1. Tekst

  2. Çîrok

  3. Rêzan Tovjîn
  4. Diyalogên Hz. Nûh
Diyalogên Hz. Nûh,diyalogên,hz,nûh,nuh,cudi

Diyalogên Hz. Nûh

A+ A-

"Bi sond, me Nûh ji qewmê wî re şand. Got: Ey qewmê min! Qûliyê ji xwedê re bikin, ji wî pê ve xwedayê we tune. Ya rast, ez ji ezabê rojeke mezin ku bi ser we de were, ditirsim." Qur'an, Araf/59 (Werger: Mele Na'met Tovjîn)
--- --- --- ---
“Xwedê ji Hz. Nûh re got:
Dê biqelêşe asîman, û dê av xwe jê berde, dê erd ava ku vexwariye der bike û bide ser rûyê axê. Li tevahiya cîhanê dê deverek li ser avê nemîne. Ev e cezayê ku ez didim gelê te, ji bo ku baweriya xwe bi te neaniye.”

“Xwedê ji Hz. Nûh daxwaz kir ku keştiyekê çêke, gelê bawermend û ji hemû heywanan jî yeke nêr û yeke mê têxe wê keştiyê, da ku roja Tofanê ew bifilitin û jiyan piştî Tofanê jî bidome.”

“Li ser vê yekê Hz. Nûh dest bi çandiniya daran kir. Çawa be Tofan hêj ne nêzîk bû.”

“Piştî gelek salan dar bilind bûn, bejna wan bi hewa ket, qalind bûn wekî destê mirovan li nava wan negere.”

“Xwedê got:
    Îcar tu dikarî wan daran jêkî û dest bi çêkirina keştiya xwe bikî.”

“Hz. Nûh nikaribû ewqas dar ji dervê gund bianiya ber gund. Têra keştiyeke ku hemû cure heywanên cîhanê kiriye, ku her cureyek cot bi cot ketiyê.”

“Wê demê kesekî bi navê ÛC hebû. Ûc 14 enîşkan dirêj bû.”

“Ûc mirovekî bi tenê bû. Dema ku birçî dibû, nan tunebû ku bixwara. Jixwe zû bi zû têr jî nedibû.”

“Gelek caran Ûc diçû ber gundan, lingekî xwe diavêt vî rexê gund, yê din diavêt rexê din û ji gundiyan re digot:
    An hûn ê zikê min têr bikin, an jî ku der bikeve ber min, ez ê bi ser wir de bimîzim.
Gundan bêçare pez serjê dikirin, zikê wî têr dikirin û dişandin.”

Tê gotin ku rojekê gundiyekî gotiye “em dikarin ji vî Ûcî rizgar bibin.” Gundiyan pirsiye: “Em ê çawa jê rizgar bibin, kes nikare pê û têr tesîrê lê nakin.” Li ser vê yekê, yê gundî gotiye: “Dema hat, em ê bêjin xwarineke me ya zêde nemaye, em êdî tiştekî belaş nadin kesî, lê em dizanin ku malekî te jî tune tu bi xwarinê re biguharî, ji bo wê em ê bi deyn bidin te, hema te kengî da mala te ava.” Ev fikir nakeve serê gundiyan. Gundî dibêjin “ha me belaş daye Ûc, ha me bi deyn daye, çi ferq dike?” Lê dîsa jî wekî yê gundî dikin. Ji wê rojê û pê ve, Ûc ji bo deynê wî jê nexwazin, her roj riya xwe ji ser wî gundî dadigerîne. Bi vî rengî gundî ji Ûc xelas dibin.

“Hz. Nûh gazî Ûc kir. Jê re got:
    Li devera ... dar hene, heke tu ji min re wan daran bikî piştî û bînî bera ber gund bidî, ez ê daxwazeke te bi cih bînim.
    Ûc pirsî, ku gelo Hz. Nûh dikare zikê wî carekê têr bike an na!
    Hz. Nûh soz dayê ku roja ew hemû daran bikişîne ber gund, dê zikê wî têr bike.”

“Ûc rabû hemû werîsên herêmê berhev kir û bi ser hev ve girêda. Avêt ser milê xwe û çû nav daran. Piştiyekî wisa çêkir ku têra keştiyekê dikir. Li ser pişta xwe girêda û vegeriya.”

“Îblîs di şemalê yextiyarekî de derket ser riya Hz. Nûh. Jê re got:
    Tu evqas dar dibî ku, Ûc ?
    Ez dibim ji Nûh re.
    Tu vê xizmetê di berdêla çi de dikî, hey xizan?
    Dê Nûh îro zikê min têr bike.
    Hey nezan, nan tune Nûh û zarokên xwe bixwin. Dê çawa te têr bike?
    Nûh wisa soz daye.
    Hey belengaz, tu nizanî ku têra zikê xwarin zexîra çendek meh e ji bo Nûh ?
Ûc aciz bû, piştî ser pişta xwe avêt erdê û got:
    Rast e, têra zikê min xwarin li mala Nûh tune, ne mimkûn e hebe.
Ûc bi serê werîsê xwe girt û li paş xwe kaş kir, heta ber gund. Bi serê werîs girt û virvirand ber gund û gazî Hz Nûh kir:
    Nûh, ez ji ser gotina xwe vegeriyam, ez ji te re daran nakişînim. Ez fikirîm ku tu nikarî zikê min têr bikî û min soza xwe betal kir.
Hz. Nûh lê nihêrî ku darên li werîs geriyane û Ûc li pey xwe kaş kiriye, têra keştiyekê dikin jî. Hz. Nûh got:
    Ûc, te têra min dar anîne. Îcar were ez zikê te têr bikim.
Ûc matmayî ma. Îcar baş meraq dikir ku dê çawa zikê wî têr bikira. Hz. Nûh jê re got:
    Here ber çem, destê xwe û rûçavê xwe bişo.
    Herdu bi hev re nabin, tiştekî bi tenê bixwaze. An rûçav, an dest.
Hz. Nûh fikirî ku dema Ûc rûçavên xwe bişo, dê dest jî pê re bêne şûştin. Rabû go:
    Baş e, here rûçavên xwe bişo.
Ûc çû ber çem, destekî xwe avêt wî alî, yek avêt vî alî. Rûçavê xwe gihand avê û çelqand. Bi vî rengî, bêyî ku destê wî bi avê bibe, rûçavên xwe şûşt û vegeriya. Hz. Nûh li vê yekê matmayî ma.”

    Hz. Nûh nanek û tasek dims danî ber Ûc. Bi vî dîmenê re Ûc di dil xwe de got: “Wî yextiyarê nav daristanê rast gotiye, xwarina ku Nûh bide mirov nikare ji vê zêdetir be.” Ûc ji Hz. Nûh re got:
    Tê zikê min bi vî nanî têr bikî?
Hz. Nûh got:
    Bixwe, heke te têr nexwar gilî bike. Lê şertekî min heye, berî tu dest bi xwarinê bikî, bêje: “Ez dest pê dikim, bi navê xwedayê dilovan û dilovîn.”
    Ûc wisa got û dest bi xwarinê kir. Ji wî nanê bi tenê û wê tasa dimsê têr xwar.
    Lê dîsa jî hîkmetek di vî karî de nedît û neçû ser ola Hz. Nûh.”

“Hz. Nûh keştiya xwe çêkir û qedand. Lê hêj gelek ji Tofanê re mabû. Keştî li ber gund hişt û çû mal. Wisa gelek roj derbas bûn.”

“Gundiyên Hz. Nûh dema diçûn destava xwe dikirin, li dervê gund, li nav terş û telaşan dikirin. Lê hundirê keştiyê ji bo gelekan cihekî talde bû, ji bo wê diçûn li wir dimîztin û dirîtin. Piştî demekê hundirê keştiyê tijî gû bûbû, ji bêhnan mirov nikaribûn nêzîk bûbûna.”

“Hz. Nûh ev rewş ji xwedê re gilî kir.”

“Xwedê rabû nexweşiyek xist nav gelê wî yê nebawermend. Xurek pir xerab ket laşê wan. Her roj diçûn ji Hz. Nûh re digotin:
    Ka te digot “xwedayê min mezin e, her tiştî dizane, dibîne! Ka jê re bêje bê dermanê vê xura me çi ye!”
Xwedê ji Hz. Nûh re ragihand û got: “Laşê kê dixure, bila biçe wî gûyê keştiyê di laşê xwe bide.”
Hz Nûh ev ji gundiyan re got, lê gundiyan wiha lê vegerand: “Me dizanî ku ne pêyamberiya te peyamberî ye, ne xwedê te xweda ye. Em li mala xwe û tu li mala xwe.”
    Lê her roja ku çû, xura laşê wan zêdetir dibû, nedihat aborkirin.
    Gundiyekî bi dizî berî da keştiyê. Piçek gû li ser tiliya xwe kir û di deverek laşê xwe da. Xura wir ji nişka ve sekinî. Hinek di dereke din da, xura wir jî sekinî. Pêşî li lingê xwe, çîpa xwe, şeqa xwe, dest û zendên xwe, enîşk û milê xwe, zik û pişta xwe da. Xura wan deveran hemûyî sekinî. Di encamê de hinek gû li rûçav û serê xwe jî da û bi tevahî ji xurê rizgar bû.
    Bi lez reviya nav gund û ji gundiyan re got: “Rast e, rasteeee! Gûyê keştiyê xura laşê mirov nahêle.”
    Lê gundiyan deng nebir xwe. Da ku pişt re bi dizî biçin biceribînin.
    Gelekan bi dizî ceriband û hemû ji xurê rizgar bûn. Lê hêj hinekan di xwe nedabû û gû qediya. Wan jî bi dizî av bir keştiyê, keştî şûştin û ava wê di xxe dan, bi wî rengî hem xura wan nema, hem keştî hate şûştin.”

    “Keştî êdî amade bû,
    û Tofan nêzîk bû.”

    “Xwedê ji Hz. Nûh re gotibû “roja Tofanê dê av di binê tenûrê re bide der.”
    “Rojeke ku pîreka Hz. Nûh bazda mal û got: “Hewar e, agir di tenûrê de pêketî ye û di binî re av tê”, Hz. Nûh got: “Hemû bawermend berê xwe bidin keştiyê.”
    “Ji malbata Hz. Nûh kesên ku bi peyamberiya wî bawerî nedikirin, ji gund û herêmê kesên nebawermend nekarîn li keştiyê siwar bibin.”
    “Bi sond, me Nûh ji qewmê wî re şand û ew ji hezar salî pêncî sal kêm, li nav wan ma. Di encamê de ku hêj wan zilma xwe didomand, Tofanê girte ser wan.” Qur'an, Enqebût/ 14 (Werger: Mele Na'met Tovjîn)
    “Xwedê ji bo yên înkar dikin, jina Nûh û jina Lût wekî mînak da. Ev herdu kes ku mehriyeya du kesên pak ên qûlê me bûn, bi wan re xayin ketin. Mêrê wan nekarî tu tiştekî ku ji xwedê hat, ji ser wan bide alî. Ji wan re wiha hate gotin: Aydê, digel ên dikevin nav agir hûn jî bikevinê!” Qur'an, Tehrîm/ 10 (Werger: M.N.Tovjîn)
    
    “Jina Hz. Nûh digel wî neçû, lewre bawerî pê neanîbû.”
    “Jineke din jî hebû ku ji gundê wî bawerî pê neanîbû. Di destê wê de zarokek hebû, biçûk. Reviya ser girê gund. Av bilind bû heta ber lingê wê. Keştî bi ser avê ketibû û herkesî li wê dinihêrî dê çi bibe. Avê da sînga pîrekî û wê zaroka di destê xwe de danî ser serê xwe. Avê da ser difna (bêvil, poz) wê û hilma wê çikiya, rabû zarok xiste bin lingê xwe û hilkişiya ser.”

    “Heke wê jinikê ew zarok heta dawî li ser serê xwe bihişta, dê xwedê ew ji bo wê zarokê efû bikira.”

    “Bi rojan erd di bin avê de ma.”
    “Hîn jî dema mirov li asîmanan dinihêre, rêka kadînê xuya dike, aha ew rêka kadînê şûn qelşa roja Tofanê ye, ku asîman qelişiye û avê xwe tê re berdaye erdê. Xwedê ew wekî îbretekê ji we re hiştiye.”
    “Her roj teyrikên ku dikarîn bifirin ji keştiyê bi dûr dikevin, difiriyan û li devereke reşahî digeriyan. Balindeyekî goştxwir rojekê venegeriya. Wî reşahî dîtibû û ketibû ser laşê heywanên mirî û venegeriyabû. Lê keştîvanan nedizanî reşahî li kîjan alî ye.”
    “Rabû kevok şandin. Ew ne goştxwir bû, dê vegeriya. Kevokê ji serê Çiyayê Cûdî pelgên dara zeytûnê xiste devê xwe û wekî îspata reşahiyê anî keştiyê.”
    Tê gotin ku kevok û pelgên dara zeytûnê ji bo vê yekê sembola mizgînî, xweşî, rizgarî û aştiyê ye.
    Min dît ku hinek meleyan digotin: “Navê gundê yekem li Cûdî hate avakirin Nûmayî ye”.
    “Lawên Hz. Nûh her yekî rahişte zimanekî. Û neteweyên bingehîn ji wan dest pê kir. Yekî ji wan rahişte erebî, yekî rahişte kurdî, yekî rahişte tirkî, yekî rahişte ...”

Berhevkar: Rêzan TOVJÎN


Gotinên miftehî :