Dilê keçikê,Dilê,keçikê

Dilê keçikê

A+ A-

Kurik ji dê û bavê xwe re dibêje ku hûn ê an keça felankesê ji min re bixwazin, an jî birevînin.

Dê û bav dizanin ku bavê keçikê qîza xwe nade wan. Dikin nakin tiştekî bi serê lawê xwe naxin. Biryar didin ku herin jê re keçikê birevînin. Keçik jî li gundekî din e. Çend kes li hev kom dibin û berê xwe didine gundê keçikê. Bi rê de yek ji wan ji kurikê dipirse:
- Haya keçikê heye ku em ê biçin wê ji bo te birevînin?
Lawik:
- Na.
- Îcar em ê çawan bikevine hundir?
- Wele ez nizanim.
- Dilê keçikê heye?
- Wele gava ez ji bajêr dihatim malê, bi rê de tî bûm, min çû li deriyekî xist ku av vexwim. Keçikê derî vekir, min av jê xwest, wê jî li şûna avê tasek dew da min. Aha ji vê yekê min fam kir ku dilê keçikê ketiye min.


Gotinên miftehî :