1. Tekst

  2. Gotar

  3. Ezîzê Cewo
  4. DIVÊ MIROV R’ASTÎYÊ BIBÎNE
DIVÊ MIROV R’ASTÎYÊ BIBÎNE,divê,mirov,r,astîyê,bibîne

DIVÊ MIROV R’ASTÎYÊ BIBÎNE

A+ A-



Li ser r’ûp’elê sayta KURDISTAN.RU 30-ê gelawêja vê salê gotara Modêst Kolêrov a “Xalên t’eqînê yên nû: K’urdistan, Qerebax, R’ûsîya” hatye weşandin (http://kurdistan.ru/2012/09/01/ articles-16744_Modest_Kolerov_Novy.html). Ev gotara goveka pirsgirêkên guncan ên siyaseta cîhanê ya vê serdemê hemêz dike… Analîza nêr’înên li ser jêopolîtîkê û stratêjîya hemdemî  yên vê pêvajoyê, ya ku xudanê gotarê pêşnîyar dike, guncan e. Ew tiştine balkêş r’aç’avdike, yên ku, helbet, wê bala r’ayedarên siyasî, fermî û sazîyên dewletê bik’işîne, ji ber ku ew hema ji  bo wan hatine gotin.

Û ji ber wê jî, emê li vir k’arê xwe bi r’amana gotarê ya bingehîn û nêr’înên ku di wê da derketine pêş, neyanin. Me her dixwast, ku bala xwendevanan û ya xudanê gotarê bi xwe bik’işînin ser gotinekê, ya ku di vê gotarê da heye, û di derbarê wê da hinek r’astîyên dîrokî bînin.  

M. Kolêrov dinivîse: “… Lewazbûna jêopolîtîk a Ermenîstanê û derk’etina ser sehna dewletê dîsa beşdarekî t’evkujîya ermenîyan a sala 1915-an di Împêratorîya Osmanî da – k’urdan, ên ku bi dîrokî (bi ermenîyan ra. – A. M.) li hev nehatine– bi obyêktîvî carek a din di nava siyaseta ermenîyan da ne ku pirsgirêka hilbijartina pêkhatî ya di navbera sîstêmên garantîyan da: ji yên leşkerî di R’êxistina Peymana ewlek’arîya kolêktîv (ODKB) da – berbi yên siyasî di DYA û NATO-yê da,  lê pirsgirêka ne ewqas girîng (anegorî giranîya wê ya dêmografî) a kontrola ser Qerebaxa Ç’îyayî derdixe pêş. (Cudakirin a me ye. – A. M).”   

Ya yekem, pêwîst nake, ku mirov hema wisa li ser p’êyan, ber destê xwe r’a di derbarê pirsek a wisa ne sade ya p’êwendîyên k’urd û ermenîyan da tiştekî  bibêje, û wisa jî di derbarê pirsa p’êwendîyên di navbera gelên din ên Împêratorîya osmanî da. Ya duyem, M. Kolêrov k’urdan, ên ku dawîya dawîyê r’abûne ser r’êya bidewletbûnê, “beşdarekî t’evkujîya ermenîyan a sala 1915-an di Împêratorîya Osmanî da, ên bi dîrokî (bi ermenîyan ra. – A. M.) li hev nehatine” nav dike. Ev jî bi t’evayîya xwe va qîmetkirinek a ne heq û çewt e. R’ast e, nêrînek a wisa ya ne obyêktîv, li ser r’ola k’urdan di bûyerên  dîrokî yên sala 1915-an da, di salen 60-î yên sedsala bihurî di Ermenîstana Sovêtî da hatibû amadekirin. Wê demê kesekî wêrekî nekir, ku wê nêr’înê govtûgo bike, ya ku li ser asta dewletê hatibû pejirandin… Her çiqas jî wan salan gelek bîranînên ermenîyan (di  nav wan da wisa jî yên mirovên navdar) hatibûn weşandin, û di wan da dihate gotin, ku çawa k’urdan ermenî (û ne t’enê ew) r’izgarkirine, ji bo wê jîyana xwe û ya malbeta xwe kirine t’ehlûkeyê. Lêbelê ev bîranînana ji berekê va ji nav aqara xwendinê derxistin û spartine jbîrkirinê. Naha kêm mirov di derbarê wan da dizanin, lê yên ku bixwazin, vekirî di derbarê wan da biaxivîn jî, kêmtir in. 

Divê di sêrî da bê gotin, ku t’evkujîya (gênosîd) ermenîyan, wisa jî t’evkujîya yewnanan, k’urdan, asorîyan û gelên din, ên ku di nav sînorên Împêratorîya Osmanî da dijyan, encama siyaseta wê dewletê bû. T’evkujî siyaseta dewletê ye – li hember beşekî welatîyên xwe, yan ên welatekî din. Têrmîna genosid ji bo pevçûnên di  navbera komên olî û net’ewan ên ne li ser asta dewletan da nikare bê bik’aranîn, heya, eger encamên wan tarjîk bûne jî. Û encamên pevçûnên di navbera k’urd û ermenîyan da di   Împêratorîya Osmanî da tragîk bûne. Mirov wê nikare r’ed bike. Lê gênosîd fênomênek a din e. Ew – siyaseta dewletê ye, ya ku armanca wê t’unekirina net’ewekê yan komek a olî ye. Ji bo pêkanîna vê armancê ewê hemû hêz û derfetên Împêratorîya Osmanî kiribûne t’evgerê. Lê mirov an k’omên olî, yên ku hinekan ew bi awayekî k’işandine nav wan bûyeran, mirov nikare wek beşdarên wan bûyeran nav bike. Beşên cuda yên binecîyan r’akitrine hemberî hev,  xwîn  bi xwînê dane şûştin. Gotina “Ji hev p’arç’e bike û desthilatdar be!” – ne t’enê slogana Împêratorîya Brîtanîyayê bûye. Gelekên ji wan, ên ku beşdarî wan çalakîyan bûne, ewan ji tirsa xwe kirine, ji ber t’ehdîdan, ji bo p’arastina jîyana xwe û mirovên xwe, lê hinekan jî, yên ku r’abûne ser r’êya hevk’arîya bi  desthilatdarîya sûck’ar r’a, helwesta wan ewqasî jî li hember gelê wan nemirovî bûye. 

Û r’amanek a din jî. Em binihêr’in, k’a di dîroka k’îjan gelî da xayîn t’unebûne? Ma ew di nav ermenîyan da t’unebûne? Ma ne di nav wan da di derbarê xiyaneta xwe da gotinên bi bask diger’in. Ma di dema t’evkujîya ermenîyan da di sazîyên   Împêratorîya Osmanaî da nûnerên gelê ermenî t’unebûne, yên ku xizameta wê sîstêma nemirovî kirine? Ermenîyan di art’êşa Osmanî da leşkerî kirine (henek ji wan p’ayebilind bûne jî! Heya salên 20-î yên sedsala XX ermenî heya di r’êvebirîya cebirxana dewletê da hebûne!), di nav aborîyê da giranîya wan mezin bûye, di nava dîplomatîyê da ew ne mirovên paşin bûne.  Beşekî ermenîyan wê demê bi civaka Împêratorîya Osmanî r’a bi yek (întêgre) bûye. Îro peyhatîyên wan ermenîyan, ên ku, bi agahîyên cuda, hejmara wan digihîje derdorê 2,5 mîllîonî, di T’irkîyayê da dijîn.  

Pirs dertê hole, çima di nav gelên din da dikarin xayîn hebin, lê di nav k’urdan –na? Sed heyf, lê wisa nabe. Wê demê gunehk’arîyên wan çima dikin p’ara t’evayîya gel? Belê, xiyanet, ew jî xiyaneta li hember gelê xwe, k’arekî p’ir’ k’irêt e, lê heya naha mirovayîyê nikaribûye wê nexweşîya han a k’ronîk derbaz bike! Ma dema şerê Welatîyê yê Mezin (1941-1945) li bal me – di Yekîtîya Sovêtê da, xayîn t’unebûn? Ji hêlekê va berxwedana gel bû, partizan bûn, lê ji hêlaa din va polît’say bûn. Îro jî hinek derk’etine, yên ku hewl didin wan efû bikin. Ji bo wan tu efû nine!  

Xiyanet û sûck’arî net’ewa xwe nînin!  

Gelê k’urd ji destê Împêratorîya Osmanî zyan û zêrandin p’ir’ dîtine, ew bi xwe bûye gorîyê siyaseta t’evkujîyê, ya ku li hember k’urdan heya îro jî didome, û t’u bingeh nine, ku ji bo sûck’arîyên xayînan hemû gel bê t’ewanbarkirin, û bi wê jî gelê ermine bixalifînin û berê wî bidin derek a din. 

Em serî li r’astîyên dîrokî bidin. Ji bo destpêkê, em bala xwe bidin nameya mamosta Vazgên Kazaryan, a ku ewî ji zanyarê navdar ê ermenî, welatparêzê gelê xwe Stêp’an Pogosyan r’a nivîsye. (S. Pogosyan – akadêmîsîyan, Serokê berê yê Komîtêya weşanên r’adio-têlêvîzîonê ya Ermenîstana Sovêtê, Sêkrêtarê I ê berê yê Partîya Komûnîst a Ermenîstanê. – A. M.).

“Stêp’an Pogosyanê r’êzdar! …Ji gotar We dertê holê, ku çalakîiya Xanasorê ne wisa (k’arekî pîroz. – A. M.) bûye, wek ku ew di bîra gelê ermenî dam maye? Hûn bi vê çi dixwazin bibêjin? -…Hûn dixwazin bibêjin: “Gelî ermenîyan, eger we heya naha dizanibû, ku fîdaînên ermenîyan (haydûk) berê ç’eka xwe nedane jin û zar’okan û agirî wan nekirine, hûn şaşbûne. Agirkirine! Û ew jî çawa agirkirine!” Hûn vê dixwazin bidin xuyan? Hûn dixwazin bîranîna r’onî ya fîdaînan di ç’avê gel da nimz bikin?..” – Ev  nameya di r’ojnameya "ՀայԱրիներ" da ("Arîyên ermenî",№ 63, 64, cotmeh, 2005г.) û paşê li ser r’ûp’elê sayta "ՀԱՅԱՐԻԱԿԱՆՉ" ("Bangaermarîyan") hatye weşandin.   

Ji bo ku bê têgihîştin, k’a ew çi çalakî bûye, û ew çi bûye, ku yek ji welatp’arêzên gelê ermenî yê herî geş ewqasî  pê xemgîn bûye, em binihêrin, k’a wê demê çi bûye. Li ser r’ûp’elê NAIRLAND.com di bin sernivîsa “Çalakîya Xanasorê, 25 – 27-ê tîrmeha  sala 1897-an” da tê gotin: “Çalakîya Xanasorê – ew êrîşa têk’oşerên ermenî ye li ser Yekîtîya eşîrên k’urdan a Mazrîk… Ew ji hêla Partîya Daşnak va hatye amadekirin û pêkanîn, wek bersîv ji bo t’unekirina hêza wan a êrîşê û pêkanîna çalakîya tolhildanê… 25-ê tîrmeha sala 1897-an berbangê, weke 250 (anegorî ç’avkanîyên din – 150 – 300) fîdaînan… jinişkêva avîtine ser eşîra Mazrîk û serk’evtin bi destxistine…Çalakî 27-ê tîrmeha 1897-an bidawî bûye”.    

Di vê gotarê da tê gotin, ku êrîşk’aran, bi bingehîn mêrên eşîrê t’unekirine, jin û zar’ok hêvişandine. Lê, eger mirovekî hema piç’ekî di derbarê taktîkên şer’ên haydûkan da bizanibe, wê tê bigihîje, ku dema êrîşa jinişkêva, ew jî ya ku destberbangê, berî r’onîbûnê, pêk hatye, dema bi bingehîn hemû hê di xewê da bûne, derfet nine, ku mirov ji hev bibijêre, k’a mêr li k’une û kal, jin û zarok li ku ne. Di  encama wê cenga sê  r’ojan da eşîra Mazrîk hatye t’unekirin, weke 40 000 mirov hatye kuştin (binihêr’e: http://www.aztagdaily.com/archives/22143" ). Dema wê çalakîyê êrîşk’aran t’enê 25 kuştî dane (anegorî ç’avkanîyên din – 20). Ev ne ew r’êjeya windayên terefan e, ya ku di dema şêr da dertê hole. Her weha di gotarê da tê r’agîhandin, ku du olderên ermenî jî di nav ç’ekdaran da beşdarî wê çalakîyê bûne. Em balê bik’işînin ser wê, ku êrîşa ser  Xanasorê 18 salan berî bûyerên trajîk ên sala 1915-an pêk hatye. Heya sala 1915-an êdî nivşek a nu ya k’urdan pêr’a gîhandye bigihîje. Mirov nikare nep’ejirîne, ku beşekî wan k’urdan, ên ku cîyê xwe di opêratsînên cezakirinê yên dewletê yên dijî ermenîyan da girtibûne, dikare sedema  nefreta wan a kesî jî hebûye, ya ku ji bîranînên çalakîyên fîdaînên ermenîyan hêza xwe girtibe. Çalakîya Xanasorê êrîşa xwînr’êjî ya t’enê nînbûye ji hêla ç’ekdarên ermenî va.    

Serhatîyek a mina vê di dema xwe da k’urdekî êzdî ji min r’a gotye. Ew piştî   bûyerên sala 1915-an p’enaber dibe û sala 1918-an bi pismamên xwe va li Ermenîstanê di gundê me P’ampa K’urdan da bi cî û war bibûn. Wek ku wî digot, hema bi şêweyekî wisa jî gundê k’urdan ê Sork’ulî (gundekî mezin – bi sedsn mal) hatye t’unekirin. Şev, bi alîk’arîya k’urdên xayîn, fîdayînên ermenî nobeta gund ji hole r’adikin, dik’evin gund û hemûyan t’unedikin – di nav wanda kal, pîr, jin û zar’ok, û gund  bi xwe jî binîva dişewitînin. 

Wisa, ku!..

Di împêratorîya Osmanî da siyaseta t’evkujîyê ne t’enê li hember ermenyan meşandine, lê wisa jî li hember gelê k’urd. Helbet, wê demê kesek t’unebûye, ku fotoyên k’urdên kuştî bik’işîne yan bi hûrbînî di derbarê wan da binivîse. Ew siyaset di van r’ojên me da jî tê meşandin, û dîsa kesek dengê xwe nake. Gelê k’urd bûye gorîyê wê siyasetê, û neheqî û bêexlaqî ye, dema wî ji bo wan tiştan t’ewanbardikin, ên ku ewî pêkneanîne. Lê, eger k’urd îro wan xayînan gunehk’ar dkin, ên ku di destê mak’îna dewleta Osmanî da bûne ç’ek, lê ermenî salveger’a “Êrîşa Xanasorê” ya xwînr’êj wek cejn pîroz  dikin, wek “r’oja serk’evtinê”, stran û marşên dîyarî wê êrîşê distrên.  R’êvebirya siyasî ya ermenîyan heya îro jî dest ji pesin û navbilindkirina bi guman û xwînr’êj bernedane.   

Belê, hemû, çi ku wê demû bûye, pêkhatye, trajêdî bûye. Lê ew trajêdî ne t’enê ya gelê ermenî, lê ya hemû gelên Împêratorîya Osmanî bûye. Hema hemû gelan jî bi xwe zêrandin dîtine û derbên giran jî gîhandin ên din – ji ber wê siyaseta nemirovî. Em divê bi dilêşî bibêjin, ku ewan ewqas zulm û zelûlî dîtine, lê di hinek cîyan da gunehê wan bi xwe jî hebûye: ew bê t’evger û nexwendî bûne, êlîta wan a net’ewî t’unebûye, ji ber wê jî bûne ç’ek di destê bîyanîyan da, ji hêla dewleta Osmanî va hatine lîstikê. Lêbelê îro ew dîroka bi kul û k’eder dvê ji bo gur’kirina nefretê di navbera gelên me da neê bik’aranîn. Em dive ji dîrokê dersan derxin, ji bo ku neên lîstikên nû, ji ber  ku hinek hêz hene, yên ku dixwazin careke din k’urd û ermenîyan bînin hember hev. Me bi sedsalan bi hev r’a jîyan kirye, emê ji vir û pêva jî cînarên hev bin, ji bo wê jî em dive her tiştî bikin, ku gelên me di aştî, aramî û dostanîyê bijîn. Ji k’urd û ermenîyan r’a nak’okî û p’evçûn pêwîst nakin. Hêza me di hevtêgihîştinê, hevhatin û dostanîyê da ye. 

Azîz Mamoyan (Ezîz ê Cewo), r’ojnameger,    

endamê Yekîtîya r’ojnamegerên Rûsîyayê û PEN-a navnet’ewî


Ev gotar bi r’ûsî li ser r’ûp’elê sayta KURDISTAN.ru hatye weşandin: 
http://kurdistan.ru/2012/09/12/articles-16846_Nado_smotret_pravde.html


Gotinên miftehî :