1. Tekst

  2. Gotar

  3. Rêzan Tovjîn
  4. Dê muzakere bidomin
Dê muzakere bidomin,dê,muzakere,bidomin

Dê muzakere bidomin

A+ A-

Pêşî tevliheviyên ku hatin derxistin û agahiyên şaş ku hatin belavkirin divê bên ronîkin:

Êrîş û Tevkujiya Parîsê:
Li Parîsê êrîşa ku hat kirin û qetlîama ku hat kirin gavek mezin a têkbirina vê pêvajoyê bû. Ji serî ve belî bû ku Tirkiye di nav vê kirinê de ye. Haya hikûmeta tirk jê heye an tune ye, ew tiştekî din e, lê zelal bû ku li Tirkiyeyê hêzek di nav vî karî de ye.

Li aliyê din, li dewletek wekî Frensa, ku endamê NATO'yê ye, ji ber ku tu hêz belasebeb ji aliyê dewleta Frensî ve nayên veşartin û parastin, tevkujiya ku hat kirin bêyî Frensa nikare were kirin. Di vê rewşê de teqez dibe ku tevkujî karekî navnetewî ye.

Êrîş û Tevkujiya Amedê:
Di navbera tevkujiya Parîsê û ya li çiyayên Licê ya Amedê pêk hat de têkiliyek xurt heye. Di vê êrîşê de jî fermandarê herêma Amedê û gelek şervanan jiyana xwe ji dest dan. Ev êrîş û tevkujî jî di bingeha xwe de armanc dikir ku pêvajoyê têk bibe.

Bala xwe bidinê, Îmraliyê digel van her du êrîşên tund jî, bi israr di plana xwe de bi biryar bû. Em kurd, zû bi zû baweriya xwe bi hêviyên ku dewleta tirk dide naînin. Bi hezar salan tiştên ku li me kurdan hatine kirin, kiriye ku qet baweriya me bi van her çar dewletan û rêveberiyên wan ên demî neyê.

Li vir tiştek zelal e, ji ber ku pêvajo ne ji aliyê dewleta tirk ve hatiye destpêkirin û hemû astên wê ji aliye Îmralî ve hatine belîkirin, astengiyên ku hatine derxistin tên wateya têkbirina vê biryarê. Ji ber vê israr û biryara Îmralî baştir tê famkirin.


Gotinên miftehî :