1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mem Mîrxan
  4. Du Gurên Har Daketine Bajêr
Du Gurên Har Daketine Bajêr,Du,Gurên,Har,Daketine,Bajêr

Du Gurên Har Daketine Bajêr

A+ A-

Belê eynî weke wan guran li Enqerê jî du gurên har hîn jî digerin.

Li gor xeberên ku ketine destê me heta yek ji wan  tam ne gur û kûçike jî,

Lê dibêjin wek guran dizûre, wek kûçikan di ewte.

Ev her du gur herî dawiyê li dora meclîsê hatine dîtin.

Li studyoyên televizyonan, li qad û meydanan.

Yên dîtine dibêjîn kef bi devê wan ketî.

Ne namûs hîştine ne jî, ne jî bênamûsî.

Kî hatiye ber gez kirine.

Ne dîna wan heye, ne jî îman e.

Belê em behsa Dewlet Baxçelî û Baykal dikin.

Baxçelî û MHP kuçik ji xwe re kirine rêber,
Ji bav û kalan seg kurê seg e.

Torinê  dêlegurê ne hebûna kurdan qebûl dike, ne mafê perwerdehiyê, ne axa li ser dijîn, ne jî nav û navnîşan.

Belê bi kurtî ; Ne kurd û ne Kurdistan.

Lê nayê fêmkirin çi bûye  bi Baykalê qeşmer.

“Kurdên çawa hem hemû xusûsiyetên kurdbûnê bi kar bînin
Lê dibikaranîna mafan de  kurdê ne wek milet bin.”


Mafê kesane û quzilqurt wê çawa avekê li vî agirî bike.
Ma kesî tiştekî wiha qet bîhîstiye?

Ev ecêbê
Heta ecêba  ser ecêbane.

Divê tavilê  beytarek  bigire qarantîna yê, wan bikin qaneh.

Bes dev bavêjin mirovên pak û bê guneh.

XXX  XXX  XXX  XXX  XXX  XXX

“Kurd çi dixwazin?”

Dawiya vê heftê di desteya rêvebiriya Komeleya Nivîskarên Kurd de  me biryarek da. Emê wek Komele ji bo çareseriya pirsgirêka kurd li ser navê “Rênexşeya Niviskar, Hunermend û Rewşenbîrên kurd” xebatekê bimeşînin. Heta du hefteyan emê bi encam bikin.

Lê li siyasetmedar û  pêşengên me pêşniyarekê dikim, divê  ev kampanya veguheze  “Kurd çi dixwazin?”

Da ku em  karibin ji  10 milyonan zêdetir  imza berhev bikin û  em wan daxwazên milyonan gel, hem ji hukumetê re, hem ji Yekitiya Miletên  Yekbûyî re, hem jî ji Yekitiya Ewropa û Emerikan re bişînin.

şûna ku em bîhna devê Wezîrê Karê Hundir bîh bikin bi lezgînî pêwistî bi xebatek bi vî rengî heye.

Mem MÎRXAN


Gotinên miftehî :