1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mahabad Felat
  4. Dê ne li ser xêrê be!..
Dê ne li ser xêrê be!..,dê,ne,li,ser,xêrê,be

Dê ne li ser xêrê be!..

A+ A-

Dê ne li ser xêrê be. Dê ne ji xêrê re be. Dê ne ji xêra tu tiştekî re be. 85 salî tu rêyên xerab û dervayê mirovahî neman ku bikar neanîn, ji bo vî zimanî tune bikin, niha dest avêtinê. Dê me bi zimanê me asîmîle û dejenere bikin. Dê bi zimanê me çêr û heqaretan li me bikin, bi devê kurdên spî.

Di her demên dîrokê de dijmin dema nekariye tune bike, bêesil kiriye, ji naverokê vala kiriye, bê wate kiriye, ji bingeh û kokê dûr kiriye. Heman tiştî li Newroza me nekirin? Ku Yên temenên wan 30 û berjortir in, gelo nayê bîra wan ku ji bo pîrozkirina Newrozê çi dianîn sere me? Kuştin, êşkence, bi salan zîndan, qedexe, înkar, ev hatine jibîrkirin gelo? Yek ji handîkapa mirovan a herî mezin jî jibîrkirin e mixabin. Lê navên me? Di malbata min de ji nave kekê min pê ve ku 53 salî ye, navê tu kesekî ku bi tirkî û erebî be tune û ji nêzî 50 salî û vir ve berê bavê min timî li dadgehan e, tenê ji bo navên me hindik heqaret nediye. Û bi hezaran malbatên wisa ku gav bi gav bi pêşketina têkoşîna azadiyê re hişyar bûn. Lê niha? Hemû navên me li zarokên xwe dikin. Ez dikarim li vir kêmasî 50-60 nav bihejmêrim. Dema pirs jî dikî ku tê çi wateyî û bi kîjan zimanî ye, wateya nav a bi kurdî dibêjin û dibêjin “eski osmanlica” (bi osmaniya kevin e). Jiyana me kirin mijara rêzefîlmên xwe yên gemar û rezîl kirin, dikin.

Ji dîroka dagirkirina Kurdistanê û bindestkirina gelê kurd û vir ve, timî kurdên spî ji bo van polîtîkayan hatine bikaranîn. Niha hinek nivîs dinivîsin û dibêjin “ka em binêrin, ji niha ve tiştek erênî yan neyînî nebêjin, belkî baş be”, hinek şiroveyan li bin nivîsan dinivîsin û dibêjin “Roj TV dixwaze bibe monopol”. Dijminayetiya PKKê û Serokatiya PKKê çavên wan, dil û mêjiyên wan kor kiriye. Bi vê sosretê û ew qasî ne dijminê dijminê xwe ne. Di gotinê de ji herkesî welatparêztir in, lê ji xewa xwe jî saetek nadin, pirê wan di malên xwe de yan bi tirkî, yan bi zimanekî din biyanî bi zarokên xwe re diaxivin û tên li pişt kompîturan masturbasyona siyasî dikin, xwe rehet dikin û nivîsên xwe sed carî bi xwe dixwînin û her care dibêjin “em çi şêr in”.

Daxuyaniyên berpirsê TRTê jî naxwînin ku bi xwe îstixbaratkarekî jêhatî yê tirk e û dibêje em ê dernekevin ji derveyê qanûn û rêzikên fermî û em ê destûrê nedine vê yekê jî. Baş e ji xwe dema weha be, gelo di qanûna wan de kengî çi mafî dane gelê kurd ku? Hîn jî hemû qanûn û rêzikên wan li ser înkar û tunekirina gelê kurd nînin gelo? Ev çima nayê dîtin û pejirandin? Yan ji ber ku PKK li dijî vê derdikeve, ji ber xezeba dilê xwe ya li dijî PKKê naxwazin heman tiştî bêjin, lê li dilê wan rûdinê ku bi dijminê gelê kurd re bikevin ser heman rêyê!.. Ev qas e kurdayetî û welatparêziya wan û hew.

Baş e em bêjin ku çi dibe bila bibe gavek erênî ye jî, gelo ne ji PKKê û têkoşîna wê bûna dê dijminê ku ev kêmasî 85 sal in ji bo bi her rengî tunekirina gelê kurd her rêyên qirêj bikar aniye û hîn jî tine, vê tawizê bidana kurdan? Ez ê bêjim destên xwe deynin ser wijdanên xwe, lê zanim ku ew jî di nav kîn û xezeba sar û qerisî de bûye kevir.

Birêz Mehmet Sebatlî di nivîsa xwe ya di Kurdistan-post de mînakeke xweş daye: “Dema vekirina meclîsa tirk ji parlamenterên kurd re gotin tevlî kincên xwe yên neteweyî werin, lê paşê ew kinc li wan kirin kefen.” Tiştê ku îroj tê kirin, heman tişt e. Dîrok xwe bi awayekî nû dike, lewra dijmin heman dijmin e û polîtîka jî di bingeha xwe de heman polîtîka ne, tenê bi tecrûbe û dersên salan bêtir profesyonel in, ne tiştekî din e. Dema li wan teng dibe an pêwîstiya wan bi me dibe, tiliya xwe ya xwerû jahr di nav piçek hingiv re dadikin û di devê me didin. Lê dema çêja hingivê çû dê ew tiliyê bi jahr bikeve nav xwîn û hinavên me û em tu xêrê ji wê hingivê jî nabînin.

Bê guman ku vekirina vê televizyonê ji polîtîkayên welatên rojava û DYAyê jî qut nine û bi biryara wan e. Her wiha amûrek e di destê hukûmet û dewletê de jî ku di hilbijartinan de li dijî DTPê bikar bînin. Bi taybet Amedê dixwazin, lewra ketina Amedê, dizanin ku dê çi bandore li ser morale gelê kurd bike, ji bo vê jî tu rêyek nemaye ku bikar naynin û dê hîn gelek tiştên ku em pê nehisiyane jî derkevine hole, piştî hilbijartinan. Lê eger ku di hilbijartinan de encama dixwazin û hêvî dikin bi dest nexin, îhtimalek mezin ku dê berê xwe bidine gelê kurd û dest bi êrîşên mezin bikin ku di serî de jî dê êrîşê bibine ser Amedê. Ji xwe Serokê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî di daxuyaniya xwe ya dawî de destnîşan dike û bang li gelê Amedê dike ku ji bo parastina rewa amadekariyên xwe bikin.

Encam: Yê li hemberî me DIJMIN e û dê bi zimanê me li me bide.

Mahabad F. ARDA [email protected]


Gotinên miftehî :