1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mîrhem Yîgît
  4. Dil û mêjiyekî mezin -3
Dil û mêjiyekî mezin -3,dil,û,mêjiyekî,mezin,3

Dil û mêjiyekî mezin -3

A+ A-

Di van sohbetên bi dirêjaya şevê de gelek caran ji min re behsa jiyana xwe dikir. Min jî çendî ji destên min dihat not digirt û hin caran jî jê dixwest ku ew bêje û ez binîvisînim.” ”Temam, Baş e” digot. ” te tu vê hevokê binîvîs li ba xwe û sibehê werîn bîra min em dê bikin meqaleyek.”. Me bi vî rengî li dora 60 meqaleyî nivîsî ku piştî şehadeta wî bi demekê jî di quncika wî di Wlat de hatin weşandin.

Gelek caran ji min re digot ” kurê xalê min, heger yekî wek te di wextê xwe de li ba min hebûya me dê çend cild kitêb nivîsandibûna”.

Defterek me hebû, yeke bi cild, ne reşê temam, hinekî nêzîkî rengê gewr. Apê Mûsa jê re ”deftera me” digot. Heyfe ku piştre çi pê hat me fêm nekir, min ji Anterê kurê Apê Mûsa,  çend caran pirsî, gelo hayê wî ji defterê tune, em negihiştin tu encamê.

Di vê defterê de Apê Mûsa hinek tişt cara ewil digotin,notên li tu deran nehatibûn weşandin hebûn. Bi taybetî mehên li sorgona Çeneqale  bi detay û bi teferûat hatibûn not kirin. Ez pirr li ber ”deftera me ” ketim.

Rojekê ji welat, ji Kurdistanê jê re kereng hatibûn. Li Medbexa wî ez li aliyekî û ew li aliyê  din yê maseya di nav me de me kereng diqeşartin. Di ber kar re ji min re li dora seetekê li ser pêwistiya bedenê bi vîtamînan û bi taybetî vîtamîna ” C” qise kir. 

Ev sohbeta dukesî tu li eslê wê binerî konferansek bû. Dûr û dirêj behsa profesorekî ji Mecaristanê kir ku di salên 1940 û nizam çendan de hatibû Stenbolê û li ser vîtamîna ”C” û rolên wê axivîbû.

Rojên em li mala wî, çendî ji destên me dihat me dinirxandin,  vala nedisekinî Apê Mûsa, bi telefonan û carna jî rûberû bersiva pirsên rojnamevan û kovaran dida. Di bîra min de ye carekê bi rengekî dirêj bersiva pirsên Kovara Berxwedanê dan, pirs jê re ji Elmanya bi faksê hatibûn, wî bersiva pirsan got û min nîvisî û ez zanim ku ew hevpeyvîn kete weşanê. Mirov dikare ji arşîva Berxwedana sala 1992 an derxe. Bila ev jî wek agehdariyekê be ji bo kesên jiyana Apê Mûsa dinîvisînin yan jî nêteke wan ya wiha ji bo nivîsandinê heye.

Salên 1989 -1992 ji salên helî bi ber in ji bo Apê Mûsa. Di van salan de bîranînên wî çap bûn, di rojname û kovarên corecor de, di Welat, Gundem,Tewlo  û rojname û kovarên Tirkiye de bi sedan hevpeyvîn û meqaleyên wî derketin.

Tiştek dubare dikir her dema min rojnameya Welat jê re dibir: zimanê rojnamê giran nekin, bi zimanê xelkê, zimanê zindû, ji jiyanê  binîvisînin, zêde bi gotinên nû, bi taybetî çêkirî bar nekin, gotinên nû divê bi pîvan  bin, xwendevan nexeniqînin, hêdî hêdî hezim bikin. Demeke dirêj e û çend û cîl û nifşin ku gelê me ji kurdî û xwendin û nivîsandina bi zimanê xwe dûr ketiye, xwendevanên kurdî gelekî kêm in, bi qasî tiliyê çend destan in.

Ya din ez jî di nav de em divê nesekinin, bêrawestan binîvisînin, sibe wê çi bibe em nizanin, bahwerî bi vê dewletê naye, mirov nikare bi dewla wê here avê, te nerî rojekê girt ser rojnameya me, rojname jî û em jî giş girtin û avêtin binê zîndanan, ne şerm dike û ne zane fedî çiye, ho kiriye ho xwariye, çi anîne serê min û çi nanîne incex ez û Xwedê em zanin, ji ber çend gotin û çend rêzên bi kurdî ku min reşandin nav Qimil, şira ga çêkirin ji min, qiyamet rakirin li serê min, bû haho hahoya wan û ji her alîde  koroya ”bikujin, bernedin, hê saxe ”û hwd. li dar xistin.

Yanî dixwazim bêjim ku divê emrê xwe dirêj bikim, heger 5 sal mabin bikim 10, 15 mabin bikim 20, dema me dipirsî çawa digot bi nivîsandina zêde.

” Mala dewletê ne ava be, nehiştin ez di zemanê xwe de binîvisînim û tiştên min dixwestin, ji gelê xwe re bihêlim. Serê demekê dest datanîn ser nivîsandin, not û xebatên min, ez davêtim zîndanê, tehba min nehîb û talan dikirin,”

” ez dixwazim heyfa salên buhurî hilînim, çendî bixebitim, çendî binîvisînim kêm e, ne zêde ye. Meraq nekin tiştek bi min nayê, bila dilê we rehet be, peymana min bi Ezraîl re heye, heta Kurdistan çênebe, ez rihê xwe teslîm nakim. Hevalên min Fayiq û yên mîna wî serxwebûna welatê xwe nedîtin û dema çûn gorê çavên wan vekirî man. Belê ez dixwazim serxwebûna welatê xwe bibînim, ev jî ji me hemûyan xizmet û xebatê dixwaze.”

Heyfe berî welat azad bibe, van guhertin û pêşketinên dîrokî; televizyon, radyo, PKDW, KNK û van festîval û mihrîcanên sedhezar kesî, şaredariyên ketine destên kurdan, axaftinên parlamenterên kurd di Meclîsa Tirk de û bi dehan destketiyên din wek statuya li Başûrê Kurdistanê  û hwd. bibîne  serê xwe danî, heyfe ku ji nav me çend salên zûtir çû, temenê xwe temam nekir. Belê jinavçûyîna wî li gora xwestin û daxwaza wî hate cîh. Ew bû şehîdê Kurdistan;  ew niha mêvanê Şêx Seyid, Seyid Riza, Qazî  Mihemed, Bavê Tûjo, Kemal Fûad, Mezlûm, Egît, Zekiye,Wedat û Huseyin Deniz e.

Apê Mûsa dewlet gelekî baş nas dikir û çu carî bahwerî pê neanî, tim di nav fikaran de bû ku wê rojnameyê bigre, wê li himberê ziman û kultura kurdî nikaribe bi hêrs û neyartiya xwe.

Jixwe dewletê piştî di ser derketina rojnameya welat re 7-8 meh derbas bûn Apê Mûsa li Amedê şehîd kir û heta niha bi dehan car rojnameya Welat ku piştre bû Welatê me û niha jî mîna Azadiya Welat derdikeve ceza kir, demdemî girt û rêvebir, nivîskar û xebatkarên wê avêtin binê zîndanan.

Helî dawî dewletê berpirsiyarê Rojnameya Azadiya Welat Wedat Kursun bi 166 salan ceza kir.

Di ser şehadeta Apê Mûsa re 18 sal derbas dibin û hê jî li şûna dewlet qatilên wî bigre, serokwezîrê dewletê Teyib Erdogan li Ameda xwîna Apê Mûsa  wî hatiye rijandin, şehîdbûna Apê Mûsa manîpûle û istîsmar dike, bi gotineke din siyaseta kuştina bi gur re û kişandina şîna bi xwedî re dimeşîne.

Belê dewlet encama dixwaze nagire, dê nikaribe bigire, gelê kurd û bi taybetî jî Amedî, vê dewletê û vî serokwezîrê wê ku ji kuştina zarok,law û keçên kurdan berpirsiyare û qatil û destşikênên kurdan hêza xwe jê digrin gelekî baş nas dike.


Gotinên miftehî :