1. Tekst

  2. Pêkenî

  3. Amîda Kurd
  4. Divê Hûn Duduyan Bibînin
Divê Hûn Duduyan Bibînin,Divê,Hûn,Duduyan,Bibînin

Divê Hûn Duduyan Bibînin

A+ A-

Rojekê melkemot xwe dike şiklê mirovekî û li mala malmezinekî, dibêje:
- Ez melkemot im, Xwedê ez rêkirime ku ji vê malê ruhê du kesan bistînim. Ka yên ruhê xwe bidin, bila derkevin pêş.
Dema melkemot wiha dibêje, xwîn li wechê tevan zer dibe û berê xwe dizîvirînin ser xulamê malê.
Xulamê malê radibe ser xwe û dibêje:
- Heyra ez ji berê ve hazir im, lê melkemot dibêje ez hatime ruhê du kesan bistînim. Divê hûn duduyan bibînin.

Şandkar: Hesen Huseyin Deniz


Gotinên miftehî :