1. Tekst

  2. Nirxandin

  3. Mahabad Felat
  4. Dê hîn pir kes lêborînê bixwazin
Dê hîn pir kes lêborînê bixwazin,dê,hîn,pir,kes,lêborînê,bixwazin

Dê hîn pir kes lêborînê bixwazin

A+ A-

Dê hîn pir kes lêborînê bixwazin, lê dê ew jî bi destê hinekan nekeve û ez ne bawer im ku dê gel li hinekan bibore jî, lewra helwesta wan a bêyewm ku li ser navê kurdayetiyê bi temamî di xizmeta dijminan de ye, ne yê lêborînê ye.

Selîm Temo lêborîn xwestiye. Divê bêjim ku Selîm Temo yek ji wan kesan e ku xwe werimandiye û bi zanebûn hatiye werimandin. Bi pêşketina Têkoşîna Azadiyê re, gelek kesên wiha çi di nav têkoşînê bi xwe de û bi derfetên têkoşînê û çi jî ji derveyê têkoşînê deketin ku bihayên wan pir zêdetirî giraniya wan bû, bi bihayê xwe nedikirin. Lê li gel her tiştî jî, ez helwesta Selîm Temo helwesteke rast û baş dibînim. Ez ne bawer im bi tenê ji ber fikarên zimanê kurdî be ev helwesta wî, lewra di daxuyaniya wî de jî mirov dibîne ku ew tiştê xiyal kiriye nediye û fikarên ferdî jî hene. Lewra eger ne fikarên ferdî lê yên kurdî bûna, Selîm Temo bi wî qalibê ku xwe kiriye nav diviya ji destpêkê ve jî bidîta ku ev nêzîkayiya wî ya hukûmet û dewletê ne rast e. Di destpêkê de me mîna Amîda Kurd helwsta xwe diyar kir û gelek gotar hatin nivîsîn derbarê TRT 6 û van qaşo zanîngehan de. Ne pêkan e ku Temo bi xwe jî ne di hay û gumana van rastiyan de be, lê pozîsyonek, nav û nîşanek didane, ku çewa timî di dîrokê de li me kirine, lê dema dît ku bi navê doktoriyê wî dane ber golikan, hîn nû li xwe verqilî. Tişt nabe, ev jî gavek e û hêvîdar im gavên ji vê baştir jî bêne avêtin, lewra pêdiviya gelê kurd piçûk an mezin bi ked û xwêdana her kurdek dilsoz heye.

AKP ji destpêkê ve çi bû niha jî her ew e, tiştek neguheriye. Ji destpêka bi taybet pakêta vekirinê ango pêşketinê ya AKPê ve, derdorên qaşo welatparêz ên kurd ên derveyê PKKê, xwe avêtin ser, mîna alternatîfek pir grîng be li dijî PKKê, bi wî rengî lê xwedî derketin. Ji sedî 90ê wan AKPê ji PKKê jî kurdewartir, demokrattir û xêrxwaztir didîtin ku hîn jî wisan in û tew PKKê li hemberî pêvajoya ku AKP dixwaze bi pêş bixwe mîna astengen dinirxînin. Di maperên xwe de, di gotar û nûçeyên xwe de timî giranî dane werimandina polîtîkayên AKPê û manîpulekirina daxuyanî, gotin û helwestên partî, sazî û dezgehên nêzî Tevgera Azadiyê ne. Bi temamî rola rojnameyên tirk ên ku ev 30 sal in di xizmeta şerê taybet de ne lîstin û heta dem bi dem ji wan xirabtir jî rol lîstin. Hin malperên qaşo kurd hindik hewl nedan ku nakokî bikine navbera hin kesayetiyên grîng ên nav tevgerê û tevgerê bi xwe. Ev aşkere rola dijminan e, ne tiştek din. Heta ya wan hîn xirabtir e, lewra li ser navê kurdayetiyê dikin.

Îcar dê bê guman roja wan jî bê ku seriyan deynin ber pê û lêborîna xwe bixwazin, lê ez ne bawer im ku dê lêborîneke ji dil be, lewra xwediyê keysê ne, keys çewa lê hat. Bibê nebê hin kesayet jî wihan in û ne pêkan e xwe ji xwe rizgar bikin.

Piştî demek dirêj car din silav. Mijara min a îroj ne ev bû, lê bila ew bimîne careke din. Li gel rêz û silavan.

Mahabad Felat Arda [email protected]