Gewherê!" Ji çavên wî şewq çûn, rûyê wî bû wekî kebaba ser êgir. Min go "Hesen, ez niha fedî dikim ku li ber te sekinî me!" Perpitî, go "We! Gewher, tu pîrek î, tu çawa ji min re wiha dibêjî?"

Min bê dudilî go "Tu çawa bûyî sercerdevan, te çawa li xwe danî, te çawa ev gwa di xwe da?" Heseno dîsa perpitî, hew dizanibû dê çi bêje, erd û ezman ketin nav lingên wî ku çawa pîrekek, hem jî yeke ku di ciwaniya xwe de pir jê hez dikir, derkeve û jê re wiha bêje.

Wele, min hişt û ez çûm cem diya xwe.
Heke diya min bibihîsta min li Heseno wa kiriye, dê eyn serê min di hawanê de wekî hebên qehwê bida ber derban. Tu nizanî bê diya min hîn çawa bi ser tirko ve ye.


Gotinên miftehî :