1. Tekst

  2. Pêkenî

  3. Amîda Kurd
  4. Du Kîlo Çay Li Ku Ma?
Du Kîlo Çay Li Ku Ma?,Du,Kîlo,Çay,Li,Ku,Ma?

Du Kîlo Çay Li Ku Ma?

A+ A-

Li Amedê cara yekemîn xweşanxanya kurdî vedibe. Du kurdên welatparêz bûne şirîkê hev. Ji ber rewşa siyasî herdu jî ji xwe ditirsin. Kevaniya şirîkekî li yê din digere û jê re dibêje 'filankes, ka du kîlo çaya me li ku ma?!

Yê weşanger dengê kevaniya hevalê xwe nas dike. Dibêje 'çaya çi ye, çi mesele ye?' Di wê navberê de kevaniya hevalê wî tiştekî dibêje û digire.

Yê weşanger dibêje bi îtimaleke mezin mijarek siyasî ye û kevaniya hevalê min bi şîfre axivî. Ditirse. Radibe telefonî pismamê xwe dike. Pismamê tê hewara wî. Her çiqas pismam dibêje 'hela ez biçim li dora mala wan binihêrim an jî ka ez bi telefonê lê bigerim bê çi mesele ye.' Lê yê din nahêle, tirsiyaye.

Radibin wê şevê pismamê xwe û kevaniya wî dibin mala xwe. Wê şevê li wir ji tirsa hêkên hesinî dike.

Sibehê li meselê dipirsin. Hîn dibin ku kevaniya hevalê wî li şûna ku li dereke din bigere, bi çewtî li wî geriyaye. Ji ber ku di telefonê de navê herduyan jî wekî hev hatiye qeydkirin, hejmara wan tevî hev kiriye.

Tirsa şevê ji kîsê wan çû.

Jan Çiya

Gotinên miftehî :