1. Tekst

  2. Gotar

  3. Rêzan Tovjîn
  4. DTP di sinifê de ma
DTP di sinifê de ma,DTP,di,sinifê,de,ma

DTP di sinifê de ma

A+ A-

Em hatine devê riyeke wisa ku kurd di dîroka xwe de tu carî nehatine wê astê.

1- Kurd di warê siyasî de ji hemû gelên Rojhilata Navîn pêşketîtir in, fersend têkeve destê wan dikarin hemû herêmê bi rê ve biin. Fersend nekeve destê wan jî dê wê fersendê ava bikin.

2- Kurd di warê rêveberiya siyasî de ne bêxwedî ne, dane pey rêberekî. Hemû cîhan jî qebûl dike ku EW rêber di hemû şert û mercan de dizane qezenc bike. Ev taybetiya wî ya herî aşkere ye ku nayê înkarê.

3- Kadroyên kurdan di her warî de çêbûne. Ne mehkûmê Elo û Welo ne. Bixwazin, dikarin tiliya xwe ya qereqûçkê kil bikin û partiyekê seranser vala bikin û bi kadroyên nû tijî bikin. Bila tu kes jî xwe wekî hinguvê latên Þirnexê nebîne.

Îcar min rast got, an derew kir. Ya rast, heke mirov li DTP'ê binihêre min derew kiriye. Heke siyaset, têgihaştina pêvajoyê, dîplomasî, ji nû ve avakirina jiyan û gel, rêveberiya ciwan û jinan ev be, DTP timî di sinifê de maye.

Li pêşiya me Kongreya Awarte ya DTP'ê heye. Ez wekî nivîskarekî vê gotarê wekî dîtin û ramanên xwe pêşkêşî hemû aliyên têkildar dikim. Nameyek vekirî.

Di rojeke wekî îro de ku Hikûmeta Tirkiyeyê di warê Pirsgirêka Kurd de hinek tiştan dibêje, mijara cenazeyê Aram Tîgran evqasî erzan, evqasî ji rêzê û evqasî bêxwedî hate hiştin. Parlamenter bi parlamenter û wezîran re axivîne, lê yek rêzikek fermî ji devê dewletê nehatiye standin. Aha siyaseta birêxistinkirî ya Amedê û siyaseta klasîk a Ankara evqasî ji hev dûr in.

Qaşo ji bo pêvajo nexitime. Lê Erdogan ne bi kêfa xwe pêvajoyê dimeşîne. Jê zêde ye ku nemeşîne. Ne tenê têkoşîna 30 salî ya kurdan, her wisa Amerîka jî nema dikare vê mijarê zêdetir hilgire. Heta û heta ecela wan heye, gerek bilezînin. Medya di dest wan de ye û civakê li gor xwe diguherînin. Pirsgirêkek wisa tune.

Lê hikûmet baqil e. Bi sedsalan dîroka wan a rêveberiya dewletê heye. Dizanin kîjan kar di warê dîplomatîk de çi tiştî tîne, çi tiştî dibe.

Heke li Stenbol Hrant Dink were kuştin ji aliyê tirkekî ve û heke ermeniyek li Yewnanistanê bi emrê xwedê bimre û li Amedê 100 hezar kes wî bi merasîmekê veşêre.  Ev ne ferqa tirk û kurdan e, ev tenê nasnameya kurdan e, nasnameya siyaseta kurdan e. Dîplomasî ji vê mezintir tune. Ev tenê nîşan dide kurd çi dixwazin. Milyonek kesên bi kravat û îngilîziyê wekî bilbil dizanin nikarin şûna vê yekê dagirin.

Ne tenê ev jî. Ev lêborînek kurdan bû ya ji bo ermeniyan jî. Divê em qebûl bikin ku ji ber ku dilê ermeniyan ji me maye, di vê erdnîgariyê de desteka herî kêm dane Têkoşîna Rizgariyê.

Ne tenê ev jî. Ma Aram Tîgran ev heq nekiribû? Birêz Ocalan nabêji “ji bo ev dengê wî nemre min têkoşînek da destpêkirin” ? Wî ji bo wî dengî têkoşînek da destpêkirin, lê hûn nikarin ji bo evqas tişt merasîmeke girseyî çêkin.

Ya rast, heke cenaze nehata Amedê jî, gelê Amedê bi siyaseta xwe ya rêxistinkirî dikaribû wekî cenaze hatibe Amedê encam jê bistenda. Heta û heta, ji ber ku li holê rewşeke bêcidiyet a hikûmetê heye, ji ber ku cenaze tune ye, dikaribû encamek duqat jê wergirta. 100 hezar mirov li xiyabê wî merasîmekê çêkin, ji ber dêra Ermeniyan bimeşin heta ser gorê û goreke sembolîk çêkin.

Ev yek hin kesan aciz dike. Ji dîplomatên kurdan re gotine: “Ev pêvajo hesas e, vî camêrî li ser Serokê PKK'ê jî stan çêkiriye. Em niha destûrê bidin dê neteweperest rabin ser lingan, em naxwazin niha sabote bibin.”

100 hezar mirov rabin ser lingan dê posterên birêz Ocalan rakin. Dê bêjin “Bijî Serok Apo”. Dê Ermeniyekî bilind bikin. Dê tirk bêjin “aha kurd vê yekê dixwazin, hikûmet çawa bi van re rûdine.”


Û hezar tiştên em pê nehesiyane. Yanî dixwazin dîsa herkes me cuda nas bike, me wekî me nas nekin. Wekî encam, tevî ku em li Amedê rûdinin li Amedê merasîmeke sembolîk çêdibe, lê haya qûlê xwedê jê çênabe. Kesên sembolîk beşdar dibin tenê.

Yanî ew kesên sembolîk jî qebûl dikin ku ew sembolîk in. Îro hene, sibe tune ne. Wisa ye, ji ber ku tu kes nikare bi çewtiyên pir mezin gelek caran were hilbijartin.

Ajansek tekane heye ew jî ANF ye, pir jî serkeftî ye. DicleHaber jixwe weşana bi şîfre dike. ANF jî saet di 20:01'ê êvarê de diyar kiriye ku merasîmek bi vî rengî çêbûye.  Yanî haya wê zûtir jê çêbûba dê merasîm mezintir bûya. Bi hezaran kes deqe bi deqe ANF'ê kontrol dikin. Yanî heta êvarê agahî ji ajansê û ji gel hatiye veşartin. Ji bo ku pir kes beşdar nebin.

Temam belkî ne ji bo vî awayî veşartibin. Lê gelo ji bo çi? Ji bo çi gel nehate agahdarkirin ?

Niha ez li ser kîjan karên DTP'ê binivîsim, dê aha goterek bi vî rengî jehrîn derkeve holê. Ya baş ew e ku ez carek din nanivîsim, vê jehrê timî bixwe vexwim. Ma ji min pê ve qey kêmaqilek tune! Hingî me qirka xwe di kêrê da, wextî em xwe bixwe serê xwe bavêjin.


Gotinên miftehî :