1. Tekst

  2. Gotar

  3. Rêzan Tovjîn
  4. Dê Çi be Halê TZP Kurdî ?
Dê Çi be Halê TZP Kurdî ?,dê,çi,be,halê,tzp,kurdî

Dê Çi be Halê TZP Kurdî ?

A+ A-

TZP Kurdî konferansa xwe ya duyemîn li paş hişt, li navenda Amedê bi beşdariyeke berfireh pêk anî. Lê bê pergal, bê metod, bê stratejî. Çawalêhato.

Ma qey ji bo ku bigihîje armancekê ez li vir dinivîsim? Na! Bi serî na! Di vê mijarê de li ser metodan berî niha gelek caran di vê malperê de min nivîsiye. Tu dibêjî qey metod dijmin in, tu dibêjî qey ên ku metodan hîn dibin jî bi xwendinê hîn nabin.

Heke tirsek wan ji Ergenekon hebûya dê wisa nekirina, dê karê xwe wekî serokê Tevgerê dibêje “adam akilli” bikirina. Heke êşek wan hebûya dê dîsa wisa nekirina.

Heke lingê dîkekî bişkandina, xwîna wî berdina tasek av, li ber dîmendera komputerê rûniştina û bi dengekî sofîkî bang bikirina bigotina “google”, dê şêxê min Şêx Google bihata hewara wan, der barê metoda konferans, kongre û xebatên sivîl de her tişt ji wan re bigota. Ma derew e? Şêx Google bi min û we vede ne derew e...

Di tevgerekê de dema mirov li ser tiştekî xitimî mirov dihere konferansê li dar dixe. Mirov dibêje “haydê hevalno em hemû beşan bicivînin, di konferansekê de em vê mijarê çareser bikin.” Di konferansê de hemû kesên ku li ser pirsgirêkê dixwazin biaxivin yeko yeko xebata xwe pêşkêş dikin. Piştre nirxandin tê kirin, piştre biryar tên girtin.

Lê hevalên me konferansê wekî “Civîna Nirxandina Salane” pêk tînin. Nav konferans e, lê esil Kongreya Saziyê ya Salane ye.

Wê jî dayne aliyekî. Ji bo xwedê û pêxember bikin, ji bo Îsa, Mûsa û Muhamed bikin. TZP Kurdî dê bi 2-3 komele û 100-200 kesî zimanê kurdî rizgar bike. Dest ji rizgariyê berde dê bi vî rengî bixe rojevê?

Heke baweriya wan bi vê yekê hebe nexwe baweriya wan bi Konfederalîzmê tune, ew ne konfederalîst in.

Li gor Konfederalîzmê divê hemû belde, navçe û bajar li herêma xwe Komelên Zimanê Kurdî ava bikin. Komelên hemû navçeyên Amedê divê li navenda Amedê Konfederasyona xwe ava bikin. Yên bajarên din jî li bajarê xwe divê ava bikin. Di encamê de hemû Konfederasyon jî divê li navendekê meclîsa xwe ava bikin. Ev meclîs navê çi dibe bila be, ev e konfederalîzm.

Di nivîsa xwe ya bi navê “Konfederalîzm” de, di AmîdaKurd.com de min berê jî li ser vê sîstemê hinekî kîketît dabû. Tevgera Azadiyê heke ji TZP Kurdî dest bi vê xebatê kir, divê kadroyên vê xebatê li gor vê rûmetê tevbigeriyana. Diviya di 2 salan de mînaka xwe temam kiribûna.

Pere ji we re lazim e? Neçin ji mutehîdên zikteşt nexwazin, neçin li ber deriyê şaredariyan xalo xalo nekin. Neçin ji gelê belengaz û feqîr alîkariyê wernegirin. Hûn wisa bikin aha hûn ê timî wisa belengaz bimînin. Li şûna vê guhê xwe bidin sîstema Konfederalîzmê. “Hemû komel pirsgirêkên xwe çareser dikin. Pirsgirêkên mezintir diherin li konfederasyonê çareser dibin. Yên girantir diherin li meclîsa mezin çareser dibin.”

Lê niha min fam kir. Ji ber ku tembûra min tune, ez bê tembûr dibêjim kes fam nake.


Gotinên miftehî :