1. Tekst

  2. Gotar

  3. Rizoyê Xerzî
  4. ‘Dostên Gelê Sûriyeyê’
‘Dostên Gelê Sûriyeyê’,dostên,gelê,sûriyeyê

‘Dostên Gelê Sûriyeyê’

A+ A-

Bi destpêka serhildana gelê Sûriyeyê re hin welatên cîran û yên rojavayî yên ku ji nêz ve destê xwe xistin nava kar û barê vî welatî û li gorî bercewendiyên welatên xwe nêz bûn komeke bi navê welatên ‘Dostên Gelê Sûriyeyê’ ava kirin. Van dostên Sûriyeyê ji her kesî bêtir çekdaraên biyanî û komên çete derbasî vî welatî kirin. Ji her kesî bêtir şoreşa vî gelî beravêtî kirin û veguhestin şerê wêrankirina Sûriyeyê. Veguhestin şerê tunekirin, koçkirin û wêrankirina mala gelê Sûriyeyê.

Welatên ‘Dostên gelê Sûriyeyê’ di 2 nîsana 2012 li parîsê li hev civiyan û mijara biçekirina muxalefetê û alîkariya .çekdarên muxalefetê girtin. Her wiha van ‘dostan’ di 23 meha gulana 2013 an de li Urdunê civiyan û civîna Cenevre 2 hate nirxandin û gelo dê ev dost di wê civînê de çawa muxalefetê bikin yek û bihêz bikin.

Piştî hin hewldanên destwerdanê û sorkirina şerê li Sûriyeyê êdî ‘dostên gelê Sûriyeyê’ yek bi yek ev gel firotin û bi qedera wî ya li hemberî birçîbûn û kuştinê hiştin. Gelê dostê xwe di bin rehma bermîlên teqemenî yên rejîmê û fûze û topên hawinê yên çeteyên xwe yên bi navê muxalefet û cîhadê şer dikin de hiştin.

Niha gelek ji wan ‘dostan’ ketine hetra xwe êdî dê çawa welatê xwe ji êrîşên wan ‘şoreşgerên xwe’ biparêzin. Di dema dawî de hem Almanya û hem Fransayê piştî vegera hin çekdarên ku bi navê cîhadê ji welatê wan çûbûn Sûriyeyê şer dikirin dîsa vegeriyan welatê wan ketin nava liv û tevgerê û li dijî wan dest bi operasyonan kirin.

Heta ku wan çeteyan li Sûriyeyê li Sûriyeyê şer dikir navê wan çekdarên muxalefetê bû û alîkariya çekan jî bi wan re dkirin lê dema ew vedigerin welatê wan navê wan dibe terorîst û ji wan ditirsin ku ew hin çalakiyan li dijî welatên wan pêk bînin.

Ji van welatê dost Tirkiye û Siûdiyê jî di dema dawî de hin gavên bi vî rengî avêtin. Tirkiye ku wekî rawestgeha herî çalak a derbaskirina van çeteyan dihate bikaranîn êdî hin fikarên wê jî çêbûn û niha her çendî sînorê xwe ji çûna wan re vekirî hiştibe lê ji vegera wan re gelekî asê kiriye.

Sûdiyê jî beriya demekê hin rêxistinên çekdaran wekî terorîst îlan kir û li welatê xwe li dijî wan dest bi operasyonên binçavkirin girtinê kir. Di heman demê de welatên ‘dostên hikûmeta Sûriyeyê’ jî heman tişt kirin, bi her awayî piştgiriya rejîmê kirin û li hemberî kuştina gelê Sûriyeyê dengê xwe nekirin.

Bi kurtahî mirov dikare bêje ku kesên navê Dostên Gelê Sûriyeyê li xwe dikin dijminahiya herî zêde wan bi vî gelî re kiriye.


Gotinên miftehî :