1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mem Mîrxan
  4. DTP yê qenc û xweş kir
DTP yê qenc û xweş kir,DTP,yê,qenc,û,xweş,kir

DTP yê qenc û xweş kir

A+ A-

Dawiya dawiyê Serok wezir got: “ tam ezê bipeyîviyama mayîn teqiya û 10 leşker mirin”

Ev dîtin bi serê xwe sosret e.

Weke ku DTPyê çûbe mayîn xistibe bin erdê, hevdîtinê pêk nayîne.

Ji roja ku bûye serok wezîr û heta niha tim heman tişt sed bare kirine:

“Hûn ji PKK re nebêjin terorîst ez  jî we nasnakim.”

Di têkiliyên eşîran de, malbatan de, koman de mirov rastî tiştên wiha tê.

Lê di têkiliyên dewletan de nêzîkayîn bi vî rengî tûne ne.

DTPyêqenc û xweş kir.

Bi vê biryarê diyar kir ku gelê kurd ne bêçare ye û bêkes e.

“Ku pêdiviya te heye, tu daxwaz bike û ku şert û merc pêkan bin emê bi te re bipeyivin”

Ji xwe divê wisa bûyana,

Weke parsekê bercamiya bi mehan em li benda AKP û Serokê wê nesekiniyana.

Û   a herî giring ku serokwezîr aliyê çareseriyê ban ji xwe wê di van 7 salan de gav biavêtana.

Wê operasyon bidana rawestandin , ji bo makezagonek demokratîk amadebikirina.

Dubare dibêjim : “DTP yê qenc û xweş kir”

Mem Mîrxan


Gotinên miftehî :