1. Tekst

  2. Gotar

  3. Rêzan Tovjîn
  4. DYE û Ewropa ji kurdan çi dixwazin?
DYE û Ewropa ji kurdan çi dixwazin?,dye,û,ewropa,ji,kurdan,çi,dixwazin

DYE û Ewropa ji kurdan çi dixwazin?

A+ A-

Dema hêzek leşkerî derket holê, ne mumkûn e ku hêzên heyî wê nexin hesêb. Kurd jî çawa ku îro yek ji hêzên girîng ên Rojhilata Navîn in, ku dikarin hesabê dan û standina aborî, neqla petrolê û gazê, çûn û hatina aborî û leşkerî asteng bikin, hêzên mezintirîn ên cîhanê mecbûrî lihevhatinê dikin. Di vê gotarê de em ê hesabê DYE, Ewropa, cîranên kurdan û KCK'ê vebêjin.

DYE jî KCK'ê dixe hesabê, Ewropa jî, Rûsya û cîranên wan jî.

Lê lihevkirin karekî din e. Kî çi dixwaze, ew girîng e. Di hevdîtinan de bingeha lihevkirin û nelihevkirinê li ser daxwazan e. Pirsgirêka di navbera kurdan û DYE, Ewropa, Rûsya û cîranên kurdan de heye jî, ev e. Nexwe tişta girîng a di rêzê de, ew e ku em zelal bibînin bê daxwaz çi ne û tişta li ser nayê lihevkirin çi ye.

Di dema avakirina PKK'ê de (1978) SSCB hebû. Cîhan di navbera sosyalîzm û emperyalîzmê de hatibû parvekirin. Tirkiye, di 1923'an de, ji bo ku di navbera her du tîşan de wekî tamponekê hebe, ji aliyê îngilîzan ve hatibû destekirin û destûra avakirina wê hatibû dayin. Hebûna Mustafa Kemal, heta hebûna tirkan û hêza wan tenê lihevhatinek bû. Şerê ku kirin jî lihevhatinek bû. Îngilîzan dîtin ku heke Tirkiye were dagirkirin, dê sînorê sosyalîzm û emperyalîzmê bigihîjin hev û dê tu caran şer neqede. Li şûna ku wisa bibe, avabûna Tirkiyeyê çêtir bû. Hebûna Mustafa Kemal Ataturk û tirkan jî hincetek baş bû, ji bo îngilîzan.

Çawa ku îro Talebanî, Barzanî û KCK dibêjin ku Kurdistanek Yekgirtî ava bibe jî dê ji alî cîranan ve di bin ambargoyê de be û dê ji şer tu caran neqede.

Kurdên 1923'an hay ji bayê felekê tunebûn. Xwezî niha hay ji rewşê hebûna, lê ez bi wê jî ne bawer im.

Ji bo îngilîzan wê demê bi kurdan re li hev bikira, diviya bingehek îdeolojîk hebûya. Kurdên wê demê bînin bîra xwe. Şêx Seîd û bi sedan şêxên kurd. Û hinek kurdên ku hêvî ji SSCB'ê dikirin, hebûn. Kîjan serokê kurd dikaribû bi îngilîzan re lihevkirinek bikira û kurd û tirk ji hev biqetanda? Kurdên misliman çawa dê tiştekî wisa bikirina? Yanî di nav kurdan de ji bilî sosyalîzm û îslamê tu îdeolojiyên xurt tunebûn, ji van jî tenê îslam birêxistinkirî bû, bi kûrahî ketibû nav axa Kurdistanê. Bi wan kurdan re îngilîzan nikaribû heta newalê jî hevaltî bikira, tu dest ji hilkişîna lûtkeyan berde.

Li şûna vê bikin, bi tirkan re bûn yek, di berdêla talankirina ermeniyan de. Ev gotinek pir giran e, lê sedema lihevkirina Mustafa Kemal û kurdan ji vê wêdetir ne tu tişt e. Kurdan di berdêla talanên ermeniyan de hevaltiya Mustafa Kemalî kir.

Ji Lozanê heta sala 2011'an tu fersendek nû ya konjonkturel neketiye destê kurdan. Operasyona yekem û duyem a Iraqê jî ne konjonkturek ewqas berfireh e, lê kurdan ji wê fersendê jî îstifade nekirin. Bi şerê birakujiyê ew sal hatin hebakirin. Ev qas gotin der barê wan salan de jî bes e.

Di salên 2010-2011'an de DYE'yê li Rojhilata Navîn dest bi teşedayîneke nû kir. Keleh ji hundir ve yek bi yek dihatin hilweşindin. Hilweşîn hêdî hêdî ber bi Kurdistanê ve hat. Tê de hilweşandina rêveberiya Herêma Kurdistana Federal jî heye, têkbirina Mesûd Barzanî jî heye, divê kes xwe nexapîne, em ê bi hev re bibînin. Dema ez van gotinan dikim, ez hesabê ku yek sibe bêje "ka mêro, dê li Başûr jî wisa bibûya?" dikim.

Em bên ser mijara xwe ya bingehîn. Ba û bahoz gihaştiye sînorên Kurdistanê û heta nav Kurdistanê û îro divê em bi zelalî hesabê her kesî bizanin, da ku sibe kezeba me kesî reş nebe.

Ma DYE'ê nizanibû ku Sûrî hilweşe dê kurd jî doza tiştekî bikin? Qey DYE'yê ji 2006'an û vir ve li Duhokê hindikî amadehiyên serhildana kurdan li Sûrî kir? An DYE'yê qet hesabê PYD'ê li Sûrî nedikir? Dibe bi serdestan re têra xwe ehmeqî hebe, ev tiştekî xwezayî ye, lê nayê wateya ku nizane. Zanîn ehmeqiyê nakuje, ji holê ranake, lê heye.

De bila DYE nizanibe ku PYD'ê li Sûrî çi armanc dikir. Lê nizane ku sibe dê PJAK li Îranê jî çi bike? An bi hêza wê nizane, ku PJAK dikare çi bike û çi neke? Belê hesab dike. Lê çi ye, nikare pê. Tew nebe, îro, di nav van şert û mercan de nikare bi KCK'ê re kaban bavêje. Dê hemû hesab têkilhev bibin. Divê hesabên xwe sibe bibînin. Yanî pevçûnek wan hebe, siberojê ye. Ma ne ji bo vê yekê KCK digel hemû êrîşên DYE'yê, digel hemû destekên DYE dide Tirkiyeyê jî, êrîşî DYE'yê û hebûnên wê yên Rojhilata Navîn nake.

Nexwe, zelal e ku DYE dizane ev bahoza ku tê Kurdistanê, dê bibe sedema ku kurd bibin xwedî statuyek. Ev xuya ye. Heke nexwaze ev bibe, divê bizane ku statuya heyî bi tu awayî divê xera nebe. Ma ne Tirkiye vê dixwaze, bi dengekî bilind? Nexwe Tirkiye dizane ev ba û bahoz çi tîne? Heke Tirkiye dizane, divê DYE jî bizane.

Em gihaştin encama ku her kes dizane dem dema wê ye ku kurd statuyekê bi dest bixin.

Îcar ma pirsa di dorê de: Gelo DYE dixwaze PKK, PJAK, PAJK, PYD, PÇDK herêmê li gor xwe ava bikin, an dixwaze digel van partiyan PDK û YNK jî beşdar bibe û bi hev re herêmê li gor dilê xwe ava bikin?

Helbet ne her du jî. DYE dê bixwaze li gor dilê xwe ava bike. Dê bixwaze kûkla Kurdistanê bi rê ve bibin. Ma ne me ji bo vê yekê got "dê Mesûd Barzanî jî têk bibin"? Çima, ji bo ku Kerkûk jî bi dilê wan were parvekirin. Ma hewce ye ku em dîsa bêjin, "li Başûr ê ku dê were şûna Mesûd Barzanî jî amade ye û haya wî ji peywira wî heye"?

Gelo li gor we, ew kes Serokê Goranê ye, an Nêçîrvan Barzanî ye?

Îcar em bên ser PKK'ê an jî KCK'ê.
KCK di vê rewşê de dê amadehiya xwe li gor xwe bike. Dê DYE, Ewropa, Rûsya, Îran, Iraq, Sûrî, Tirkiye, Şiî, Sunî û heta Îsraîl têxe hesêb û wisa bimeşe. Ma dikare vana yekî hesab neke? Na!

DYE dizane ku îhtîmal e 4 Kurdistan ava bibin. Lê îhtîmala ku 4 parçe bibin yek nabîne.

Çima nabîne?

Ji ber ku kurd her 4 parçeyan bikin yek, dê her çar cîran ambargoyê deynin ser wan. Dê şer tu carî neqede. Çawa ku îngilîzan di 1923'an de ji bo şer biqede destûra avakirina Tirkiyeyê dan û heta îro lê xwedî derketin, îro jî ku ji bo şerekî bêdawî dernekeve holê, dê stratejiyek ku berjewendiyên wan di asta herî bilind de biparêze, bimeşînin.

Ez jî wekî nivîskarekî kurd, ji dûrî ve dinirxînim, ku li gor çavdêriya min, KCK dê hewl bide kurdan di nav sînorên heyî de bike xwedî maf. Kurd divê pêşî xwe bi van dewletan bidin qebûlkirin. Divê hînî hebûna kurdan bibin. Ma ji bo psîkolojiya wan serast bibe jî ev ne pêwit e? Ji bo baqil tevbigerin, ji bo qanûnên xwezayê hîn bibin jî ji tirkan, farisan û ereban re ev ne pêwit e?

Erê, rast e, ji bo kurd bikaribin bijîn, divê cîranên xwe jî biguherin. Divê cîranên xwe hînî wekheviyê, alîkariyê, parvekirinê, şirîkatiyê bikin. Tirkên ku dikarin bi Îsraîl re hevkariyê bikin, erebên ku dikarin bi îngilîzan re kar bikin, farisên ku dizanin bi rûsan re hevkariyê bikin, divê hînî biratiya kurdan bibin, divê hînî hevkariya kurdan bibin.

Di nav KCK'ê de hejmarek faris, ereb û tirk jî heye. KCK pergalek çawa be, cîhana ku KCK hêvî dike û hewl dike ava bike jî ew e. Karaktera KCK'ê tenê bi kurdên bakur nikare were îfadekirin. Tenê bi kurdên rojava, rojhilat û başûr jî nikare were naskirin. KCK tiştekî firehtir e, yên ku li dijî wê radibin, divê alternatîfa wê daynin holê. Heke na, çawa ku heta niha pêşketina wê nehatiye rawestandin, dê ji niha û pê ve jî neyê rawestandin. Ew bi vê hêza guherînê mezintir dibe.

Îcar "biratî", "biratiya gelan", "aştî", "komara demokratîk", "xweserî" û hemû tiştên ku îro ji aliyê komek kurd û heta gelek nivîskar ve tê rexnekirin, ji sedema wê ye ku di serê xwe de qet hesabê dûr nekirine. Normal e jî. Kesî ji wan ji riyek dûr av nexwestiye ku hesabê riya dûr bikin, hesabê alav û amûran bikin, hesabê westan û betilandinê bikin.

Li şûna şerekî dûdirêj, bijî aştî û biratiya gelan.

Mumkûn, an ne mumkûn, riya xweparastinê riya herî xwezayî ye. Carina ew rê şer e, rawestandina şer. Carinan lihevkirin. Carinan bi serkeftin e, carinan bi têkçûn, carinan jî nîvçerê ye.

Kin û kurt, ji bo KCK bi ser nekeve, DYE jî Tirkiyeyê tûşî şer dike. Îsraîl jî îro dixwaze Tirkiye di vî şerî de lawaztir bibe, Îran jî dixwaze, Sûrî jî dixwaze, Iraq jî dixwaze, Rûsya jî dixwaze. Ev şer bi kêrî kurdan jî tê, lê bi tu awayî ne li gor berjewendiyên tirkan e. Ev xalek ji xalên dawiya gotinan.

Ya din, ji bo helwesta KCK'ê têk here û ji bo KCK dest ji riyên xwe berde û pala xwe bide riya DYE û Ewropa, divê aştî çênebe û divê Tirkiye bêrawestan êrîşan bibe ser KCK û hêzên li bin banê wê. Armanc ji vê yekê ew e, ku fitîla hevkuştinek wisa pêkeve ku êrîşî mirîkên hev jî bikin.

Û xala dawîn a dawiya gotinê: Dema KCK bi ya DYE û Ewropa bike, dê tu caran şerê navbera kurdan û faris, ereb, tirk û mezhebên wan neqede û Rûsya û Çîn jî di nav de. Gelo KCK dê cîranan têxe hesabê, an dewletek li wî aliyê okyanûsê? Li nav KCK'ê binihêrin, her tişt zelal e.