Diya porkurr,Diya,porkurr

Diya porkurr

A+ A-

Rojekê çend jin ji xwe re mîna her car li berberojkê rûniştîne, galegalê dikin.

Kurê yekê ji wan jinan jî li ser bîra gund dileyize. Jinik car caran li kurê xwe dinêre, lê destê wê ji galegalê nabe. Piştî demekê, kurik di bîrê werdibe û difetise.

Jin û mêr û zarokên gund hemû ber bi bîrê ve baz didin, lawik derdixin, dibînin ku miriye. Diya lawik li çongên xwe dixe û dibêje:
- Min zanibû min zanibû.
Jinên gund ku pê re galegal dikirinî dipirsin:

- Ma porkurê te heke zanibû te çima negot, te çima negot?
Diya lawik:
- Ê min çi zanibû min çi zanibû?!..


Gotinên miftehî :